Hêza Velerzîna Şikestbar

06/12/2023

Dîsa jî ku însan her tim mîna kulîlka li ber bayê har nazik e, arezûya hebûnê ye ku wê kulîlkê li ser piyê geliyê bêbinî dibişkivîne. Li ser piyê geliyê hebûnê û li ser zangên li devê behra tariyê hêşîn tê ew kulîlka şikestok a nazik. Arezûya ji tova jiyanê, di ber devê bayên xezebê jî bi nazenîn dibişkive û vedilerize. Bêdeng û tenik dilerize sirra wê ya ku rûyê ava zeman dialêse.

***

Heyatê tenê ew rind dizanin yên ku êş kişandine,

yên ku ji dest dane, yên ku di zehmetiyan da

li ber xwe dane

û ji têkçûnan ber bi têkçûnan likumîne.

Anaïs Nin

Hemû ruhber û hebûna zindî, yanî jiyan bi xwe, her tim tiştekî nazik e û jiyan ji wê naziktiyê der tê. Her wisa tişta hêzdar ne ew zexmbûna req û berk, bere’ks hêz her dem ji tişta nerm çêdibe. Belkî tişta nazenîn wekî kulîlk û tişta viringî li gel wê nermbûnê tê da zêdetir kakilê jiyanê heye. Zarokek ji kal-pîrekî zêdetir nerm û nazik e ku enerjî/zemanê wê geştir e.

Zayîn bi xwe berdewam şikestbar (fragile) e. Bi gotina Eugenio Borgna: “Şikestokî parçeyekî jiyanê ye, xîm û rehên wê yên ontolojîk e…” [1]

Madem ku însan ji herî û gîleke nerm afirîbû di nava destê jiyanê da ew velerzîna afirîner bi zar û ziman diteyîsî. Eugenio Borgna behsa peyvên şikestok û narîn dike. Peyvên mîna bêdengiya spêdeyê yan minminîkeke ku teze ji qozeya xwe derdikeve wisa nazik. Însan ji peyvan pêk tê, peyvên bêdeng belkî, gotineke waha nêzîkî xwezaya însan e, çimkî peyv mîna perperok di valahiyê da dibe bêdengî. Peyv jî şikestbar in, çimkî hemû hestpêkirin wekî xem yan kêyf, şênbûn, dilxweşî yan nefret, hêrs, huzn û bêhêvîbûn, wekî kulîlkekê dikarin di kêliyekê da bişikên, biguherin û belav bibin. Eva der barê guherbariyê da ne ku afirîn ewqasî nazik e di nava bûyîn û rûxînê da. Dîsa jî peyv mîna pirîskên zindîbûnê der barê hêza şikestbar (the vigour of fragility) da şitlên jiyanê diçînin di ruhê me da.

Her wisa şikestin, qutbûn û valahî nava xwe da aûrayeke afirîner pêk tînin ku huner nêzîkî wê xwezayê ye. Yanî huner bi timamî ji nazenînî, natemamî û valahiyê der tê ku afirîn der barê wê da ye. Der barê derûnî û huzn û melankoliyê da ye ya ku şa’ir Antonia Pozzi jê şi’ir afirand. Ew temasa şikestok a mirin û jiyanê bo şi’ira wê babet in ku Eugeniu Borgna behs dike. Jiyana Antonia Pozziyê hê di nûciwantiya wê da hesteke mirin û xwekuştinê bêyî bibe nexweşiyeke patolojîk, lê belê wekî birîneke devvekirî, hestbariyeke şikestok ku bi gotineke sade peyvên tazî şi’ira wê dihûnin. Borgna di nava van risteyên Pozziyê da işareta nazik a der barê xwekuştina wê rave dike:

Ah peyvên girtî

ku bi xezeb

li deriyê ruh dikevin

û bêrehm

deriyê ruh

ê tê girtin

giran giran!

Û teng dibe her roj bihur

û her roj çetintir dibe hêriş. [2]

Jiyan û şi’ir ji ya nazenîn, ji ya şikestbar ya mîna kulîlkvedanê, mîna ya zayînê çiqasî hesas be ewqasî nêzîktirîn e ji bo afirînê. Xwezaya hezkirinê jî mîna hewayeke nermayî ji wir dizê. Dîsa jî ew rewş vekirîbûn e ji bo şikestinan. Ew jan û êş caran huzneke bênav e, caran bêzimaniyeke windabûnê ye. Ev risteyên han ên nazik ku velerzîna Antonia Pozziyê ye:

Ah tu

perdeya – xamatiya min,

kirasê min ê tenik,

rastiya feramûş –

Ah kêla

direwşan – ya tim jîneke

ku hatibû xeyal kirin – herhal– [3]

Antonia Pozzi

***

Clarice Lispector di berhema xwe ya bi navê Ava Jiyanê (Água Viva)da bi şêwazeke wisa dinivîse ku bi gotina wê; ev kitêbek nîne çimkî kesek waha nanivîse, wekî herikîna bûyînê ya ku kêl bi kêl dibişkive. Behsa zemanê herî piçûk yanî kêlîkan dike, ya ku di wê kêliyê da di wê dilopê da, bêdawîtî û hebûna bi reh û rîşal mîna diltepînê dijene. “Ji her tiştî zêdetir resm diresimînim. Ji te ra nivîseke şênber dinivîsim. Peyv objeyek e? Ji kêliyan ava meyweyên wan derdixim. Ji bo bigihîjime dendikê, toximê jiyanê divê ji xwe bidim. Kêlî toxim e ku dijî.” [4] Kêlî ne wekî pîvan, lê wekî tişta herî piçûk ku ew dema nazik a ji hebûnê vedibe. Êdî “ez”yanî kesek ji hebûnê vedibe û dikişe, loma zeman zindîbûneke nazik e ku mîna tovê herî arkaîk ji kozmozê teşe digire. Ji wê jêderka ku jîn û mirin nêzîkî hev in û velerzîn e nîşaneya wê ya sawnak a arezûdar. Hemû bûyîn ji wê kêlîkê tê ya ku toxim bi şêwaz û agahiya xwe ya raz vedibe. Loma şêwaza nivîsîna Lispectorê herikîn e, xwendin jî gere bikişe pê ra. Ew herikîn şikestbar e, nazik e wekî ya jîndar bi xwe. Hemû mucîzat ew peydabûna zindî ye. Ew hemû bûyîna bêdeng, wekî ew şewq û bişkivîna bijkojên daran ku gurmîniya wan bêdeng e. Wekî Lispector dibêje: “Min bibihîse, bêdengiya min bibihîse. Ya ku dibêjim tu car ya ku dibêjim nîne, tiştekî din e.” [5] Loma jî peyv û gotin nabine wateyeke krîstal, belkî demkî bin jî, lê diherikin. Her wisa peyv şikestok in, gotin dihelin piştî herikîna demê. Lê hebûn yekîtiyek e (wehdet) ku di kêliyê da ya bêdawî dijene. Loma jî formên jiyanê di nava wê hevhisiyê (empathy)da ne.

Hestyarbûn jî der barê hesasbûn û naziktiyê da ne. Însan bi hestên xwe ji sînorên mantiqê wêdatir temasî fehma jiyanê dike, ew derên tarî û avis ji bûyînê ra. Hest mîna rehên dara tî nasyar e li gel tişta zindî û jandar. Tevî vê hestê her tim şikestbar in. Lê beden bi xwe ber bi hundir va nermtir dibe. Her wisa arezûya jiyanê jî nerm e, temasa wê hesas e. Nermtir di asta velerzînê da mîna kişîna ruh û jiyanê. Arezû nazik û nermtir dibe di tîrtirîn rewşa xwe da ku ew bi xwe tev li hêz û şiyana hezkirinê ye.

Kûçeyeke li Qoserê/Mêrdîn, Payîza 2016an. [6]

Çawa ku tişta nerm hêdî ye, guherîna wê jî giran e. Her wiha nermbûn û nazikbûn nêzîkî hev in. Av belkî nermtirîn tişt e, lê di tamaran da ji xwîna zindîweran bigire heta çem, behr û baranê herikîna hetayê pêk tîne. Belkî şikildarê herî mezin av be û rûxînerê herî mezin jî. Nermbûna reftar û rabûn-rûniştina merivan jî giraniyekî nîşan dide. Helbet nermbûn û naziktî her tim bi ya baş ra pêwendîdar nabe, lê tişta nerm piranî der barê bûyîn û zayînê da ne. Tişta nerm caran derveyî nîzama civakî ye, heta ew wekî herikîna jiyanê, binê tiştên hişk dikole û ji rê jî derdixe.

Anne Dufourmantelle di berhema xwe ya bi navê Hêza Nermbûnê (Puissance de la douceu) da behsa cûreyên tevgerên nerm û tesîra qehremanên edebî dike. Nermbûneke ku tişta hişk aciz dike. Dufourmantelle behsa qehremanên edebî dike, yên wekî Prens Mîşkîn yê di romana Dostoyevskî da, û yên din berhemên Kafka û Melville ku çawa nava nermbûna wan da hêzek heye ku ji ya xwe nayêne xwarê. “Ev karakterên ku di edebiyatê da tecesuma nermbûnê ne, ew sûretên ku di bin wan da hemû lihevkirinên veşartî derdixin mexderê, rastiyê li dora heqîqetekê dicivînin ya ku berê nehatiye dîtin û barê wê nayê hildan.” [7] Heqîqet her tim barekî giran bûye. Her wisa şahid ji ber ku dibe hazir û nazirê rastiyê, barê wî/ê giran e. Wekî Dufourmantelle di heman eserê da behs dike, heger şîdet tişta nerm têk bide jî, mesûmiyet wekî rastî hebûna xwe rû dide. Yanî wekî barê guwah (şahid) hebûna xwe nîşan dide. Herman Melville bi Bartlebyê Katib (Bartleby, the Scrivener) hêzeke nerm a mehsûm û sebatkar nîşanî me xwîneran dide. Mesûmiyeteke seyr ji wê bêhtir nermbûneke sebatkar bi Bartlebyê Nivîsevan ra heye ku şîdeta li dijî wî wisa req dibe ku dişikê. “Lê belê bi Bartleby re tiştekî wisa hebû ku wî ne bi tenê bi awayekî seyr ez didame girêdanê, her wisa, bi tewrekî cîyê metelmayînê, ez dihingaftim û matmayî dihîştim.”[8] “Ti tiştekî ku bi qasî berxwedana tebatî mirovekî giran ji dil û dîn derxe tine.”[9] Ew rewşa Bartleby ya negatîvîte yanî valahiyek e ji bo şîdetê. Her wisa tişta nerm rûbirûyê encamên trajîk jî dibe, wekî birîneke nazik dîsa jî der barê zindîbûnê da ye ku dê piştî tundiyê vebişkive. Eva hêz û tiwanayeke ku ji zemanê xwe yê mehdûd, yanî jiyana xwe, zeman bi xwe mîna agir û nefesê bi kar tîne.

Îllustrasyona Bartlebyê Nivîsevan.

***

Byung-Chul Han qîmeteke afirîner dide negatîvîteyê.

Şikestin caran kêmasiya hêzê ye, lê hêz û şîdet heman tişt nînin. Şîdet tundî û rûxînerî ye, lê hêz afirîner e û berdewam e ku tê da şi’ûreke nixumandî heye. Hêz piranî nerm û nazik e, şikestokiya hêzê dicebire, lê şîdet req e ku şikest zû bi zû nacebire. Tişta nazik zêdetir kakilê jînê dihewîne ku eva hêz e. Negatîviteya hêzê, yanî hîskirina tunebûna ku nasyar e bi hebûnê ra, der barê tekamulbûnê û gihîştinê da ye.  Di heyatê da pirranî ne serkeftin, lê ketin û rabûn, ew zemanê şikestinê, birîndarbûnê ciyê hînbûnê ye. Jidestdayîn, heta destjêkişandin ji ber tunebûnê (negativity) zêdetir ciyê fehmê ye, wekî tîbûna bi qasî mesafeya xwe nêzîkî wî fehmê mahiyet û qîmeta avê bibe. Bi gotina Charles Bukowski; şikestin (failure) jî azadî ye, lewra ew şikestin valahiyeke afirîner pêk tîne.  Kê dera laş ku tê da şikestek (fracture) hebe ew der dijene, ew êş dibe bîra bedenê û ji wir dimije jana hebûna xwe.

Dîsa jî ku însan her tim mîna kulîlka li ber bayê har nazik e, arezûya hebûnê ye ku wê kulîlkê li ser piyê geliyê bêbinî dibişkivîne. Li ser piyê geliyê hebûnê û li ser zangên li devê behra tariyê hêşîn tê ew kulîlka şikestok a nazik. Arezûya ji tova jiyanê, di ber devê bayên xezebê jî bi nazenîn dibişkive û vedilerize. Bêdeng û tenik dilerize sirra wê ya ku rûyê ava zeman dialêse. Şikest dixwe di wê ketina xwe ya di geliyê tarî û zîbexş ê hundirîn da. Xwe bi dilêrane bi arezû û azweriya hebûnê, bêyî perr û bask ka dê gelo vebin di wê ketina xedar da, xwe berdide wê valahiya hebûnê, çi bi firrîn û çi bi birîn û birrîn, wekî Anaïs Nin gotiye, bi wê jan û şikestinê bi fehm û hisa jiyanê dihese.

Çavkanî û têbînî:

[1] Eugenio Borgna, Şu Bizim Kırılganlığımız (Ev Şikestokiya Me, La lragilitiı ehe e in noi), r. 8. Werger: Meryem Mine Çilingiroğlu, Weşanên Yapı Kredi, 2018.

[2] hemanberhem, r. 37.

[3] Antonia Pozzi, The Dreamed Life (Jîna Xeyalkirî, La vita Sognata)ji wergera Peter Robinson, bo kurdî: Rizgar Elegez. Ji bo xwendina timama helbestê.

[4] Clarice Lispector, Yaşam Suyu (Ava Jiyanê, Água Viva),r. 12. Werger: Başak Bingöl Yüce, Weşanên MonoKL, 2017.

[5] heman berhem, r. 31.

[6] Li wê dema ku birq û melankoliya tanyayî, xwedîyê van risteyan li çolistana Berriyê derxistibû rêya tenyayîyê; li kûçe û parkên navbajêr, bi hevalbendiya segên bêxweyî, li wan şevên ku hîva tazî ji çiyayên beyar hil dihat, şevên ku peyvên tûj li devê birîna hebûnê ko dibûn, arezûya şikestinê ya li ber heza şikestbar, bêhna tûyên ku ji pêsîra dara Xwedayî şev mest dikir ku hezkirineke şikestî şev dimêjand. (t. n.).

[7] Anne Dufourmantelle, Yumuşaklığın Gücü, (Hêza Nermbûnê, Puissance de la douceu), r. 71. Werger: Sinan Oruç- Samet Yalçın, Weşanên Kolektif Kitap, 2023.

[8] Herman Melville, Bartlebyê Nivîsevan (Bartleby, the Scrivener),r. 30. Werger: Kawa Nemir, Weşanên Lîs, 2014.

[9] heman berhem, r. 34.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Rizgar Elegez

Şa’ir û nivîskar, di Tebaxa sala 1984an da li gundê Bazirganê yê bi ser navçeya Giyadînê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya fermî li ser perwerde û sosyolojiyê heta masterê temam kir. Çend salan mamostetî kir û paşê îstifa kir.

Wekî pêşnivîskarî di sala 2011an di kovara W û Çirûskê da bi navê Hêvî Ronî, kurteçîrok, û derbarê kesên wekî Saint Simon û A. Gramsci da û der barê Dibistana Frankfurtê da nivîsî.

Heta niha di gellek kovarên Kurdî da şi’irên wî û çend kurteçîrokên wî hatine weşandin. Berhema wî ya bi navê Havîna Li Serfêza Behrê di sala 2018an da di beşa şi’irê da Xelata Edebiyatê ya Ehmedê Xanî wergirt. Edîtoriya çend kitêbên Kurdî kir. Di kovarên edebî de wergerên wî ji Amy Lowell, Sara Teasdale, Robert Frost çap û belav bûn.

Berhemên wî yên çapbûyî:

Hibra Sor, helbest, Lîs, 2015.

Havîna Li Serfêza Behrê, helbest, Dara, 2018.

Xunçeyên Heyamê, helbest, Avesta, 2020.

Werger:

Hawar, Ehlam Mensûr, vegotin, Avesta, 2022.

Te ev dîtıne?

Tesîra Duzimaniyê li ser zarokan

Lêkolîn û tecrûbeyên klînîkî nîşan didin ku zarokên duzimanî, di pêşerojê de,

Notên Hefteyê: Parçe yî yan Bitûn?!

I. Dê li te vegerim! Em di serdema ragihandinê da ne. Lê

Warê Bav û Kalan û Rihê Serdestan

Salekê ligel çend akademîsyenan min seredana Cizîrê kir. Piraniya akademîsyenan tirk bûn