Gelo Pirpar Dikare Biaxive?

Gelo Pirpar Dikare Biaxive?
Gelo Pirpar Dikare Biaxive?
Serdar Şengül
  • 2 Mart 2024 14:13

Ger kolonyalizm sîstemeke wisa dorfireh be ku bandorê li her aliyê jiyanê dike gelo têkoşîna dij-kolonyal divê çawa bê dayin? Em kurd, çi bakur çi başûr, gava îqtîdarê bi dest dixin sermayeyên ekonomîk û çandî di nav gel de çawa belav dikin? Ger pirparê karibûya biaxive dê bersiveke çawa bidaya?

***

Piştî kitêba Oryantalîzm a Edward Said têkiliya zanist û îqtîdarê û herwiha stratejiyên temsîlê di xebatên kolonyalîzmê de bûne teorî û rêbazên sereke. Wek rexnegirekî edebiyatê Said, di analîzên xwe de bi piranî li ser metnan sekinî û hewl da ku nîşan bide wan metnan çawa xizmet li meşrûkirina polîtîkayên kolonyalîzmê kirine [1]. Saziyên akademîk û çandî, bi rêya temsîlên edebî û îlmê hevsarên hişmendî û hestiyariya însanan bi dest xist û ji bo berjewendiyên xwe dibezand.

Lêbelê kolonyalîzm ne tenê bi rêya zanist û metnan tesîrê li ser hişmendiyan dike, di heman demê de bi saziyên îdarî, leşkerî û îqtîsadî cografyaya ku tevî mirov dar û ber, çol û çiya, çem û rûbar, çivîk û maran di singê xwe de dihewîne û bi esmanê xwe wan hemûyan radipêçe, ji bo  berjewendiyên xwe ji nû ve dizayn dike û awayê jiyanê ji binî ve diguherîne.  

Vêga, divê em kîjan rêbazê bikar binîn da ku aliyên dîskûrî û madî yên kolonyalîzmê li hev bînin. Ji yek bersivên herî xurt ji hêla mirovnasan [antropolog] ve hat. Timothy Mitchell wekî mirovnas di xebatên xwe yên li ser kolonyalîzmê de nîşana rêbazeke wiha daye. Di navenda xebatên Mitchellî de Misir cih digre. Napolyon di sala 1789an de ligel leşkeran zanyar, edîb û nîgarkêşan jî bi xwe ra dibe Misirê ku ew coxrafya, di çarçoveya kolanyal de, dê bibûya laboratuwarek.

Mitchell, Di Kolonîzekirina Misrê de dibêje Misir ji aliyêkî ve bi riya temsîlên edebî, îlmî û hunerî wekî ‘şerq’ hat avakirin lê ji aliyê din ve zeman û mekan li gor pêdiviyên kolonyalîzmê ji nû ve hat dizaynkirin. Mitchell wê temsîl û dizaynê wekî avakirina ‘fehma heqîqetê’ pênase dike [2].

Di vê qonaxê de, rêvebiriya kolonyal sînor û statuyên bajar, bajarok û gundan li gor îhtiyacên xwe ji nû ve tasnif kirin. Nifûsên van wargehan li gorî hewcedariyên îdarî ji nû ve bi rêk xistin. Wextên karî, rêwîtî, mekteb û îbadet li gor demên kolonyal ji nû ve dizayn û sabît kirin. Nivîs û xwendin jî ji wê dizayna nû para xwe digirin. Mitchell ji Derrida îlham digire û dibêje awayê rêzkirina tîpan li ser rûpelan jî hatin guhertin da ku ‘intibaya nû ya heqîqetê’ biafirînin [3]

Mitchell, di kitêba xwe ya duyemîn de ku navê wê Rêvebiriya Pisporan: Misir, Tekno-Polîtîk, Modernite ye, bi baldarî avakarina Bendava Aswanê li ser Çemê Nîlê analîz dike [4]. Revêbirên Britanyayê bêyî ku ekolojiya Nîlê, hewcedarî û taybetmendiyên cotkariya gelê Misrê li ber çavan bigirin di navbera 1898-1902yan de bendavek înşa kirin. Pîvanek tenê hebû ew jî zêdekirina qezencê bû. Di nav sê salan de hemû sîstema ekolojîk, têkiliya xweza û hawirdora civakî ji binî ve hatin guherandin. Gelên Misrê ku hînî guleyên leşkeran û qelema mamosteyan bûne, li hemberî ew heza nû ya tekno-ekonomîk matmayî mabûn ku bi qewlê Marshall Sahlins wa’za kozmolojiya kapîtalîzmê dida û tesewwura wan a xwezayê bin pê dikir [5].

Di nav çend salan de xwezayê bersiva xwe da. Gava herikîna Çemê Nîlê bi rêya Bendavê hat qutkirin avîyên berfireh li dora wê çêbûn. Ji wê avîyê bi milyonan cureyên kermêşan yên nû derketibûn û wekî xezebeke mezin bi ser serê gel de hatin xwarê. Gel, bi nexweşîya tayê wêran bû. Li aliyê din, rêvebirên kolonyal bi hevgirtina ‘elîtên lokal’ ji bo dewlemendiyên nû ‘gravên xewnê’ ava dikirin: ‘Ji bajêr û ji gel dûr… xaniyên lûks di nav baxçeyên fireh û diwarên bilind de, mekanên ji bo şahî û danûstendinê…”

Mitchell, bi beşeke bi navê ‘Gelo Kermêş Dikare Biaxive?’ dest bi kîtêba xwe dike. Ew pirs ku îlhama xwe ji Spivak digre [6] li rêyekê digere ku peyaman ragihînin mirovan, yên ku nikarin li ser biaxivin. Vêga, em peyama kêrmeşê çawa bixwînin?

Di dawiya sedsala 19emîn û destpêka sedsala 20êmîn de, dema welatê kurdan wekî ‘wilayetên şarq’ hat binavkirin, rêvebiriyeke tekno-ekonomîk li ser axa me jî hat avakirin. Coxrafya bi rayên hesînî, bi tûnelan, bi bendavan, bi pompeyên neftê, bi tevr û biviran û bi guherandina nifûsên wargehan ji nû ve hatin dizaynkirin. Şerekî berfireh bû ew ku dîzayna xweza û wargehan ji xwe re kiribû hedef.

Piştî salên 2000an, di qonaxa aştiya me da ku hêj behna barûtê ji me dihat û tofana şer em wekî keriyên pez dabû ber xwe û avêtibû qeraxên bajarî, li Peyasê, li aliyê riya Silîva me jî xwest ji xwe re ‘giravên xewnê’ ava bikin. Me destûra plansaziya îmarê da ji bo cihên ku li derveyî bajêr û zeviyên çandiniyê ne. Di nav pênc salan de bi hezaran dar ji kokên xwe bûn, li ser erdên zeviyê ‘villa’ û konax’ên berceste bilind bûn. Heta wextekî keriyên pez û kerên bargiran di riya villayan de bi erebeyan re hevaltî kir û ji nişka ve ji ber çavan winda bûn.   

Rojekê, li yek ji wan xaniyên sê qat û bi bexçeyekî mezin, cotekî xwest bexçeyên xwe bi gul û çiçek, dar û ber û sebzeyên curbicur bixemlinîn ku xaniyê xwe nû kirîbûn. Dest bi karê çandiniyê kirin. Bi qasî çandiniyê karê aşêfkirinê* jî hebû: ‘giyayên biyanî’. Bi kokên xwe bi tûnd û dijwar bi erdê ve vezeliqîbûn, nedixwestin ji kokên xwe bibin. Yek ji giyayên biyanî, yên herî belavbûyî pirpar bû. Cotê me bi zorê ew radikirin û diavêtin derve. Êdî sitara wan li erda wan tune bû.

Ne dûr e. Li nav Surê, serê sibehê ye. Însan ji malên xwe derketibûn û ketibûn pey rizqên xwe. Kalekî heftê salî li hemberî Mizgefta Mezin, nêzî deriyê Xana Hesenpaşayê li ber dikanekê sergî raxistiye. Li serê wî kumikek hebû û gomlekeki şîn û şalwarekî qurşûnî li xwe kiribû. Li ser gomlekê wî yelekekî grî, di pêyên wî de solên Amedê yên bi destan çekirî hêbûn. Rûyê wî aram bû û bi dengekî aram bang kir: Pirpar! Pirpar! Werin pirparê, şîfa ye! Piştre yek bi yek feydeyên pirparê gotin. Ez matmayî mam. Gelo kalo pirpar ji kê derê top dikir? Haya wî û xwediyên vîllayê ji hev hebûn?

Wê gavê kermêşên Nîlê hatin bîra min. Serokê Misra Serbixwe Cemal Abdunnasir di salên 1960an de bendava Aswan bilindtir û berfirehtir kir û ji nû ve bi kar anî. Lê mantiqa rebazên rêveberiya kolonyal bi temamî pejirandin: Bi paşguhkirina lêçûnên şorbûnê, lehiyê, kêmbûna berberiya axê, jicîhûwarkirina gelê Nûbiyayê, windakirina mîrateya arkeolojîk, zêdebûna nexweşiyan, erozyona peravê û wendabûna pîşesaziyeke mezin a masiyan… Hemû pirsgirêk di dema bendava yekem de diyar bûn lê ew wekî sembola niştimanî ya nû ya Misrê, bêyî lêkolînek li ser çawaniya jinavbirina van ziyanan û bêyî xebateke li ser modeleke lihevhatî, bo xweza û mirovan hate pêşkêşkirin [7]

Ger kolonyalizm sîstemeke wisa dorfireh be ku bandorê li her aliyê jiyanê dike gelo têkoşîna dij-kolonyal divê çawa bê dayin? Em kurd, çi bakur çi başûr, gava îqtîdarê bi dest dixin sermayeyên ekonomîk û çandî di nav gel de çawa belav dikin? Ger pirparê karibûya biaxive dê bersiveke çawa bidaya?

*Aşêfkirin: di nav zevîyan da carna hinek giya dibin sebeb ku sebze, gul û çîçek û hwd. şîn nebin. Ew giyayên biyanî/xerîb têne ‘aşêfkirin’ yanî ew giyayên biyanî ji koka wan tê hilkêşan ji bo ku giyayên din şîn bibin. Li hêrêma Colemêrgê ji bo hilkêşana van giyayên biyanî ‘adekirin’ tê gotin.

Jêrenot

[1] Edward Said, Orientalism, 1978.

[2] Timothy Mitchell, Colonizing Egypt, 1991. Ew kitêb bi tirkî hatiye wergerandin, Misirin Sömürgeleştirilmesi, 2001.

[3] Mitchell, Colonizing Egypt, rr. 1-33; Zeynep Çelik, Şark’ın Sergilenişi, 2005.

[4] Timothy Mitchell,Rule of Experts: Egypt, Techno-Politics, Modernity, 2002, rr.19-54

[5] Marshall Sahlins, “Cosmologies of Capitalism: The Trans-Pacific Sector of ‘The World System’”, 1988.

[6] Gayatri C. Spivak, “Can the Subaltern Speak?”, 1988.

[7] Mitchell, Rule of Experts, r. 45.