Di qanûnan de nijadperestî wek nexweşîyekê nehatiye qebûlkirin lê kiriyarên bi motîvasyona nijadperestîyê sûc in.
Ev minaqeşe demekê dirêj e li Amerîkayê tê kirin. Ji Zanîngeha Harvardê, Prof. Dr. Alvin F Poussaintî di lêkolîneka xwe ya zanistî de (Kovara WJNyê) diyar dike ku “nijadperestîya tund nimûneyeka baş a nexweşîyên derûnî ye.“
Komeleya Psîkîyatrîyê ya Amerîkayê ti carî bi fermî nijadperestiya tund (li hember pêşdaraziya asayî) wekî pirsgirêkeka tenduristiya derûnî nas nekiriye. Her çend ev mijar ji zêdetirî 30 sal berê hatiye nîşandan. Piştî çendîn kuştinên nijadperestîyê di serdema mafên medenî de, komek psîkiyatrîstên reş hewil dan ku nijadperestîya tund wekî nexweşiyeka derûnî were binavkirin. Karbidestên komeleyê ev pêşniyar red kirin, bi hinceta ku ku gelek Amerîkî nîjadperest in, nijadperestiya tund jî li vî welatî normatîf e – pirsgirêkek çandî ye ku nîşaneka psîkopatolojiyê ye.
Prof. Dr. Alvin F Poussaint, Zanîngeha Harvardê
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.