Îsraîlê ji bo êrîşên li dijî navendên nukleerî yên Îranê xwe amade kiriye. Lêbelê pispor dibêjin ku serkeftina Îsraîlê bêyî alîkarîya Amerîkayê ne hêsan e.
Amadehîyên Îsraîlê
Hêzên leşkerî yên Îsraîlê 22 sal in xwe ji bo vê gavê amade kirine. Di du salên borî de, bi dehan balafirên şerî yên Îsraîlê li ser Deryaya Spî manevra kirine û provaya êrîşeka li ser navendên nukleerî yên Îranê kirine. Armanca vê yekê ne tenê tirsandina Îranîyan bûye, lê herwiha peyamek ji rêveberîya Biden re jî bûye ku hêza hewayî ya Îsraîlê dikare vê operasyonê bi serê xwe pêk bîne.
Helwesta Amerîkayê
Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî daye Îsraîlê ku li dijî navendên nukleerî û enerjîyê êrîşê neke. Wî gotiye ku bersiv divê “li gorî” êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê be. Wezîrê Berevanîyê Lloyd J. Austin jî ji hevkarê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re gotiye ku Amerîka dixwaze Îsraîl ji gavên ku dê bibe sedema zêdebûna alozîyê dêr be.
Dîtinên cida
Hin berpirsên Îsraîlî û Amerîkî dibêjin ku niho dema herî baş e ji bo derbeya li dijî bernameya nukleerî ya Îranê. Naftali Bennett, serokwezîrê berê yê Îsraîlê, gotiye ku Îsraîlê niho derfeteka mezin heye ku rûyê Rojhilata Navîn biguherîne û divê niho tevbigere da ku bernameya nukleerî ya Îranê ji holê rake.
Lê belê rayedarên Amerîkayê dibêjin ku ev yek dê bibe sedema şerekê mezin li herêmê. Wan hişyarî daye ku êrîşên holê dibe ku ne bibandor bin û dikarin herêmê bikişînin şerekê mezin.
Pirsgirêkên teknîkî
Berpirsên Îsraîlî yên berê û yên niho guman dikin ku gelo welatê wan şiyana zirarê bidina navendên nukleerî yên Îranê heye yan na. Îsraîl bi taybetî nikare bigihîje navendên nukleerî yên ku di nav çîyayan de hatine veşartin. Ji ber vê yekê, pêwîstîya wan bi alîkarîya Amerîkayê heye, nemaze ji bo bombeyên giran ên ku dikarin bikevin hundirê erdê û balafirên B-2 ku dikarin van bombeyan bibin.
Çavkanî: The New York Times, Botan Times
Nivîskar: David E. Sanger, Eric Schmitt, Ronen Bergman
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.