*Sarphan Uzunoğluyî nivîsîye û Yonca Sarsılmazê wergerandîye.
Îro roj, hîşê çêkirî wekî gelek sektorên din tesîreka xwe ya mezin di endustrîya ragihandinê da jî heye. Bêguman ev yek ne tenê bi awayekî neyînî derdikeve holê, di heman demê da sepanên hişê çêkirî dikarin tecrûbeya xwînerên malperan qenctir bikin, daxwazên xwîneran ên şexsî bizanibin û tecrûbeyên bilêztir û bibandortir pêşkeşî xwineran bikin. Dê bi fêde be ku em hinekî li ser îhtîmalan bisekinin, gelo ka hişê çêkirî dikare tecrûbeyên xwînerên malperan baştir bike.
Pêşnîyazên naverokê û pêşkeşkirina ji bo şexsan
Hişê çêkirî dikare xwendinên xwîneran analîz bike û li gor hînbûna xwîneran naverokekê li gor dilê wan derxine pêşîya wan. Her ku hişê çêkirî naverokan li gor dilê xwîneran derxe pêşîya wan dê xwîner zêdetir ji xwendînê hez bikin û zûtir bigihin naverokên ku bala wan li ser e. Bo nimûne, hûn dikarin bi rêya chatbota APIyê ya di malpera xwe da bi xwîneran ra bikevin têkîlîyê û hîn bibin ka bala wan zêdetîrî li ser kîjan mijaran e.
Wergera otomatîk
Malperên nûçeyan dikarin bi rêya wergerên otomatîk nûçe û nivîsên xwe wergerînin. Bi vî awayî dikarin nûçeyên xwe bigihînin zêdetir kesan. Hem xwîner dê bikaribin bi zimanê xwe nûçeyan bixwînin û hem jî malper dê bikarîbe xîtabê girseyeka navneteweyî bike.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Karkirina zimanê xwezayî û botên sohbetan
Hişê çêkirî bi botên sohbetan yên ku bi teknolojîya karkirina zimanî hatine barkirin, dikare înteraksîyona malperên nûçeyan zêde bike. Bikarhîner dikarin pirsan ji wan botên sohbetê bikin, zêdetir agahîyan derheqê nûçeyan da hîn bibin û şîroveyan bikin. Botên sohbetê dikarin demildest bersiva xwîneran bidin û tecrûbeyan ji bo şexsê wan dîzayn bikin.
Analîza dîtbarî û vîdeoyan
Sepanên hişê çêkirî dikarin bi analîza vîdeo û wêneyan naveroka nûçeyan balkêştir û qençtir bikin. Malperên nûçeyan bi rêya hişê çêkirî dikarin tiştên di wêneyan da nas bikin û naverokên vîdeoyan kurt bikin û bi vê rêyê xwîner dê bikaribin xwe bigihînin zêdetîr naverokan.
Kurtkirina bitesîr ya naveroka nûçeyan
Hişê çêkirî dikare naveroka nûçeyan kurt bike û zêdetir wextî ji xwîneran ra çêbike. Sepanên hişê çêkirî dikarin fikrên bingehîn û hûrgîlîyên giring ên nûçeyan bi kurtî vebêjin. Ev yek ji bo wan xwînerên ku bala wan zû belavela dibe pir bi kêrhatî ye. ,
Grafîkên înteraktif û dîtbarîkirina daneyan
Her çiqas em dersên dîtbarîkirina daneyan bidin rojnamegerên Tirkîyeyê jî ez di wê bawerîyê da ma ku ew hêj giringîya vê yekê nizanin. Hişê çêkiri dikare naveroka nûçeyan analîz bike û grafîkên wan çêbike. Xwîner dê bi rêya garfîkan, nûçeyan baştir fêm bikin û hûrgîlîyan bibînin. Grafîk dikarin tecrûbeyên xwîneran xurttir dikin û agahîyên di naverokê da bi awayekî qenctir bigihînin wan.
Xweserîkirina bikarhîneran ya navrûyî (interface)
Hişê çêkirî dikare li gor tercîhên xwîneran navrûya malperê biguherîne. Hişê çêkirî dikare peyda bike ka xwîner ji kîjan rengî hez dikin û kîjan fontê tercîh dikin. Bi vê rêyê xwîner dikarin li gor daxwaza xwe malperê bi kar bînin.
Agahîyên demildest û hîşyarîyên şexsî
Hişê çêkirî dikare ji xwîneran ra agahîyên nûçeyan demildest bişîne. Hişê çêkirî, dikare sernavên li gor dilê xwîneran an jî peyvên hizirkîrî yên ji berê hatine amedekirin û agahîyên nûjen yên derbarê nûçeyan da ji xwîneran ra bişîne. Bi vî awayî dê haya xwînerî ji naverokên giring hebe.
Adaptasyona fehmkirinê li gor leza xwendînê û asta têgihiştinê
Hişê çêkirî dikare analîza leza xwendin û asta zehmetîyê ya xwîneran bike û naveroka nûçeyan li gorî xwendina wan optîmîze bike. Li gor leza xwendînê ya xwîneran, dikare xwendînê leztir an jî hêdîktir bike. Her wiha dikara li gor asta xwîneran naveroka nivîsan hêsantîr jî bike.
Wekî encam, hişê çêkirî dikare bi rêya dîzaynên cuda li ser tecrûbeya xwendinê ya xwîneran tesîreka mezin bike.
- Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya NewsLabTurkey û Botan Timesê de hatine weşandin.
Weşanên dawiyê
- Nûçe28/12/2023NLTR: Di 4 gavan da amadekirina projeyeka serkeftî
- SERNÛÇE13/10/2023Gelo ji nûçeyên medyaya dîjîtal, qezenckirina pereyan mimkûn e an jî xeyal e?
- SERNÛÇE16/09/2023Gelo hişê çêkirî dikare tecrûbeyên xwendinê yên xwîneran baştir bike?
- SERNÛÇE05/09/2023Navendên nûçeyan divê li ser kîjan daneyên Google Analyticsê hûr bibin?