Gelo Çêdibe ku “Chat GPT” Pişta “Google”ê Bişkêne?

09/12/2022

Ji bo vê demê zehmet e em vê yekê bêjin lê welê dîyar e ku sîstema Chat GBTyê dê tozê ji Google-ê bibe. 

Chat GBT çi ye? 

Bi kurtasî bernameyeka/roboteka hişê çêkirîye ku rê dide hûn pê re biaxivin û pirsan wek dîyalogan jê bikin. Dema hûn pirsan dikin ew li hemî daneyan dinêre berhev dike, serast dike û dike bersivek. 

Yanî dema tu pirsekê ji Google-ê dikî îhtimal heye ew milyonek encam nîşanî te bike lê bi xwe bersivekê nade. Lê Chat GBT ji wan hemî daneyan bersivekê çêdike û dide te.

Kurdî dizane?

Robot kurdîyê baş nizane lê bi zimanê ingilîzî gelekê serkeftî ye. Her kes dikarin bi vê dûvelankê hesabekê ji xwe re çêke û dest bi axiftina bi Chat GBTyê re bike.

Çima çêdibe tozê ji Google-ê bibe?

Lêkolîn dîyar dikin ku mêldarîya bikarhînerên înternetê ber bi kiriyarên înteraktîv ve diçe. Û ji bo pirsên rojane û hêsanî gelek kes dikarin tercîh bikin robotek ji bo wan li milyonan daneyan binêre û bersivekê çêke. 

Çavkanî: openai.com 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Ocalan: Kurdî Wê li Tirkîyê Bibe Zimanê Fermî

Weşana paşê

Erdogan: YPGê Dijî DAIŞê Ti Têkoşîn Nekiriye

Te hay ji vê heye?

ChatGPT li Îtalyayê hatiye qedexekirin

Hişê çêkirî ChatGPT li Îtalyayê hatiye

Hişê çêkirî dê bandorê li sed mîlyon karkeran bike

Li gorî rapora şîrketa Goldman Sachsê