Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

08/12/2024

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên Berken Bereh û şiîra wî, bi dorê, her yek li cihekî cuda yê salonê, rabûne ser lingan û şiîreka Berken Bereh xwendin û her yek bi qevdeyeka gulan ber bi wî ve çû û teslîm kirin. Li ser vê yekê li salonê, bextewarî û hesteka ecêb û xemgîn dilê beşdaran girt û hema bibêje temamîya salonê kelogirî bû û çavên wan tejî bûn ji rondikan ku wan çavên xwe ji rondikan paqij dikir.

***

9 rojên edebî û kulturî yên fûara Amedê bi dawî bûn. Biçûk û mezin, jin û mêr, keç û xort bi hezaran kes beşdar bûn vê fûarê. Dawîya hefteyê fûar gelek qelabalixtir bû li gorî nava hefteyê. Helbet firotina kitêban çawa bû weşanger baştir dizanin.

Gelek weşanxaneyên kurdan beşdarî vê fûarê bûn û wan bo nivîskar û şairên xwe bername, panel û gotûbêj li dar xistin û nivîskaran li ser standên xwe bo hezkirî û xwînerên xwe kitêbên xwe îmze kirin. Ji wan bernameyan, bi nezera min, belkî ji bo her her beşdarekî kurd, cihê yekê cudatir bû ku weşanên Avesta û Nûbiharê pêkve bernameyek bo 50 salîya helbestkarîya Berken Bereh amade kir. Bi dorê ewil Suleyman Çevîk, paşî jî Abdullah Keskîn derbarê 50 salîya Berken Bereh da axivîn û wan çend anektod ji dîrokê jî anîne ziman. Omer Faruk Baranê ku moderatorîya bernameyê dikir, organîzasyon û suprîzeka baş amade kiribû, ev suprîz ewil bo Berken Bereh paşî jî bo me beşdaran. 4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û pewrewên Berken Bereh û şiîra wî, bi dorê, her yek li cihekî cuda yê salonê, rabûne ser lingan û şiîreka Berken Bereh xwendin û her yek bi qevdeyeka gulan ber bi wî ve çû û teslîm kirin. Li ser vê yekê li salonê, bextewarî û hesteka ecêb û xemgîn dilê beşdaran girt û hema bibêje temamîya salonê kelogirî bû û çavên wan tejî bûn ji rondikan ku wan çavên xwe ji rondikan paqij dikir. Piştî bername/gotûbêj qedîya li fûarê, kokteyla pîrozbahîya 50 salîya Berken Bereh dest pê kir li cafeya Bezgin Bekirê û gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û şair li wir hazir bûn. Min behsa hindê nekiriba dê ev nivîs kêmas bûya.

Berken Berehê ku ji alîyê xwîner û hezkirîyên xwe ve wekî Mam Berken jî tê zanîn, hêjayî gelek bername û pîrozbahîyên din e ku wî ji nivîyê emrê xwe zêdetir emrê xwe daye kurdî û zimanê kurdî, an jî bi gotina wî ked daye “peyva kurdî”. Ez bi xwe jî careka din, bi minasebeta vê nivîsê, 50 salîya Mam Berken pîroz dikim, tu û peyva te ya kurdî emir dirêj be û alaya qelema te her li ba be li asîmanê edeba kurdî.

Xeml û rengê vê fûarê, bêguman Koma Ma Musîcê bû. Wan çendîn caran, bi serkêşîya Şêrko Kanîwar, komeka qelabalix li pey wan, bi def û tilîlî û stranan hema bibêje hemî salona fûarê tewaf kir û bi deng û cil û bergên xwe fûar rengîntir û kurdîtir kir. Gelek malbatan bi destê zarokên xwe girtibûn û hatibûn fûarê û li ber standên kurdî li kitêban dinêrin, di rewşeka wiha ya xerab da ku zimanê kurdî ne fermî ye (ji bilî dersa kurdî ya bijarte li çend mektebeyan û çend zanîngehan) û heta radeyekê di bin asîmîlasyonê daye ev bername û organîzasyonên wekî fûarê nexasim bo kurdan nîmetekî mezin e ji bo ku rastî rihê kurdî û kitêbên kurdî bên û kela dilê xwe pê hênik bikin.

Me ji hemî weşanxaneyên kurdî (heke me çi ji bîr nekiribin) pirsî, ka gelo we herî zêde kîjan berhemên xwe firotine. Di vê formatê da heta niha me du dosya amade kiribûn, esasen me ji her weşanxaneyekê kitêbek pirs dikir lê fûara borî ya Batmanê, Songül xanima weşanên Avestayê bi devkenî got kitêbek kêm e, gelek kitêbên me zêde têne firotin, bila neheqî li nivîskarên din nebe, em navê sê berheman binivîsin. Ez spasîya wê dikim bo gazin û pêşnîyara wê. Ev gotina wê bo min jî maqûl hat û ji ber hindê jî me vê carê ji her weşanxaneyekê navê sê kitêban taleb kir.

***Ji her weşanxaneyekê, sê kitêbên herî zêde hatine firotin, ev in:

Aram

Ben Ehmede Xani’yim – Nusret Yıldız

Tanrıçalıktan Tanrılığa Kürtler – Fatma İzol

Mîrko (mîrzayê biçûk)

Aryen

Modern Kürt Tarihi – David McDowall

Bavê Min ê Mitirb – M. Çiya Mazî  

Zimanê me

Ava

Kuçeçîrok – Ronî War

Kuyudaki Taş – Ronî War

Feqîyê teyran – Ronî War

Avesta

Botanname – Berken Bereh

Botan Mitolojisi Ve Halk İnançları – Hakim Zeyrek

Gotinên Gunehkar- Hesenê Metê

Bêjing

Xwelîya zeman

Pêrew –  Fewzî Bîlge

Senfonîka – Dilbirîn Dilo

Belkî

Spîtama – Rênas Jîyan

Kavirên anarşîst – Rênas Jîyan

Hawar

Dara

Guregup – Receb Dildar

Nişancı -Metin Aktaş

Serê Şevê Çîrokek – Selîm Temo

Deng

Diyarbakir 5 Nolu – Bayram Bozyel

Asimilasyon – Osman Aydın

Kêra Ko – Mazhar Kara

Doz

Bir El Kitabı Kürtler – Izady

Kurdiana Düğümü – Yüksel Avşar

Kobanî – Jan Dost

Lîs

Talibên eşqê – Lal Laleş

Şopên Wêjeyê – Dilawer Zeraq

Danberheva Guhertoyên Memê Alan – Mem Wenda

Ma Musîc

Repertuara stranbêjîyê

Çente

Kalemlîk

Morî

Teyrê Keskesorê – Xecê Rêdûr

Dara Pîroz – Berfin Ayşe Öğüt

Seta Mîro – Mem Bawer

Na

Doktor jîjo – Sîya Sîtav

Xeyala nemiran – Mîhdî Perînçek

Çello – Nûdem Hezex

Nûbihar

İngiliz ve Fransız Arşiv Belgeleriyle Şeyh Said Hareketi – Salih Cemal

Kürtler ve Kürdistan Tarihi – Muhammed Emin Zeki Beg

Şerefname, Tewarîxê Qedîmê Kurdistan – Şerefhan Bitlisi

Pall Weşan

Trêna Li Stasyona Xwe Digere – Kolektîf

Stranên Romantîk ên Dûrewelatîyê – Ferhad Pîrbal

Lehîya Dilî – Husên Arif

Peywend

Mîrnameya hekarîyan – Temerxanê Yazîcî

Şamîran – Omer Dilsoz

Jiyana Seyda Mele Ebdullahê Xerzî (Timoqî) – Mahmut Beğik

Pola Kitap

Elas Efendî – Enver Karahan

Mirî Ranazin – Helîm Yûsiv

99 morîkên belavbûyî – Helîm Yûsiv

Ronya

Kürdistan ve Kürtler –  Erdal Çolak

Orta Anadolu Kürtleri – Erdal Çolak

101 çîrok 101 hîkmet – Newzad Bêcirmanî

Sîtav

Kürdistan İsyan Tarihi – Harun Akkul

Dîn û Mîtolojî – Nezîr Ocek

Eski Kürt Tarihi – Ako Mihemed Mîrzadeyî

Vate

Malmisanij Va û Nuşt

Mi Şêx Seîd Dî – Malmisanij

Çakêto Sipî – Mehmûd Nêşite

Wardoz

Gurê manco – Sadiq Ûskan

Qelenê dinyayê – Bahoz Baran

Sihet xweş – Mehpûs Serhedî

Weqfa Mezopotamyayê

Kurdîzan Zazakî – Kolektîf

Kurdîzan Kurmancî – Kolektîf

Rêbera rastnivîsînê – Kolektîf

Weqfa İsmail Beşikçi

Kürdler Neden Milliyetçi Olmalıdır? – Kolektîf

Devletlerarası Sömürge Kürdistan – Îsmaîl Beşîkcî

Çağımızın Sokrates’i İsmail Beşikci – İbrahîm Gürbüz

Weşanên Azad

Şerefname, Dîroka Kurdistanê – Şerefhan Bitlisi

Tarîxa Dewleta Kurdan – Mihemmed Layê Brahîm

Dîrok, Heredots – Herodotsê Karyayî

Weşanên JJ

Nêrgizên Lêborînê –  Mizgîn Ronak

Su ve Gül – Nurcan Çağer

Pîrebok – Sevda Kaplan

Weşanên Payîzê

Cotepeyv

DEngê zê – Mehmet Akdoğan

Folklora Kurdan û Çîrokên Amedê – Jêhat Rojhilat

Zîlan Akademi

Kurdistan Teali Cemiyeti, Bediuzzeman ve Şerif Paşa Polemiği – Abdullah Can

Rêbaz – Bûbê Eser

Alacakaranlık Filozofu – Faik Öcal

Zîz

Duşema Rengîn – Sîdar Jîr

Roja Nehşemê – Şêxo Filîk

Bor – Çidem Baran

***Weşanxane li gorî alfabeyê hatine rêzkirin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Jidayikbûye sala 1995an. Sala 2021an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî derçûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Klîba “Keştîya Bayê” di weşanê de ye: Selîm Temo nivîsiye Mem Ararat xwendiye

Stranbêj û helbestkar Mem Ararat di klîbekê de helbesta “Keştîya Bayê” ya

“Dema pelên gozê zer dibin” xelata pelê mêwê yê zêrîn standiye

Fîlma Mehmet Alî Konarî ya bi navê “Dema pelên dara gozê zer

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî