Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û Ekola Swêdê

13/04/2025

Spîvak digot, gava xaltîya dîya min întixar kir 17 salî bû. Endamê komeke antî-emperyalîst bû û li dijî dagirkerîyê micadele dikir. Ne dixwest kesî bikuje, loma xwe kuşt. Feqet berî ku xwe bikuje çar rojan, li benda tiştekî sekinîbû, dixwest regl bibe paşê xwe bikuje. Ger hîn regl nebûya xwe bikuşta dê civatê jî bigota ji ber hemileyeke gayri-meşru xwe kuştîye, loma sekinî regl bû paşê xwe kuşt. Dawîya dawî, jinik ne bi zimanê xwe bi cendekê xwe axivî. Jixwe ev çîroka trajîk bûbû bingeha kitêba wî ya navdar ya “Gelo Bindest Dikare Biaxive?”[1]   

Di romana xwe ya bi navê “Ez ê Yekî Bikujim” de, Fırat Cewerî li dû trajedîyên têkoşeran û li dû bermahîyên şoreşgerîyê ketîye. Ez bi xwe jî di edebîyatê de herî zêde estetîka mirovên têkçûyî meraq dikim. Gelo di şîna welatên bindest de, di têkçûyînê de, di trajedîyê de em dikarin çiruskên şoreşgerîyê bibînin?

Romana Cewerî, metna mexlûbîyetê ye, ji metnê melankolî û trajedî diherike. Qerekterê wî yê mêr ne bi zimanê xwe bi kêra xwe diaxive, qerektera jin yanî Diana jî bi bedena xwe diaxive. Dawîya romanê kêr û beden dibin yek, trajedîya bindestan bi zimanê self şidetê diaxive. Li jêr berfireh me behs kirîye ka çawa êşa qerekterên Cewerî carna dibe Roquentinê Sartre, sancoyên hebûnê dikşîne û carna dibe qerekterê binerd ê Dostoyevskî ji durxistina şolenê diqehire. Feqet yekcar nabe bindest-ên Spîvak. Çima gelo?    

Psikolojîya Têkçûnê  

Pirê caran romannûs berhema xwe li ser atmosfera hestekê ava dike. Hesta vê romanê şikestina xeyalan e, yanî trajedî ye. Qerekterên romanê di binê doza xwe de hatîye pelçiqandin. Xwastine welat azad bikin, loma bûne şoreşger û ketine binê barekî giran. Lê rêya azadîyê di hepsan re û di şideta dagirkeran re derbas dibe. Gava şoreşgerek bo doza xwe bikeve hepsê û piştî panzdeh salan ji hepsê derkeve, gelo heyateke çawa li bendê ye? Û herwiha gava jinek tevli refên hereketa azadîyê dibe û paşê dibe esîr û bikeve destê dagirkeran heyatek çawa dibe para wê?

Bersiv hêsan dixuyê, helbet jîyanek bi travmayê hatîye şuştin li benda wan e. Jîyana wan serûbin bûye û şuşeya dilê wan di heft cihan re hatîye şikestin. Melankolî, şîn û reşbînî li ser rûhê wan rûniştîye û bê nefes dimîne. Lê dîsa jî em dizanin ku gava têkoşer dikeve hepsê an dikeve destê dagirkeran jîyan û doza azadîyê qut nabe, micadele forma xwe diguherîne û xwe ji nû ve ava dike. Ji dîroka micadeleyên gelên bindest û gelê me, em zanin ku zindan wekî mektebeke politik e, cihê hînbûn û berxwedanê ye.

Gava mirov di vê çarçoveyê de romanê dinêre valahîyeke mezin xwe nîşanî me dide. Wekî nivîskar daye nîşandan em zanin ku qehremanê me panzdeh salan bo rizgarkirina welêt di hepsê de maye û hatîye berdan. Roman bi xewneke kabusî vedibe, gava bi ser hişê xwe ve tê, dengek dikeve guhên wî: “Tu ê îro yekî bikujî”.[2] Bindestekî polîtîk gava ji hepsê derdikeve çima dixwaze qetla yekî bike stuyê xwe? Herwiha nivîskar bi me dide zanîn ku, di odeya qerekter de refên kitêban hene û di diwarê odeya wî de afîşa Salvador Dalî ya saeta helîyayî bi dar ve kirîye. Heta taybetmendîyeke qerekterî heye û kitêbên kurdî dixwîne, şopînerê edebîyata kurdî ye jî. Loma ev pirs gelek girîng e: bindestek polîtîk, têkoşerekî nîv-entellektuel çima bîlasebep dê yekî bikuje?

Li alîyê din têkçûyînek gelemperî tune di romanê de, doza azadîyê berdewam e, tenê her du qerekterên romanê gava micadele dikin, dikevin destê dagirkeran, serê wan dikeve belayê. Ya rastî ji van belayan trajedî dernakeve, ne mimkîn e. Ji ber van babetan di navbera bûyerên romanê û psîkolojîya qerekteran de bêpîvaneyeke kûr û valahîyeke bêmane heye.     

Trajedîya Bindestan

Hostayê mezin Xanî ne tenê nivîskarê eşq û evîndarîyê bû, nivîskarê yekem yê trajedîya me bû jî. Helbet eşqa mezin ya Mem û Zînê bi trajedîyeke mezin bi dawî dibe. Lê tenê trajedîya şexsî nîşanî me nade, hostayê mezin trajedîya civakê û ya gelê kurd jî nîşanî me dide. Mirov dikare bêje yekem car Xanîyê mezin trajedîya me kurdan polîtîze kirîye, kirîye milkê qelemê. Wî bi sembolîzma eşqeke bêencam nîşanî me daye ku kurd û welatê xwe êsîr e, heta carna sembolizmê dide alîyekî rasterast ji me re dibêje em di nava trajedîyeke dîrokî de bê nefes mane:  Rom û bahré Tacik / Gava ku dikin xuruç û tehrik / Kurmanc dibin bi xwûné mulettex.[3]

Bi saya polîtîzekirina Xanîyê mezin, em dikarin bêjin ku trajedî ji serî de bo me kurdan sazîyeke sîyasî hatîye damezrandin. Trajedî di Yewnana antîk de jî bi kirasê sîyasetê dihate pênasekirin û bi psîkolojîya hemwelatîbûna siteyan ve girêdayîbû. Heta Aristoteles gotibû, trajedî bo civakê carna terapî ye, gava psîkolojîya qelsbûna siteyê, welat bike nava talukeyê, trajedi dikare bibe şifa û vê qelsbûna hestan derman bike.[4] Li alîyê din di demên modernîteyê de hîn nivîskar dibêjin trajedîyê form guherandîye û carna wekî rexneya modernîteyê li pêşberî me ye. Bi ya min ev tespît muhîm e. Ger trajedî di kirasê rexneyê de li pêşberî me be, wê demê trajedî bo gelên bindest dikare rexneyeke çawa li dar bixe? Gelo em dikarin trajedîyê bi şoreşgerîyê re girê bidin?

Bê şik trajedî krîz e. Helbet tenê ne krîz e trajedî, di heman demê de bersiv û çareserîya krîzê jî dihewîne. Fragmanên trajedîyê dikare zilma dijwar eşkere bike.  Ger şidet a civatek nû be, trajedi rehma civatek nû ye.        

Li ser van esasan em bizivirin romanê û bipirsin ka gelo trajedî bo qehremanên me kîjan rolê dilehîze? Bersiv di bûyerên romanê de veşartîye. Ne tenê ji şidet-perwerîya qehremanê “zîndan çikişlî”, di bê îradebûna Dianayê de  jî em dibînin ku bersiva romanê nîhîlizm e. Diana li Ewropayê perwerdeya rêxistinê, hişmendîya welatparêzîyê girtîye û bûye milîtanek sereke. Gava êsîr dibe dikeve destên dagirkeran yekcar zimanê wê nagere û hişmendîya wê betal dibe, hertim bi jinbûna xwe ve tê îmtihankirin, ne bi kurdbûna xwe.

Her du qehreman di bêîradebûnê de digihêjin hev. Yek li du kêra xwe dikeve diçe, ya din li du qewadê xwe dikeve diçe. Îradeya her duyan jî betal e, li du qedera xwe diçin, di kirasê nîhîlizma aktif de dibin yek. Halbûki ev bêîradebûn û nîhîlizm ne kirasê bindestên rêya azadîyê ye, kirasê radikalîzma burjuvayên biçuk e.

Qerekterên romanê gava têk diçin, ne tenê hişmendîya xwe ya politik winda dikin, di heman demê de wateyê jî winda dikin. Bawerîya wan bi wateyê namîne: politika bê wate ye, zeman bê wate ye, heta hebûn bê wate ye. Qerekterê ji hepsê derketîye dixwaze wateyekê di kuştina yekî de ava bike, bo Dianayê wate reva ji welêt e, dixwaze ji welêt (dojeh) derkeve here Swêde, wate bo wê Swêd e. Ji ber ku êdî her tişt bê wate ye, êş jî bê wate ye, xwe kuştin û kujertî jî bê wate ye. Loma di astek şûn ve hişmendîya êşê betal dibe terora istirapê dest pê dike, roman dibe gola trajedîyên nîhîlîst. Halbûkî di trajedîyan de wekî em zanin kêm zêde aqil heye, heysîyet heye, asalet heye, qet nebe nirxek heye. Feqet trajedîyên romanê de ne aqil, ne asalet, ne jî nirxek heye. Her tişt bi bêwatebûnê hatîye şuştin, mija nîhîlîzmê her der tarî kirîye, qerekter jî, xwendevan jî di behra hîçbûnê de dixeniqin. Sartre di berhemeke xwe de tespîteke girîng dike û dibêje “kar û barê nivîskar tenê wate”[5] ye. Baş e gava berhem bi betalkirina wateyê were nivisîn rola nivîskarekî bindest wê çawa be?

Di kitêba xwe ya Trajedi de Eagleton behsa fonksîyona trajedîya sîyasî ya Yewnanan dikir û digot, rola trajedîyê ew bû ku him sazîyên civakî/sîyasî tesdiq dikir û him jî berpirsîyara wan dikir.[6] Baş e di vê romanê de û di edebîyata me de rola trajedîyê çi ye? Fonksîyona trajedîya kurdan çi ye? Li gor romanê fonksîyona trajedîya kurdan ev e: nîhîlizm e, bê watebûn e, terkî welat e (reva Swêdê), kêrkirin e.

Muqayeseya Çend Qerekteran

Xuyaye ku ev roman bi çîroka Sadık Hidayet ya Sê Dilop Xwîn[7] û romanên Dostoyevskî Suç û Ceza[8] herwiha Notên Binerd[9] re têkildar hatîye honandin. Bandora Hidayet û Dostoyevskî gelek eyan e. Nivîskar jixwe bi pasajeke Suç û Cezayê dest bi romanê kirîye[10], li çend cihan slav daye qehremanên binerd û hevoka wî ya meşhur “ez tenê bûm ew jî herkes” [11] û bi du teswîran behsa obsesyonê dike û profîla Golyadkin[12] ya romana Öteki dixe bîra me û ya dawîn li çend cihan behsa dilopên xwînê (Hidayet) dike. Wekî em dizanin kitêba Notên Binerd bi peyva nexweşîyê dest pê dike, çîroka Hidayet li nexweşxaneyê dest pê dike, romana me jî bi peyva nexweşîyê ya di Suç û Cezayê de û bi xewnek kabusî dest pê dike. Baş e selamdayîna van qehremanan (berheman) ji me re çi dibêje? Nivîskar dewa çi li qerekterên Dostoyesvkî dike?

Wer xuyaye ku, nivîskar xwestîye têkçûyîna-trajedîya qehremanên bindest, bi qehremanên Dostoyevskî (piçek jî yên Hidayet) rê girê bide û xwestîye bi auraya van berheman romanekê bihune. Baş e ma em dikarin êş û trajedîyên Stavrogin, Golyadkin, Raskolnikov, qehremanê binerd û yên qehremanên dij-metinger yek bibînin? Li ser kîjan bingehê em dikarin muqayeseya trajedîyên qehremanên antî kolonyal û yên Dostoyevskî (Hidayet) bikin?

Wekî tê zanîn qehremanê Hidayet li nexweşxaneya dînan çavê xwe vedike, li vir hatîye jibîrkirin û gava li pêşberî xwe kaxiz û qelemê dibîne, bêyî hemdê xwe tenê li ser kaxizê sê dilop xwîn dinivîse.[13] Li alîyê din berhema Dostoyesvk ya Binerd wekî em zanin esasen bersiv e, bersiva romana Çernişevskî ye. Qehremane Çernisevskî Rahmetov, şoreşger bû, insanek nû bû, bo wekhevî û fikrên azadîyê dixebitî. Nivîskar bi saya Rahmetov dida zanîn ku, insan gava ku xwe nas bike, bikare hestên xwe qontrol bike, perwerdeyeke baş jî bibîne, dikare dinyayê bike cinnet. Dostoyevskî yekcar ev tişt qebul nedikir û bo bersiva Çernişevskî qehremanê binerd afirand. Li gor wî insan ne tenê li gor aqilê xwe tevdigere, îradeya insan ne tenê bi zanebûn û başbûnê ve eleqedar e, insan bo wî egoist e, pirê caran berjewendîyên wî aqil û iradeya wî bloke dike. Yanî insan ne tenê bi hestî hatîye afirandin, bi hestan jî hatîye afirandin. Qerekterên Çernisevskî bi lampeya ronakgerîyê hatibû afirandin (Vera Pavlovna, Rahmetov), loma rasyonel in, şoreşger in û romantîk in. Feqet qerekterên Dostoyevskî li dijî van sifatan e, insan bo wî ne qehreman e, ji rêzê ne. Qehremanên wî yên binerd, looser e, pelçiqî ye, bar e, ne ji xwe re dibe, ne ji civatê re dibe. Herçiqas di pêşîya cinayetê de Raskolnikov qerekterek îdealîst be jî, dawîya dawî ew jî têkçûna xwe qebul dike û xwe diavêje pêşa kilîse yê. Li alîyê din Stavrogin bi şideta têkçûnê xwe dikuje.   

Gava mirov bi vî çavê muqeyesedar li romana Cewerî dimêze, dibîne ku ev roman jî wekî romana Dostoyevskî bersiv e. Baş e bersiva kê ye? Mixatabê bersivê ji romanê rasterast ne dîyar e. Lê îhtimala mezin ev roman bersiva tipolojîya insanên nû yên hereketa kurdan e, rexneya îdealîzasyona civaka nû ya hereketa bakur e, acizbûyîna jakobenîzma kurdên politîk e. Lê dîsa jî Cewerî bi me dide zanîn ku, mirovên li ser rêya azadîyê ne nîv-pêxember in, bê guneh nîn in, çiqas li ser rêyek ronahîyê be jî di nava rihên wan de tovên xirabîyê jî hene.

Cioran di berhemeke xwe de behsa insanan dikir û digot insan kendalekî kûr e.[14] Rastî jî hemû qehremanên Dostoyevskî û yên Hidayet li ser kendalekî kûr dimeşin, gava li jêr mêze dikin dewxa wan diçe, gava li pêşîya xwe mêze dike dipelike rêva diçe. Herwiha qerekterên romana Cewerî jî bi vî awayî li ser kendalên kûr dimeşin, çawa di filmên kartonan de kendal xelas dibe qehreman hay jê nîn e û li ser valahîyeke kûr dimeşin, heta yek wan îxtar neke nebêje tu li ser valahîyê dimeşî, nabînin û gava bi xwe dihesin li erdê dikevin, qehremanê Cewerî jî bi vî awayî ye. Feqet di berhema Cewerî de ne tenê qerekterên qehremanan bi problem in, cihê qehreman pê lê dike jî problem e. Yanî kendal jî bi problem e, pirê caran kendal ji nîhîlîzmê hatîye avakirin, gava qehreman pê li vê kendalê hezek dikin, tê da diçin û dixeniqin. Wekî mînakek biçûk: rol modelê Raskolnîkov, Napolyon bû; lê rol modelê qerekterê Cewerî, Neron e, Neronê ku Romayê dişewitîne.  

Xulase qehremanên romanê mirîyên rêvaçûyî ye. Her çiqas bi teşeyek oryantalîst were darxistin jî di romanê de tenê nivîskarên ku ji Swêdê hatine, heyatê temsîl dikin, bi saya van nivîskarên bênav tav li romanê derdikeve, wekî tava Stockholmê, diçirûse lê germ nake.

Odeya Tarî (Otelê)

Gelo tava Stockholmê dikare odeya tarî (welatê bindest) ronî bike? Çima Diana xwe diavêje dest û lingên nivîskarekî mêr û dibêje min ji dojehê (welat) xelas bike? Îmgeya odeya otelê, sembolîzma rizgarkerîya nivîskar, jineke mexdur dê ji me re çi bibêje?

Gava mirov nivîskarê ji sirgunê hatîye û Dianayê li odeyê tenê dibîne û bi dehan rûpelan Diana derd û kulên xwe ji nivîskar re dibêje, bivênevê berhema Coetzee ya “Ber bi Odeya Tarî ve”[15] dikeve bîra me. Di ceribandina xwe de Coetzee dibêje dewletê bi xwe odeya tarî ya romannûs afirandîye. Romannus di devê derîyê odeya tarî de sekinîye, gava zilm dest pê dike ya çavên xwe direvîne; yan jî ev sehneya zilmê ya hatîye qedexekirî ku nahêlin kes bibîne, wî eşkere dike. Ev odeya tarî çavkanîya xeyalên romannûs e, romannûs sehneyan di vê odê de dekore dike û pêşkeşî xwedevanan dike.

Diana keçeke bindest e, di odeyê de zimanê wê vedibe. Di zarokatîya xwe de bê bav mezin bûye, paşê dostê bavê wê ew tacîz kirîye, bi xwesteka bav terkî gund kirîye çûye Ewropayê, li vir di bin zordestîya bavekî mihafazakar da maye, paşê bi saya partîyê bûye insanek nû, tevli refên hereketê bûye, li serê çîya şer kirîye, êsir hatîye girtin, fermandaran ew taciz kirîye, koricîyan ew taciz kirîye û ew anîye teslimê qawadên bajêr kirîye, hatîye tecawizkirin, hatîye firotin û hetta hatina odeyê jî qehpik e. Yanî odeya otelê bi vî rengî dibe odeya tarî ya Coetzee û bûye çavkanîya sahneyên Cewerî.

Ya girîng ew e ku Coetzee, çavkanîkirina odeya tarî wekî problem dibîne. Gava odeya tarî bo nivîskaran dibe dekora çîrokê di vir de li gor Coetzee tiştekî erzanî û xav heye.[16] Heta lê zêde dike û dibêje divê nivîskar vê mexdurîyeta bi destê dewletê hatîye avakirin, xwe jê dûr bixîne. Dipirsi Coetzee: gelo kesên dengê wan hatîye birîn, edebîyat dikare bibe dengê wan?

Cewerî di odeya otelê de dibersivîne: edebîyat dikare peyvan bike devê mexduran (ne bindestan), nivîskar (nivîskarên odeyê) dikare yên li odeya tarî zilmê dibîne xelas bike, qet nebe soza hêvîyeke rizgarîyê bidê, qet nebe awireke xilasker biavêje.

Di gotareke xwe de Remezan Alan pirseke girîng dipirse: Kurd li ku dera (vê) odê ne?[17] Alan di gotara xwe de zêdetir li ser odeya helbestê sekinîye, feqet divê em li ser odeya romanê jî bifikirin. Di vê romanê de em dibînin ku odeya otelê (romanê) meskenê nêçîra nivîskar e, nivîskar bi saya vê odeyê nêçîra xwe dike.  

Şideta Bindestan

Di navbera efendîtî û mazoşîzmê de rêyek heye; feqet di navbera koletîyê û mazoşîzmê de jî rêyek heye û hetta kintir e dibêje Girard.[18] Ev tespît watedar e, lê divê peyvek were guhertin. Em dikarin li gor vê romanê bi hêsanî tespitek wiha jî bikin:  di navbera koletîyê û sadîzmê de jî rêyek heye û di vê romanê de jî em dibînin heta rêyek kintir e. Gelo çima têkoşerên rêya azad (gava têk diçe kirasê) sadîzmê li xwe dike?

Dostoyevskî di berhema xwe ya Ecciniler[19] de qerekterek wekî Şatov diafirîne. Li gor Girard, Şatov çiqas bixwaze kirasê îdeolojîya şoreşger biqetîne ewqas ber bi mazoşîzmê ve diçe. Di qerekterên Şatov da em hîs dikin ku mazoşîzm di hemû cureyên îdeolojîya modern de cih girtîye. Bi saya vê romanê em dikarin heman tiştî bo sadizmê jî bêjin û sadîzm jî di hemû cureyên ideolojîyên bindestîyê de cih digire. Û di demên krîzan de serê xwe ji bin çakêt de derdixe.     

Baş e maneya kêra li bin çakêt çi ye? Çima hertim kêr li ber çavê me ye? Fanon di kitêba xwe ya meşhur de gotibû, gava peyva kulturê bindest dibihîse destê wî ji nişka ve diçe kêrê.[20] Gelo ev kêr, ew kêr e ya ku Fanon behs dike? Yanî ev kêr amureke antî-kolonyalîzmê ye?

Mirov dikare bi dilrihetî bêje na, tu eleqeya vê kêrê bi wê kêrê nîne ya ku Fanon behs dike. Ev kêr, şideta antî-kolonyal nîne, ne dixwaze hilweşîne, ne jî dixwaze ava bike, tenê dixwaze bibe Azraîl. Loma ev kêr şidetek nîhîlîst e, çavkanîya vê şidetê jî radîkalizma burjuvaya biçuk e.

Ev kêr dişibe şideta serî-kujeran. Qerekter nexweş e, aciz e, xeyalşikestî ye. Di heyatê de kêrkirina yekî li maneyê digere, loma şideteke nîhîlîst e. Gava ji hepsê derdikeve valahîyeke mezin li ser rihê qerekter rûdine, dixwaze valahîya jîyana xwe bi kêrê watedar bike. Kêr maneye, lêgerîna maneyê ye. Temamkerê hebûna qerekter e. Dilketin bo Roquentinê Sartre[21] çi be, kêr jî bo qerekterê me ew e.  

Li alîyê din ev kêr amurekî ji mêrantîyê ye. Qerekterên ji hepsê derketine xwedîyê du penîsan e. Yek li pêşîyê bin pantor da ye, yê din li paş binê çakêt da ye. Kêr pirê caran hestên wî yên şehwetî dixe bîra wî, heke penîsê pêşîyê nexebite dê yê paşîyê bikeve dewreyê. Dixwaze mêrantîya xwe bi kêrê nîşanî me û keçên romanê bide. Kuştin û hevşabûn cih diguhere û qerekter her duyan jî bi şehwetî dixwaze bi kar bîne. Jixwe pêwendîya qerekter û Dianayê li ser du esasan bi rêve diçe, qerekter him li du kuştina wê ye, him jî li du hevşabûnê ye.

Baş e nivîskar li dawîya romanê, bi kêrkirina Dianayê dixwaze çi peyamê bide me?  Ev sehne di pir alîyan de gotina Cioran tesdîq dike. Di berhemeke xwe de gotibû “zalimê herî mezin, ji mezlûmên serî jê nekirî derdikeve”.[22] Odeya (otel) nivîskar dibe mezela qurbaneke, nivîskar bi vê kuştinê nêçîra xwe temam dike, bo berhemek nû çîrokek orjînal bi dest dixe. Bi kêrkirina Dianayê, qerekter sancîyên hebûna xwe derman dike, hebûna xwe temaşe dike û wateyek nû bi dest dixe. Wate bi sehneya dawî, bi kêrkirina Dianayê dikeve romanê. Çima gelo wate di kêrkirina jineke stuxwar de hatîye veşartin?   

Welhasil nivîskar bi me dide zanîn ku şideta bindestan hertim li du armancên pîroz naçe, carna bindest bi xwe jî dibe qurbanê şideta xwe, qurbanê qurbanan.

Diana: “Li Qehpikê Bixin”    

Baş e maneya qehpikbûna jineke milîtan a kurd çi ye? Jineke welatparêz û bi îrade çawa ewqas bi hêsan dibe qehpik? Gelo çima di edebîyata me de keçên kurdan bi qasî Vera Pavlovna ya Çernişevski, Penelope ya Odisseus nabe? Çima bi qasî Lisaya Dostoyevskî, Estera Cihuyan nabe? Heta û heta çima keçên kurdan bi qasî Alîye xoceya Halide Edip nabe? 

Ma jineke bindest nabe qehpik, helbet dibe. Lê şêwe, honandin, uslup, estetika romanê di vir de pir muhîm e. Jineke bindest û têkoşer helbet bivênevê rastî şideta dagirkeran tê, helbet di vê şidetê de tecawiz jî heye. Feqet jinek bindest û tekoşêr gava bi mijarek xwefiroşî bibe bingeha metna romanûsekî bindest, divê romannûs di warê şêwe û honaksazîyê de sed caran baldar be. Ya herî muhîm eger nivîskar vê tecawiza serî, bi şêweyekî bêîradebûna jinek têkoşer bihûne, nexasim jî ji nirxên heyata rojane normalîze bike di vir de problemek mezin heye. 

Bi saya berxwedana Rojava (Kobanê) êdî hemû dinya dizane ku micadeleya jinên kurdan micadeleyek îlhambexş e. Gava jineke ji vê hereketê têk diçe, dibe êsîr, ihtîmal e ku ji ber şideta dagirkeran çara serê xwe binêre û bibe îtirafker, normal e. Heta dikare îtirafê xwe de dost û hevalên xwe jî bide dest, ji ber itirafên wê, rêhevalên wê jî werin kuştin, ev jî normal e. Feqet di vê seknê de her çiqas îradeya wan seqet bibe jî, îradeyek heye. Seqetkirina îradeyê cuda ye, bêîradebûn cuda ye. Gava em Dianayê dibînin, ji serî heta lingan bêiradebûn ketîye bedena wê, pirê caran wekî robotan tevdigere. Feqet madem Diana bi hişmendîyeke nû bûye têkoşer qet nebe divê di navbera militantîbûna wê û qehpikkirina wê de çend astên zexm hebin, qet nebe bi çend şemaqan nebe bêirade, qet nebe bi çend tehdîdan nebe qehpikek ji rêzê. Ya heri muhîm jî ger bi darê zorê qehpikkirin li pêşîya wê be jî divê çavên wê di her sehneyê de li revê bûya, di her sehneyê de berxwedanîyeke li hemberî vê koletîyê nişanî me bidaya. Nizanim çima bo nivîskarên mêr tecawiza jinan, fahîşetî, xwefiroşî ewqas hêsan dixuyê?

Halide Edip di romana xwe de, ji bo ku lekeyên koledarîyê ji civaka xwe re nîşan bide, bi navê Alîye xanim mamosteyekê dişîne Anatolyayê. Qerekterê xwe wekî mielim dişîne nava gel, bi mîsyona xelasîya gel wezîfedar dişîne. Li alîyê din Cewerî jî, qerekterê xwe wekî şoreşger dişîne welat, bi mîsyona azadîya welat dişîne. Alîye xanim xwedîyê îradeyê ye, xwedîyê navekî asîl e, nivîskar bi îradeya wê serbilind e. Li alîyê din Diana navekî leqeb e, gava dibe êsîr îradeya wê wekî berfa tebaxê dihele xelas dibe. Alîye xanim qehpik nîne, civata kolehez vî navê li wê dike. Diana dibe êsîr bi zordarîya dagirkeran dibe qehpik. Alîye xanim gava rastî tehdît û şidetê tê, bi xwe bawer e, dibêje “ez ê ji bo zarokên we bibim ronahî, ez ê bibim dîya wan, yekcar ji tiştekî natirsim û serî danaynim”.[23] Heta gava fermandarê Yewnan û civaka anatolyayê lê zorê dike, Alîye xanim vê zorbetîyê qebul nake û dibêje “ez ê xwe bikujim”. Ma Diana bi qasî Alîye xanimê jî nabe?     

Avakirina qerektera Dianayê helbet rexneyan dihewîne. Nivîskar dixwaze di qehpikkirina jineke kurd de kê rexne bike? Ev sucê kê ye? Adresa vê rexneya tûj çima anonîm e?  

Wekî Encam: Ekola Swêdê[24]             

Gelo ekola Swêdê bandoreke çawa li edebîyata me kirîye? Ger ev ekol nebûya dê çi ji edebîyata me kêm bibûya? An vê ekolê çi li edebîyata me zêde kirîye? Gelo em îroj dikarin vê edebîyatê rexne bikin û li ser kîjan esasî rexne bikin?

Mirov dikare bêje nêrîna nivîskarên vê ekolê bi gelemperî xwedîyê nêrînek modern û ronakger e. Dixwazin ronahîya tava Stockholmê li ser welat ve bigrin.  Romanên xwe pirê caran ne bi felsefeyê bi çavdêrîya sosyolojîk û rexnegirîyê dihunin. Feqet problem herhal reva ji îdeolojîyan e. Him Cewerî, him Metê di hevpeyvînên xwe de sarbûn û reva ji îdeolojîyan wekî sekneke pozîtîf nişan didin.[25] Tenê pirsek: ma edebîyata bê îdeolojî jî îdeolojî nîne?  

Swêd wekî odeya wan ya romanê ye. Pirê caran wekî nêçîrvanan tevdigerin, neçîrvanên çirokan, nêçirvanen bîyografîyan. Gava li welat mêze dikin, enkazan dibînin, bi bindestîya gel qehr dibin, dixwazin wekî nivîskarê di romanê de biletekê bistînin, gel bikin walîzên xwe û bibin Swêdê azad bikin.

Gava romanên xwe dihunin, ji enkaza welêt her kes nikare bibe qehremanê wan. Her mijar jî nabe çîroka romana wan. Kîjan çîrok bala edebîyata rojava bikşîne, xwendayê ewropî bi çi re eleqedar be, divê çîrokek bi vî rengî bibînin. Qerekterê wan divê li ser podyuma edebîyata Ewrûpayê bikare bi rêve biçe, loma bikerên wan herçiqas bindest bin jî, di formên burjuvaya biçuk de hereket dikin û difikirin.     

Di berhem û qerekterên wan de bê hizurî û hêrseke veşartî heye. Ya rastî piranîya nivîskarên postkolonyal jixwe bê hizûr û agresîf in. Pirê caran di nava fikr û entelektuelîya van nivîskaran û ya gelê wan ên bindest de valahîyek mezin heye û ev valahî hişê nivîskaran dibe. Nivîskar dixwazin bi ronahîya edebîyatê bibe Musayê qehmê xwe, lê li gor wan qewmê wî li du golikeke zêrin diçe. Ev ferq hişmendî û honandina van nivîskaran sabote dike. Jixwe Spîvak digot sabotaj ne muneqeşe ye, rexneya dilmayînê ye.[26]  

Ev dilmayîn zêdetir di temsîla jinan de eşkere dibe. Wekî mînak Kevoka Mehmet Uzun, wekî mînak Nêrgisa koçer ya Hesenê Metê û herwiha Dianaya vê romanê. Di van temsîlan de jinên kurd dibin dildarê îşkencekarê xwe, dibe xizmetkarê mielimê xwe, dibe qehpika dagirkerê xwe. Ji bo çi? Çima ekola Swêdê li hemberî jinên kurd ewqas bi hêrs in?

Li gor anekdoteke li rojên şoreşa Adarê (1848) Balzac, pişta xwe dide şoreşên politîk û li ser masê rûdine û dibêje  “êdî bes haydê, em bizivirin ser heqîqetê”.[27] Terza vê romanê û terza ekola Swêdê piçek dişibe vê sekna Balzac. Şoreş ne muhîm e, îdeolojî ne xem e, berxwedan hebe baş dibe, feqet heqîqeta nivîskar li ser her tiştî re ye. Baş e çi ye heqîqeta van nivîskaran?

Reva ji sîyasetê, îlticaya edebîyatê ye ev heqîqet. Cewerî di hevpeyvîna xwe de edebîyatê li hemberî sîyasetê dinirxîne. Li gor wî sîyaset agirê felsefe û edebîyatê vedimirîne. Heta tiştên gelek balkêş dibêje: “di edebîyatê de demokrasî heye, di edebîyatê de şer tune, di edebîyatê de mervantî, humanîzm û aşitî heye”. Li hemberî edebîyatê jî sîyaset heye û di sîyasetê de komplo, neyartî, şer û xapandin heye.[28] Mirov dikare gelek tiştan li ser van tespîtan bêje helbet. Lê tenê dixwazim vêya bêjim, li ser rûyê dinyayê hîn nehatîye dîtin ku edebîyat miletekî bindest xelas kirîye. Helbet divê di navbera edebîyat û sîyasetê de mesafeyek qetî û kamil hebe. Helbet edebîyateke angaje ne dermanê bindestan e. Helbet rexneya sîyasetê ferz e, lê biçûkxistina sazîya sîyasetê û redkirina sîyaseta bindestan problem e. Edebîyat gelek tişt e, belkî her tişt e, lê asaya destê Musa nîne.  

Xulase Qerekterekî Dostoyevskî êdî xwe nikare bigire îsyan dike û bi dengekî bilind dibêje “ma ne bes e êdi psîkolojîya binerd”.[29]  Rastî ev psîkolojî ne tenê ya Velçanînov e. Xwendevanê vê romanê jî yên vê gotarê jî mafdar e bêje “ma ne bes e êdî ev psîkolojîya nîhîlîst”, “ma ne bes e êdî ev rexneya dûr û dirêj”!


[1] Gayatri c. Spivak, Madun Konuşabilir Mi? Weş. Dipnot

[2] Fırat Cewerî, Ez ê Yekî Bikujim, r. 16, Avesta

[3] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Avesta

[4] Bnr, Terry Eagleton, Trajedi, r. 16, weş. Can Sanat

[5] Jean-Paul Sartre, Edebiyat Nedir, r.19 weş. Can

[6] Terry Eagleton, Trajedi, r. 15, weş. Can Sanat

[7] Sadık Hidayet, Üç Damla Kan, Weş. YKY

[8] F. Dostoyevski,  Suç ve Ceza, Weş. İş Bankası

[9] Dostoyevski, Yeraltından Notlar, Weş. Remzi Kitapevi

[10] Cewerî, r.13

[11] Cewerî, r. 48, Dostoyevski, Yeraltından Notlar, Remzi Kitapevi

[12] Cewerî, r. 35, 55, Dostoyevski, Öteki, Weş. İş Bankası

[13] Hidayet, heman berhem, r. 9

[14] Emil Cioran, Ezeli Mağlup, r. Metis

[15] J.M. Coetzee, https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-108

[16] Nurdan Gürbilek, Sessizin Payı, r.114, Weş. Metis

[17] Bnr. Remezan Alan, Bendname, r. 249, Weş. Peywend

[18] Renê Girard, Romantik Yalan ve Romansal Hakikat, r. 149, weş. Metis

[19] F. Dostoyevski, Ecciniler, Weş. İş Bankası

[20] Fanon, Yeryüzünün Lanetlileri, Weş. Sosyalist

[21] Sartre, Bulantı, Weş. Can

[22] Emil Cioran, Çürümenin Kitabı, r.7-10, Weş. Metis

[23] Halide Edip Adıvar, Vurun Kahpeye, r. 35 hwd, weş Can

[24] Di vê ekolê de helbet gelek nivîskarên me yên berhemdar hene. Ev tespît zêdetir bo berhemên Mehmet Uzun, Hesenê Metê û Firat Cewerî hatîye kirin. Ev her sê nivîskar jî berhemdar û serkeftî ne, keda wan bo edebîyata me gelek zêde ye. Divê pêşîya rexneyan em heqê wan teslîm bikin. 

[25] Bo hevpeyvîna Cewerî bnr: https://philosophiakurdi.de/hevpeyvin-bi-firat-ceweri-ra/  û bo hevpeyvîna Metê bnr: https://www.youtube.com/watch?v=tGcKw5c4LEM

[26] Gayatri c. Spivak, Yapısöküm, Postkolonyalizm, Madunluk, r.35, Weş. Hayalci Hücre

[27] Theodor Adorno, Edebiyat Yazıları, r. 53, weş. Metis

[28] Bnr Hevpeyvîn bi Firat Cewerî ra, https://philosophiakurdi.de/hevpeyvin-bi-firat-ceweri-ra/

[29] Dostoyesvki, Ebedi Koca, weş. İmge

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û