Fîlma derhêner Mehmet Ali Konar Govenda Alî û Zîn duhî li pênc bajaran hate nîşandan.
Fîlma Govenda Alî û Zînê, duhî li Stenbol, Bîngol, Mêrdîn, Batman û Diyarbekirê hate nîşandan. Nîşandana Li Diyarbekirê li hola sînemayê ya N-Cityê pêk hat. Bîneran eleqeyeka mezin nîşanî fîlmê dan û derbarê fîlmê da hestên xwe derbirrîn.
Lîstikvana fîlmê Fatoş Yıldızê jî, ku di fîlmê da rola karektera Gulrengê digêre, li ser nîşandana fîlmê li Diyarbekirê keyfxweşiya xwe vegot.
Govenda Alî û Zîn, çîroka dayîkeka kurd vedigêre ku kurê wê di şerî da hatiye kuştin. Dayîka Zîn dixwaze ji bo kurê xwe yê mirî govendekê dane lê belê gelek berbestên civakî û fermî derdikevin pêşiya wê.
Fîlma Mehmet Ali Konarî Govenda Alî û Zîn heta niha li Festîvala Navdewletî ya Altın Kozayê li Edeneyê xelata SIYADê ya baştirîn fîlmê û xelata Yılmaz Güneyî; li Festîvala fîlma ya Navdewletî ya Duhokê jî xelata FIPRESCIYÊ û Xelata baştirîn lîstikvana jin (Meryem Bûbanî) bi dest ve anîn.
Nîşandana fîlma Govenda Alî û Zîn di rojên pêşiya me de jî berdewam e. Bernameya nîşandana fîlmê bi vî rengî ye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.