Ferît Şenyaşar û Wezîrê Dadê li Rihayê namzet in

Ferît Şenyaşarê ku 4 sal in li Rihayê nobeda Edaletê dimeşîne û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag li heman bajarî di hilbijartinên parlementoyê da tên hemberî hev.

Şenyaşar ji lîsteya Partiya Çep a Kesk di rêza 4an da namzet e, ji lîsteya AK Partiyê jî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag di rêza yekemin da bûye namzet.