Erdogan: YPGê Dijî DAIŞê Ti Têkoşîn Nekiriye

09/12/2022

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê da zanîn ku derba herî giran wan li Dewleta Îslamî (DAIŞ) daye.

Erdogan li Foruma TRT World da zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dijî DAIŞ’ê ti têkoşîn nekiriye.

Wî dîyar kir ku dewleta ku dijî DAIŞ’ê şer û têkoşîn kiriye bi her awayî welatê wan e.

Amerîka, Hêzên Sûrîya Demoratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna DAIŞê de wek hevkarekî girîng dibîne.

HSDê di rojên borî de ser operasyonên Tirkîyê yên dijî bakurê Sûrîyê dabû zanîn ku ew tevger zerarê didin têkoşîna dijî DAIŞê.

Berpirsên Amerîkî li dû bangên HSDê dîyar dikin ku ew bi tundî dijî operasyona Tirkîyê ne.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Gelo Çêdibe ku “Chat GPT” Pişta “Google”ê Bişkêne?

Weşana paşê

ALF: Ji Rêberên Muxalefetê Herî Zêde Kiliçdaroglu Tê Ecibandin