Malbata Şenyaşar berîya rojekê li ber derîyê avahîya Wezareta Dadê Nobeda Edaletê dabûn dest pê kirin.
Di roja duyemîn ya nobetê da tê gotin ku Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê Ramazan Can ra civiya ne.
Di derbarê naveroka hevdîtinê da tû daxuyanî nehatiye belavkirin.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê da birîndar bûbû hatibû girtin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.