Ekrem İmamoğlu: Îqtidar ji kontrolê derketîye

04/11/2024

Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoğlu derbarê qeyûman da li ser hesaba xwe ya Xê peyamek belav kir û got îqtîdar ji kontrolê derketîye.

Îqtidar ji kontrolê derketîye, gotin û kiryarên îqtidarê hev nagirin. Ev berî hefteyekê ye Ahmet Turkê ligel berdestkê serokkomarî silaheta malbatan dikir, vê hefteyê bûye terorîst. Di demokrasîyê da îradeya hilbijêran tiştê esasî ye. Heke ew kesê hilbijartî, ji karê xwe bê derxistin divê şûna wî dîsa kesekî hilbijartî yanî kesekî ji endamên meclîsê bê ser karî.

Çi Bûbû

4ê Mijdarê, vê spêdê wezareta karên navxwe daxuyanîyeka nivîskî belav kirîye û destnîşan kirîye ku qeyûm tayîn kirine bo şaredarîya Mêrdîn, Batman û navçeya Rihayê Xelfetîyê. Piştî vê yekê xelk li ber derê şaredarîyan kom bûne. Şaredar û gelek kesan jî daxuyanî dane derbarê wê yekê da.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

DEM Partî: Em ti carî serê xwe natewînin, em ti carî dev ji têkoşînê bernadin

Weşana paşê

Em li ser ji-karî-dûrxistina şaredaran çi dizanin?

Te hay ji vê heye?

Li Batmanê herî kêm 60 kes hatin desteserkirin

Wezareta Karên Navxwe bi daxuyanîyeka nivîskî

Bo Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê Qeyûm tayîn kirine!

Wezareta Karên Navxwe ragihandîye ku qeyûm

Bo Şaredarîya Mêrdînê Qeyûm tayîn kirine

Paralementera DEM Partîyê ya Mêrdînê Saliha

Li Pêşangeha Batmanê Herî Zêde Kîjan Kitêb Hatine Firotin?

Li Batmanê pêşangeha kitêbên kurdî hat