Doza malbata Şenyaşara dest pê kiriye

Di bûyera li dijî malbata Şenyaşar da, yekemîn rûniştina dosyayên “kargeh” û “nexweşxane” li 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletîyê dest pê kiriye.

3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletîyê di “Dosyaya kargehê” da 37 sal û 9 mehan cezayê girtigehê dabû Fadil Şenyaşar û 18 sal jî dabûn Enver Yildiz. Lê dosya ji hêla Dadgeha Edlîye ya Herêmê ya Dîlokê ve hatibû xerakirin.

Her wiha “Dosyaya nexweşxaneyê” jî li 3emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletîyê didome. Li ser daxwaza dadgeha îstînafê û parêzerên Malbata Şenyaşar, 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletîyê biryara yekkirina her du dosyayan da. Piştî biryara yekkirina dosyayan, rûniştina ewil a dosyayê li 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletîyê tê lidarxistin. 

Di 14ê Hezîrana 2018an da li Sirûcê hevserê Emine Şenyaşarê û du kurên wê ji alîyê xizm û parêzvanên Parlementerê AKPyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin. Kurek wê hatibû girtin û ji ber vê 2 sal in ew û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edlîyaya Rihayê Nobeda Edaletê digirin.  

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times