Li gorî daneyên Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) di sala 2022an de li çaraliyê cîhanê 66 rojnameger û xebatkarên medyayê ji ber karê xwe hatin kuştin. 

Ev rêje nîşan dide rêjeya kuştina rojnamegeran li gor sala 2021ê zêde bûye ( 45 rojnameger di sala 2021ê de hatine kuştin).

Faktorên sereke ên zêdebûna kuştina rojnamegeran ev in: Êrîşa Rûsyayê ya berfireh a li ser Ukraynayê û li Meksîkayê erîşên li ser rojnamegeran.

14 rojnamevan li Meksîkayê di sala 2022an de hatin kuştin, û herî zêde ji bo medyayên wî welatî sala 2017an de hatine kuştin.

Di vê navberê de, heşt rojnamevan hatin kuştin ku şerê Rûsyayê li Ukraynayê dişopandin. Di nav wan de hem nûçegihanên Ukraynî û hem jî yên biyanî hebûn.

Rojnamevan Al Jazeera Şîrîn Ebû Akleh ji alîyê hêzên Îsraîlî ve di sala 2022an de hat kuştin. Di meha Gulanê de ku li ser êrîşeke Îsraîlî li West Bankê radigihandin dikir, hat kuştin û ew yek şokê li ser medyayê kir.

Nerazîbûna dewletan a ji bo êrîşên li dijî rojnamegeran, ji bo tundiya li ser çapemeniyê zemîneke bikêr peyda dike. 

IPI bang li rayedarên li çaraliyê cîhanê dike ku dawî li bêcezakirina van sûcan bînin û parastina rojnamegeran bikin.

Ji sala 1997’an û vir ve kuştinên rojnamegeran belge dike

Îro tora cîhanî ya IPI rapora xwe ya salane li ser kuştinên rojnamevanan belav kir. Bi tevahî 66 rojnamegerên ku ji ber karê xwe hatine kuştin belge kir. 8 jê jin û 58 jî mêr bûn.

Daneyên IPI-ê kuştinên rojnamegeran di pênc kategoriyan de dabeş dike.

Di sala 2022’an de 39 rojnameger ji ber karê xwe hatin qetilkirin. Heft rojnameger di dema şopandina pevçûnên çekdarî de hatin kuştin. Du kes dema ku nerazîbûnên sivîl dişopandin hatin kuştin, 2 jî dema ku li ser wezîfeyê bûn jiyana xwe ji dest dan. Di 16 dozên mayî de, şert û mercên li pişt kuştina rojnamegeran nehatine piştrastkirin.

Saleke trajîk ji bo rojnamevanên Amerîkaya Latîn û Karibik

Amerîkaya Latîn û Karayîp di sala 2022-an de ji bo rojnamegeran herêma herî kujer bû.

Bi 14 kuştinên bibelgekirî, Meksîka ji bo rojnamevanan welatê herî kujer di cîhanê de ma.

Ji bilî Meksîkayê, li Haîtîyê jî bi giştî 8 rojnameger ji ber pîşeya xwe jiyana xwe ji dest dan, hejmareke metirsîdar a rojnamegeran hatin kuştin. 

Ukrayna: Nûçegihanên wêrek di pêş de ne

Rûsyayê di meha Sibatê de dest bi dagirkirina xwe ya berfireh a Ukraynayê kir.

IPI bi tevahî heşt rojnameger û xebatkarên medyayê, di nav de nûçegihanên Ukraynî û biyanî jî tomar kirine, ku ji ber karên xwe ya rojnamegeriyê hatine kuştin.

“Îsal dîsa rola krîtîk û xeternak a rojnamevanên ku şer dişopînin nîşan da. Bêyî wan, em ê tenê ji leşkeran bibihîzin”, got Maroević. “IPI bi rêzdarî bîranîna hemû rojnamevanên ku jiyana xwe ji dest dane di nûçegîhanê de li ser êrîşa Rûsyayê ya berdewam a Ukraynayê bi bîr tîne.”

Bêcezakirin şîdetê zêdetir dike

Bêcezakirina kuştinên rojnamegeran çerxa tundiya li dijî çapemeniyê berdewam dike. 

Plana  Çalakiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Ewlehiya Rojnamegeran  di sala 2012’an de ji bo baştir parastina çapemeniyê û têkoşîna li dijî bêcezabûnê hat destpêkirin.

Rojnamegerî bûye yek ji karên herî metirsîdar li cîhanê.

Yonca Sarsilmazê ev rapor ji Ingilîzî wergerandîye Kurdî.

Ji bo Ingilîzî

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!