Muhammed Nurullah Kiliç nivîsîye
Di destpêkê de da ku mijar û armanc çêtir were fêmkirin ez dixwazim qala perwerde, ziman û zarokatiyê bikim. Gelo ziman, perwerde û heyama zarokatiyê çi ye û paşê tekilîya wan bi hev re çi ye?
Ziman û nasnameya mirovî
Di derheqê danasîna zimên de fikrên cihê hatine gotin. Li gorî min ziman; Çawa ku di nîveka atomekê de tovek heye û ew tov diyar dike ku çend proton, elektron, notron û hwd. hene, ango nasnameya wê atomê diyar dike û nîşan dide ku ew atom çi ye, dikare çi bike, eynî wisa tovê mirovî jî ziman e. Bi saya zimên ve nasnameya mirovan diyar dibe û ew nasname hebûna mirovan diyar dike. Eger di wî tovî de guherînek were kirin kîmyaya wê atomê tê guhertin, ew atom an edî nayê bikaranîn an jî cewhera xwe winda dike, dibe atomeke din û ji bo hin karên cuda tê bikaranîn. Dema ku zimanê meriv jî were guhertin an karê xwe yê eslî nayîne bi cih an jî ji bo karen ku ne karê wî/wê ne tê şixulandin.
Zana Farqînî zimanî wiha pênase dike: “Ziman hemaneke wisan e ku nabe mirov beyî wî bê fikirandin. Ji lew re ew pêjerekê sereke ye ku mirovan ji çandar û afirandinên din vediqetîne û bi saya zimên Mirov dikare bifikire, hest û nestên xwe, ramanên xwe, tek û bertekên xwe bide der.”
Perwerde û rola wê
Di derheqe perwerdeyê de em dikarin wiha bibêjin:
Perwerde ne tenê veguhestina zanînê ye her wiha veguhestina exlaq, çand û hunerê ye jî. Ne tenê heyameke di dibistanê de hatiye asê kirin e. Di her qada jiyanê de berdewam dike. Li malê, li kar, di nav civakê de her dem mirov perwerdeyekê distîne. Bi vî awayî meriv kamil dibe.
Ji ber ku meriv di heyama zarokatiyê de dest bi dibistanê dikin, perwerdeyê bi piranî ji dibistanê distînin. Pîştî dê û bavê zarokan dibistan, di kamilbûyîna merivî de û di kamilbûyîna exlaqê merivî de roleke mezin digire. Ji ber vê yekê perwerdeya ku di dibistanê de tê standin cihekî pir girîng digire. Pewiste di vê pêvajoyê de zarok gelekî baş werin fêmkirin û li gorî wê werin perwerdekirin. Eger zarok baş neyê fêmkirin an jî xwe baş îfade neke ji bo zarokî gelek pirsgirêk tên holê.
Girîngiya heyama zarokatiyê
Em dikarin têgeha “Zarok”ê di gelek hêlan de terîf bikin (wek derûnnasî, civaknasî, perwerde, hiqûq û hwd.) lê belê da ku nivîs ji armanca xwe dernekeve em ê tenê ji hin aliyan ve behsa zarokê/î bikin.
Di alîyê civakî de zarok hem ji bo malbatê hem jî ji bo civakê ciyekî gelek girîng digire. Çimkî zarok tovê gelan, civakan, malbatan in ango pêşeroja malbatbûyînê û civakbûyînê ne. Ev heyama zarokbûyînê di navbera pitikî û xamabûnê de derbas dibe. Di vê navberê de tiştên ku zarok hîn dibin û perwerdeya ku distînin bandoreke gelek mezin li ser pêşeroja wan dike. Tiştên wekî ziman, exlaq, terbiye û rêzdariyê di van deman de rûdinin û ev tişt şekil dide kesayetiya wan.
Derûnnasê navdar Sigmund Freud di derbarê vê heyama zarokatiyê de wiha dibêje: “Tiştên ku di heyama zarokatiyê de diqewimin, paşê di jiyana mirovan de tesîreke girîng li ser hest û kesayetiyê dikin.”
Her wiha UNICEF girîngiya heyama zarokatiyê wiha vedibêje: “Bi tenê ne ji heyama dayikbûnê, heta heyama kamilbûnê ye. Divê zarok di vê heyamê de di dibistanê de perwerdeyê bibînin, li wir bileyîzin, bên hezkirin û malbatên wan jî piştgiriya wan bikin da ku ew bi awayeke jixwebawer di civakê de cihê xwe bigrin.”
Bandora zimanê dayikê li ser zarokan
Zarok, dema ku ji dayik dibin û heta ku tên asta hînbuna jiyanê, ji denge dayîka xwe û ji dengê derdora xwe hînî jiyanê dibin. Hest û ramanên zarokan bi wî awayî têr dibin û jiyanê bi wî zimanî nas dikin. Tiştên ku hîn dibin û perwerdeya ku hildidin dibe sedema kesayetên wan û di civakê de cihê wan dîyar dike.
Zimanê dayikê di hişmendiya wan de cihekî saxlem digire û lerizandina wî cihî gelek zehmet dibe. Eger ew cih rastî êrîşan were û were lerizandin dibe ku ev êrîş serê zarokî tevlîhev bikin û zirarên derûnî bidin zarokî ango dibe ku kesayeta zarokî xira bike. Çimkî zarok, jiyanê bi wî zimanî nas dike.
Dema ku zarok digihîjin û dema ku dest bi perwerdeyê dikin wê perwerdeyê tekildarî çand, ziman û derdora xwe dikin yanî zarok, heta wî temenê xwe, di jîyana xwe de çi hîn bûbe perwerdeya ku distine bi wan tiştan difikire û hewl dide têkildarî hev bike. Eger bikaribe wan tekilîya bike, wateyekê ji wê perwerdeyê distine.
“Ji bo zarokekî/ê zimanê dayikê tişteke ji zimanî zêdetir e. Zimanê dayîkê nasnameya mirovî ya şexsî, civakî û çandî jî dihundirîne. Peyv û îfadekirina peyvê di nav çandan de tê guhertin. Di hin zimanan de rasterast pirsîna tiştekî, wekî ‘midaxelekirinê’ tê qebûlkirin lê belê di hin zimanên din de wekî ‘meraqkirinê’ tê qebûlkirin.”
Pirsgirêkên perwerdehiya bi zimanê biyanî
Di perwerdeyê de dema ku mamoste bi zimanekî biyanî diaxive, gelek tiştên ku mamoste dibêje, zarok fêm nake. Zarok ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bike hewl dide ku wê tiştê wergerîne zimanê xwe lê belê di wê demê de ew tişta ku mamoste dixwaze bibêjê nikare fêm bike û alozî hingê dest pê dike.
Mînak: Eger mamoste qala xwarinçêkirinê ji zarokan re bike û behsa amûrên xwarinçêkirinê bike divê zarok bizanibin ku ew amûr çi ne û çawa ne, nexwe zarok di serê xwe de nikare wê tekilîyê bike. Eger mamoste bibêje “Qûşxane” zarok dê bizanibe ku meriv di qûşxanê de xwarinê çêdike û mamoste wê qala xwarinçêkirinê bike lê belê dema ku mamoste bi zimanekî biyanî bibêje “Tencere yan jî Boiler” zarok nikare tu tekilîyan bike û tu mijar di serê wî de nayên holê yan jî mijar şêlo dimîne û zarok tu tiştî nikare ji wan mijaran hîn bibe.
Eger zarok bi zimanekî biyanî perwerdeyê bistînin, dê nikaribin perwerdeyeke baş bistînin û dê nikaribin bi ser bikevin. Ew zimanê biyanî dê wan gelekî biwestîne û enerjiya wan kêm bike. Zarok nikarin hînî tu tiştî bibin û ji ber ku bê perwerde dimînin jiyana wan dê bê qalîte bimîne û bi îxtimaleke mezin wê jiyana dibistanê berdin.
“Li Zimbiyayê (welateke li Afrîkayê ye, zimanê wan ne Ingilîzî ye) zimanê fermî îngilîzî ye. Hate tespîtkirin ku di dawîya dibistana seretayî de zarokan nekarîne baş bixwînin û binivisînin. Gelek ji wan, ji ber ku nikarin talîmatan bixwînin û fêm bikin di ezmûnan de ser nakevin.”
Perwerde dema ku wisa bidome motîvasyon jî namîne û zarok jiyana xwe ya perwerdeyê berdidin.
Pêwendiyên perwerdeya bi zimanê dayikê
Lê belê ger perwerde bi zimanê dayikê bê dîtin pêwendiyên wê gelek in. Van pêwendiyan Caroline Savage di nivîsa xwe de wiha rêz dike:
- Bi saya perwerdeya bi zimanê dayikê zarok, zimanên din jî hesantir fêm dikin û hêsantir hîn dibin.
- Zimanê dayîkê nasnameya mirovî ya şexsî, civakî û çandî bi pêş ve dixe.
- Bi kar anîna zimanê dayikê fikirîna rexneyî û hûnerên zarokî yên xwendin û nivîsandinê bi pêş ve dixe.
- Li gor lêkolînan kesên ku bi zimanê dayikê perwerdeyê distînin di mifredatê de çêtir serkeftî dibin.
- Zarokên bi zimanê dayikê perwerdeyê distînin ji ber ku xwe baştir hîs dikin di dibistanê de çêtir serkeftî dibin û ji dibistanê zêdetir hez dikin.
Tablo: Bandora zimanê perwerdeyê li ser serkeftina zarokan
| Cureyê Perwerdeyê | Pêşketina Zanînê | Pêşketina Zimanê | Pêşketina Civakî | Pêşketina Derûnî |
|---|---|---|---|---|
| Bi zimanê dayikê | Gelek baş | Gelek baş | Gelek baş | Gelek baş |
| Bi zimanê biyanî | Kêm | Navîn | Kêm | Lawaz |
| Bi her du zimanan | Baş | Baş | Baş | Baş |
- Ji ber ku dê û bavê zarokî di spartekên zarokî de alîkariya zarokî dikin hevbandoriya wan li hev zêdetir dibe.
Dîsa Bedîuzzeman Seîdê Kurdî di derbarê zimanê dayikê û perwerdehiya zimanê zikmakî de wiha dibêje:
“Mora qederê ya di însanî de, ziman e. Reng û rûyê însaniyetê jî, di rûpelê zimanî de, neqş û xemla beyana xwe, dide der. Zimanê zikmakî jî, ji ber ku sirûştî û fitrî ye, lefz û kelam, bi xwe, berê xwe bêyî gazî û dawet, têne hiş û bîra meriv. Wihareng ji ber ku danûsitendin, tenê bi maneyê re ye, lewma hiş nakeve nav dudiliyê û şaş nabe û ew ilm û agahiyên tên dikevin wî zimanî, mîna “neqşun ale’l-hacer/nexşên li ser kevir” daîmî dimînin. Û her çi tiştê ku bi wî kirasê zimanê millî bixuyê, ji meriv re nas û şîrîn tê.”
Wekî Seîdê Kurdî jî rave kirîye ji ber ku danûstandin bi maneyê re ye dema meriv dengekî nas bibihîze nakeve dudilîyê û ji ber ku maneya peyvê dizane şaş nabe, di hişê xwe de bi wergerandina wê mijarê ve mijul nabe. Bi vî awayî serkeftin hêsantir dibe.
Çareseriya pirsgirêkan
Eger ku zarok bi zimanê dayikê perwerdeyê nestîne gelek pirsgirêk tên holê. Ji bo çareseriya van pirsgirêka gerek di dibistanan de heta ku zarok werin asteke baş divê bi zimanê dayikê perwerdeyê bistînin. Divê mamoste bi stratejiyên perwerdehiyê bala zarokan bikişîne. Ew jî bi zimanê dayikê mimkun e.
Zarok di van salên xwe yên pêşî de; xwe, hunera xwe, çanda xwe, dîroka xwe dinasîne û ev, jê re dibin motîvasyoneke mezin. Ji ber ku bi hînbûna zimanekî biyanî ve mijûl nabin dikarin zimanê xwe yê dayikê pêş de bidin dikarin baştir xwendin û nirxandinan bikin, bingeheke baş distînin û dikarin zimanên biyanî baştir fêr bibin.
Her wiha eger ku mamoste jî zarokan fêm neke nikarê pirsgirêkên wan çareser bike. Nikarê feydeyê bide wan, nikare rêberiyê ji wan re bike. Dibe ku zarokek xwedî fikr û ramanake gelek baş û xwedî hêz be, lê belê dema ku mamoste fikra wî zarokî fêm neke ew fikir û raman jî wê digel wî zarokî winda bibe. Eger ku zarok wisa bibin xusaret, civak pêş de naçe û civakê dê têk biçe.
Turkan Tosun di teza xwe ya Edebiyata Zarokan di Kovara Nûbiharê de di derbarê girîngiya perwerdehiya zarokan de wiha dibêje: “Zarok kesên pir girîng in, wekî toximekî ne. Heke ev toxim baş bên reşandin û baş lê bê mêze kirin, ew wek dareke fêkiyê mezin dibin û şaxên xwe fireh dikin. Fêkiyên wê jî ji bo cîhanê dibin sedema bextewariyê.”
Bandora li ser çand û hunera kurdî
Perwerde ya bı zimanê zikmakî di çand û hunerê de, di nirxên malbatbûyîna zarokî/ê de jî xwedî giringiyeke mezin e. Bi saya perwerdeya bi zimanê dayikê zarok zimanê xwe ji bîr nakin û girêdayî çand û hunera xwe dimînin. Dîroka xwe û folklora xwe meraq dikin, ango nasnameya xwe dipirsin û lê digerin. Bi vî awayî hebuna xwe nas dikin.
Her wiha tekiliyên di nav malbatê de jî baştir dibin. Gelek kes hene ku bi zimanê xwe yê dayikê nizanin biaxivin û di hemû emrê xwe de bi mezinên xwe (wek dapîr û bapîr) re nikarin bikevin têkiliyê, nikarin du hevokan bi wan re biaxivin û ji wan hest û nirxên malbat bûyînê mehrum dimînin. Ji ber vê yekê ew peywendiyên di navbera xizman de jî sist dibin. Ev jî îxtilaf û dijminahiya di navbera malbatan de bi xwe re tîne.
Perwerde û bindestî
Her wiha dema ku perwerde ne bi zimanê dayikê be bindestî jî zêde dibe. Li gor lêkolînan miletên ku bi zimanê dayikê perwerdeyê nastînin piranî bindest in, eger bindest bin miheqeq aborîya wan ne baş e. Ji bo ku aboriya xwe pêş bixin û xwe ji bindestiyê xilas bikin dizanin ku perwerde û xwandin ji bo wan xilasbûn e. Dema ku di perwerdeyê de pêş nekevin nikarin bigihîjin xeyalên xwe, nikarin karê ku jê hez dikin bikin, nikarin bibin merivên bi qalîte û bi mecbûrî di karên xelkê de dixebitin. Jiyana wan wisa dibe xusaret.
Ev miletên bindest di bin neyeksaniyeke gelekî qewî de ne ji ber ku bi zimanê xwe perwerdeyê nastînin nezanîn li wan zêde dibe, neyeksanî zêde dibe, nasname û zimanê wan bindest dimîne. Ji ber vê yekê tu caran hurmetê nabînin.
Encam
Ger zarok baş neyê perwerde kirin û baş li ser neyê sekinandin di pêşerojê de wê gelek ziraran bidê xwe, malbata xwe û wê civaka ku tê de dijî. Heta û heta ger xirab were mêze kirin dibe kû ji bo cîhanê jî bibe wek xetereyeke mezin.
Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku zarok mîna zevîyekê ne ger mirov li wan baş binêre ew zevî dê gelek fêkiyan bide û wê ji bo xwedîye zevîyê bibe sedema kêfxweşiyê. Zarok jî ger baş lê were mêze kirin û baş were perwerde kirin wê ji bo cîhanê fêkiyên baş bidin û wê di civakê de bibin sedema kêfxweşî û aramiyê.
Grafîk: Bandora perwerdehiya bi zimanê dayikê
| Bandor | Encama Pêşî | Encama Duyem | Encama Dirêj |
|---|---|---|---|
| Hînbûna hêsantir | Fêmkirina baştir | Hînbûna zimanên din | Pêşeroja geş |
| Pêşveçûna nasnameyê | Nasnameya çandî | Parastina çanda kurdî | Civaka geştir |
| Fikirîna rexneyî | Çêkirina tekilîyan | Pêşveçûna zanistî | Serkeftina jiyanê |
| Serkeftina dibistanê | Motîvasyon | Kêmkirina terka dibistanê | Pêşeroja geş |
| Têkiliya malbatî | Têkiliyên xizmîniyê | Parastina nirxên malbatî | Civaka saxlem |
Çavkanî:
[1] https://botantimes.com/du-tegihen-tekildari-hev-cand-u-ziman/
[2] https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-145
[3] Olivier Houdé, Çocuk Psikolojisi, Dost Kitabevi, Mayıs 2006 Ankara, r. 10
[4] https://www.unicef.org/sowc05/english/childhooddefined.html
[5] https://www.ie-today.co.uk/comment/the-importance-of-mother-tongue-in-education/
[6] www.ijtsrd.com/papers/ijtsrd35846.pdf
[7] https://zehra.com.tr/kitapoku.php?id=22&sayfa=178
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.