Di Navbera Asî, Şoreşger û Stûxwaran de Krîzên Edebiyata Cîhanê

Gelo pêkan e mirov ji mînaka Îrlandayê ders û şîretekê bigire û çîrokeke din, rêyeke din pêşniyaz bike? Gelo mirov nikare polîtîkayên dagirkeriya zimên ên ku edebiyata galî ewqas xizan kiriye û tecrûbeyên cîhanê ji şiyana derbirînê bêpar hêlaye, bi biryar rexne bike û hem zimanê galî dewlemend bike hem jî ew siyaseta navneteweyî ya ku hinek zimanan dike mêtingeh, rexne bike û bizaveke demokratîktir a edebiyateke navneteweyî biafirîne.

***

Pascale Casanova, di Komara Edebiyata Cihanê de nexşeya cîhanê bi rêya edebiyatê temsîl dike ku ji netewan pêk dihat. Welat, li şûna deşt û çiya û rûbaran êdî bi roman, helbest û destanan dihatin temsîlkirin. Mezinahiya welatan jî ne li gor berfirehiya erdê lê li gor hejmar û qelîteyên berhemên edebî dihatin tespîtkirin. Li gor ‘sermiyana edebî‘ hinek edebiyatên netewî “mezin” hinekên din jî “piçûk” dihatin pênasekirin [1].

Casanova ji bo pêkhatina edebiyata cîhanê qala hinek bûyerên dîrokî dike û sedemên ferqa mezinahiya di navbera edebiyatên neteweyan de îzah dike. Min di çend nivîsên berê de li ser formulasyona Casanova nivîsîbû [2]. Di vê nivîsê de, ez dê hewl bidim li ser hinek rewş û bûyeran bisekinim ku Casanova wekî “krîz” pênase dike. Gelo Casanova çima ew bûyer wekî krîz pêsanekiribûn? Bi ya min, ji ber ku wî nikarîbû wan di çarçoveya xwe de îzah bike, ew wekî “krîz” bi nav kiribûn.  Yek ji sedemên krîze xurtbûna bazarê û metabûna edebiyatê bû ku edebiyat êdî bûbû mijara pere û firotanê. Sedemekî din jî şewaza tevlîbûna “edebiyatên piçûk” li edebiyatê cîhanê bû.   

Li gor Casanova “edebiyata xweser” ku xwe ji siya dîn û siyasetê azad kiriye, di sedsala 16mîn de li Fransayê xwe pêk anîbû. Prestîja edebiyata fransî ya li ber çavên neteweyên din qezenc kiriye, ne ji ber zordariyê ye lê ji ber afirandina edebiyata nazenîn û dewlemend bû. Neteweyên din jî dê heman rê bişopandana û xwe bigihandana wê qonaxê. Bi wî awayî dê nexşeya cihana edebiyatê temam bûya. 

Lê di destpêka sedsala 20mîn de mijara ekonomiyê wekî cîna Alaedîn ji nişka ve ji şişeyê derdikeve û di nava analîzên Casanovayê de xwe nîşan dide. Xweseriya edebî wekî pezan ketibû tora bazirganan. Ev xetere ye ku komara edebiyatê wê vediguhere “bazara edebiyatê”. Diyar e qanûnên bazar û komarê ji hev cûda ne û li deverên ku hawirdor vediguhere bazarê, neçar e ku firoşkarên edebiyatê an jî, bi gotina Mario Benedetti, “mafyayên edebî” hebin ku dixwazin çarenûsa sûkê kontrol bikin [3]


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Casanova, şûna analîzkirina mantiqa bazarê ku ewqas xwedî bandor e, li ser dînamîkên hilberîna edebî, tu dibêjî qey bazara edebî ji hêla “destekî nexuya” yan cîna Aleadîn tên rêvebirin, serê xwe dizivirîne aliyên din. Dewlemendiya diravî û edebî ya hin miletan ji têkiliyên siyasi, ekonomik û civakî behtir wekî keremeke xwedayî bi hinek taybetmendiyên wan miletan tên şîrovekirin.  Lewra li derveyî qada rexneyî dimînin. 

Lê digel wê yekê, siyaset û dîrok mîna xeyaletan li pey Casanova dikeve ku ew di tevahiya pirtûkê de jê direve. Casanova ji ber ku cih nade dîrokê, bi awayekî durist, di binbeşên kitebê de, nivîskar û edebiyatan wisa bi nav  dike: isyankar, stuxwar, şoreşger. Kolonyalîzm jî wekî ekonomîyê ji nişka ve ji şîşeyê derdikeve. Dema ku em hatin sedsala 19mîn Casanova behsa bêdawîbûna kolonyalîzmê û tesîrên wê yên li ser avabûna edebiyatên neteweyî û li dervayê Ewropayê dike. Mirov şaş dibe. Gelo kolonyalîzmê kengî dest pê kiribû û ma qet tesîra wê li ser pekhatina ziman û edebiyatan nebû [4].  Ê ma tiştekî dest pê nekirîbe dê çawa bi dawî bibûya?

Casanova, gava behsa bidawîbûna kolonyalîzmê dike, dizîya dîrok û şoreşê dike. Dema qala rabûna hişmendiya netewetiyê dike li ser bandora Şoreşa Fransayê û nêrînên Herder radiweste û dibêje Herder wekî nosyon kategoriyeke “gel” îcad kiribû ku vê yekê jî di edebiyatê de şoreşek pêk anîbû. Nivîskarên li derveyî Ewropayê dema ku netewe û edebiyatên xwe yên neteweyî ava dikin ji wan şoreşan îstîfade dikin.

Bi wî awayî, Casanova ji Şoreşa Haîtî bigre heta şorêşên din ên dij-kolonyal tu şoreşên gelên ne-Ewropayî wekî çavkaniyên îlhamê ji bo avakirina netewe û edebiyata netewî qebûl nake û tesîrên wan yên li ser hişmendî û aferîneriya hunermend û nivîskaran qet analîz nake. Çawa ku Casanova kolonyalîzmê beşek ji dîroka modern qebûl nake herwiha têkoşîn û şoreşên li hember kolonyalîzmê jî parçeyek ji beşa dîrokê qebûl nake. Lewra, asîmilasyon jî, îsyan û şoreş jî belasebeb tên meydanê.  Lê helbet ne wisa ne. 

Casanova, di beşa “Asîmîlebûyî” de behsa nivîskarên wekî Naipul dike ku ji ber tunebûna kevneşopiya edebiyatê ku pala xwe bidê, xwe rasterast di nav edebiyata îngilîzî de asîmîle kiriye. Çawa ku gelên bêdîrok hene “gelên pêş-edebiyatê” jî hene û da ku bibin xwedî edebiyatek, divê bi zimanê xwe yê ne-edebî nenivîsin [5]

Naipul, nivîskarekî hîndû ye û ji ravekirin û şiroveyên Casanova wer xuya dike, heta ku rastî îngîlîzan hatin edebiyata hîndûyan tunebû (Casanova li ti cihî nabejê ku ew rasthatineke kolonyal e). Casanova li vir  îlhama xwe ji Hegel digire ku xeyelata wî di tevahiya pirtûkê de digere. Hegel, têkiliyeka rasterast di navbera hebûna dîrokê û ya edebiyatê de saz dike. Derheqê dîroka Hîndîstanê de wiha nivisîbû, “Hîndîstan hem xwediya pirtûkên dînî yên qedîm û hem jî xwediya berhemên hêja yên helbestê ye… lê hêj ne xwedîya dîrokekê ye [6].

Di vê formulasyonê de ku têkiliyekê datîne di navbera pexşana dîrokê û ya edebiyatê de, ji Îlyadaya Homeros bigire heta niha hemû destanên ku serketinên Rojava yêm li ser Rojhilat (Şerq) nîşan dide, bi rastî jî wekî biserketinên dîrokê, li ser pêş-dîrokê tên xwendin û ravekirin. Herweha, guzergeha rewitiya her neteweyekî ji pêş-dîrokê ber bi dîrokê ve jî tê diyarkirin: çûna li ser rêya hêzdar û serfiraz da ku bişibe wan [7].

Ji ber ku di avabûna neteweyan de cih nade têkiliyên kolonyal, nêrînên Casanova di derheqê nirxandina pîvanên navneteweyî de bi nakok û hevnegirtî ne. Di beşa “Febrîqaya Gerdûnîtiyê” de gazindan dike çawa pîvanên rûnîştî û siyaseta xelatdayînê şewazeke edebî derdixe holê ku sûretê paytextên edebiyatê ne û giş li Ewropayê ne [8].

Ligel vê yekê, di pirtûkê de têra xwe cih nade wan nivîskaran ku li şûna zimanên ewropî bi zimanê bav û kalan dinivîsin û pîvanên nû datînin ji bo aferîneriya edebiyata neteweyî û navneteweyî. Di beşa “The Rebels” [Asî/Dijraber] de cih dide wan nivîskaran lê bi awayekî erênî û piştevanî nêzîkî wan nabe. Gava behsa Ngugî wa Thiong’o û Kateb Yacine dike hewldanên wan wekî karekî îsyankar pênase dike [9]. 

Ew navlêkirin di xwe de wateyeke wisa dihewîne ku nivîsandina bi zimanê xwe yê biûslup û şewazên xweser, nivîskarek nikare bibe hemwelatiya/ê komara edebiyata cîhanê. Tiştê ku Casanova wekî krîz pênase dike ev e: hem gazindan ji yekşewaziya di edebiyatê de dike hem jî kesên ku hewld didin wê yekşewazîyê bişkînin wekî asî û îsyankar rave dike.

Lê dîsa jî Casanova haydar e ku hevbandora nivîskarên neteweyên din heye yên ku bi wan re xwedî tecrûbeyeke dîrokî ya hevpar in. Casanova ji vê hevkarîgerî û piştevaniyê re digot “enternasyonaliya neteweyên piçûk”, lê zêde girîngî bi vê nedida û bi hûrgilî li ser nedisekinî. Ji ber vê yekê jî ew îhtîmala afirandina bizaveke edebiyata cîhanî ya demokratîktir û pirdeng, bêyî ku bê nîqaşkirin wisa li holê ma.

Îroniyeke mezin e ku Casanova  di beşa “The Revolutionaries” [Şoreşger] de pesnê nivîskarên wekî Samuell Beckett û James Joyce dide ligel ku di peywenda kolonyal de berhemên xwe diafirînin, bi zimanê mêtîngeran dinivîsin.     

Pêşî Joyce û dû re Samuell Beckett ji aliye Casanove ve, mîna du “şoreşger”ên mezin tên silavkirin û pîrozkirin ku wan edebiyata îrlandayî ji çarçoveya teng a zimanê galî û ji karakterê mîtîk-folklorîk ê neteweperestiya Îrlandayê ya bi terza Yeatsî rizgar kiriye û wê derdixin asta edebiyata cîhanê. Hem Joyce hem jî Beckett nasnameya xwe ya nivîskariya cîhanî li paytextê komara edebiyata cîhanê bi dest dixin ku wê çaxê paytext Parîs e. Parîs wiha tê teswîrkirin ku hemû nivîskaran dixwestin edebiyatên xwe li wir ji deverîbûnê (taşralı) rizgar bikin, Parîs bûye pişt û mekan ku edebiyata arî lê hildifire [10].

Casanova piştî ku Joyce û Beckett wekî şoreşger îlan dike, şert û mercên berfirehbûna komara edebiyata cîhanê jî diyar dike. Edebiyatên ku ji aliye neteweyên piçûk ve tên hilberandin, nikarin bibin parçeyeke edebiyata cîhanê. Niha, ji bo beşdarî edebiyata cîhanî bibin ya ku bi zimanên xweser tê hilberandin, divê ji nav van zimanan bi zimanekî hilberandina edebî pêk bê. 

Gelo pêkan e mirov ji mînaka Îrlandayê ders û şîretekê bigire û çîrokeke din, rêyeke din pêşniyaz bike? Gelo mirov nikare polîtîkayên dagirkeriya zimên ên ku edebiyata galî ewqas xizan kiriye û tecrûbeyên cîhanê ji şiyana derbirînê bêpar hêlaye, bi biryar rexne bike û hem zimanê galî dewlemend bike hem jî ew siyaseta navneteweyî ya ku hinek zimanan dike mêtingeh, rexne bike û bizaveke demokratîktir a edebiyateke navneteweyî biafirîne.

Jêrenot

[1] Pascale Casanova, Dünya Edebiyat Cumhuriyeti, Varlık: 2010. Ji bo berfirehiya wê mijarê bnr. Serdar Şengul, “Di Cenga Mêtînger, Dijraber, Şoreşger û Stuxwaran de Avakirina Komara Edebiyata Cîhanê”, Zarema, 15, 2021. 

[2] Serdar Şengül, Di berbanga kolonyalîzmê de sirûda neteweyî, https://botantimes.com/di-berbanga-kolonyalizm-de-de-siruda-neteweyi/; Serdar Şengül,  Derbarê Edebiyata Cîhanê de Bersiva Çend Pirsan, https://botantimes.com/derbare-edebiyata-cihane-de-bersiva-cend-pirsan/ 

[3] Mario Benedetti, Edebiyat ve Devrim: Latin Amerika Üzerine Denemeler, Belge: 1995.  

[4] Serdar Şengül, “Gramer û Agir: Du Amûrên Emperyalîzma Lînguîstîk” https://botantimes.com/gramer-u-agir-du-amuren-emperyalizma-linguistik/ 

[5] Ganguly, Debjani, “Reading Pascale Casanova’s The World Republic of Letters in the Post-Cold War Era”, Ashcroft, Bill&Ranjini, Mendis&McGonegal, Julie,&Mukherjee, Arun, Literature for Our Times: Postcolonial Studies in the Twenty-First Century, 2012, rr. 22-28.

[6] Ranjit Guha, Dünya Tarihinin Sınırlarında Tarih, Metis: 2020, r. 23. 

[7] hbr., r. 64. 

[8] Casanova, hbr., rr. 144-150.

[9] Ji bo tevgerên edebî yên Ngugî û Kateb Yacine bnr. Serdar Şengül, “Di Arşîvên Zimanî de Rêwitî û Veger”, https://botantimes.com/di-arsiven-zimani-de-rewiti-u-veger/ ; Serdar Şengül, “Ji Fransî Ber bi Erebî û Berberî ve Rêwîtiya Kateb Yacine” https://botantimes.com/ji-fransi-ber-bi-erebi-u-berberi-ve-rewitiya-kateb-yacine/ 

[10] Casanova, hbr., rr. 242-245. 

Nivîskar/rojnameger
Serdar Şengül
Serdar Şengül
Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.