Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Di 20 salên dawîyê de (2003-2022) 1668 rojnameger hatine kuştin

31/12/2022

Di dawîya salekê de hejmara rojnamegerên ku ji ber karê xwe hatine kuştin dîsa zêde bû.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) jimareyên rojnamegerên ku di 20 salên borî de hatine kuştin berhev kir û analîz kir.

Di bîst salên dawî (2003-2022) de 1668 rojnameger ji ber karê xwe bi qetilkirin, bî awayekî plankirî û di heremên şer de hatine kuştin.

Sekreterê Giştî yê RSFyê Christophe Deloire dibêje ku “Di eslê xwe de li pişt van hejmaran de kesayet, jêhatibûn û dilsozîya wan kesan heye ku bi canê xwe ji bo berhevkirina agahîyan, lêgerîna xwe ya li rastîyê û hewesa xwe ya ji bo rojnamegerîyê bedel dane. RSF di her civînên xwe yên salane de belgekirina tundûtûjîya bêmaf a ku bi taybetî xebatkarên medyayê kiriye hedefa xwe, berdewam kiriye.

Salên herî tarî

Di salên 2012 û 2013an de 144 û 142 rojnameger hatine kuştin. 

Ev hejmar di dema şerê Sûriyeyê de bilind bûye û ji sala 2019an û vir ve gav bi gav ketîye.

15 welatên herî bitalûke

Di van bîst salên borî de, %80 kuştinên medyayê li 15 welatan qewimîne. 

Herdu welatên ku herî zêde jimara kuştiyan lê hene Iraq û Sûriye ne , bi giştî 578 rojnamevan di 20 salên borî de hatine kuştin. Li pey wan Afganîstan, Yemen û Filistîn tên.

Welatê herî bitalûke ên Ewropayê

Rûsya ji bo medyayê welatê herî kujer ê Ewropayê ye ku di 20 salên borî de herî zêde rojnamevan hatine kuştin. 

Şerê ku di 24-ê Sibata 2022-an de li Ukraynayê dest pê kir yek ji wan sedeman e ku ev welat xwediyê duyemîn jimara mirina herî zêde ya Ewrûpayê ye. 

Ji dema dagirkirina Rûsyayê li Ukraynayê 8 rojnameger hatin kuştin . Lê di 19 salên berê de 12 kesên din li wir hatin kuştin. 

Rojnameger li herêmên şer hatin kuştin 

Di deh salên borî de, li herêmên ku şerên çekdarî lê diqewimin, rojnameger xetereyên herî mezin dikişînin. 

Ji 686 kuştîyên ji sala 2014an vir ve, 335 kes li herêmên şer (Sûriye, Afganîstan û Yemen jî di nav de) hatine kuştin. 

Di sala 2012’an de 94, di 2013’an de 92, di 2014’an de 64, di 2015’an de 52 û di 2016’an de 53 sal mirine .

“Herêmên di aştîyê de” ku rojnameger hê di bin xeterîyê de ne

Welatên ku bi awayekî fermî şer lê tine, ji bo nûçegihanan ne ewle ne.

Di van bîst salên borî de rojnamevan bêtir di “herêmên di aştîyê” de hatine kuştin, ji ber ku we li ser dozên neqanûnî lêkolînan dikin.

Di cîhanê de, yek ji welatan herî bitalûke a ji bo rojnamegeran Amerîka ye.

Ev nûçe ji alîyê Yonca Sarsilmazê ve hatîye wergerandin.

Çavkanî: RSF

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan