Derbarê Edebiyata Cîhanê de Bersiva Çend Pirsan

Derbarê Edebiyata Cîhanê de Bersiva Çend Pirsan
Serdar Şengül Fotoğrafı

Serdar Şengül

Navenda Nûçeyan

Belkî bi wî awayî em bêhtir bibînin gelo di serdema postkolonyal de pênasekirin û avakirina dinyayê tenê ji perspektîfên ewropa-navendî û bi lidervehiştina tecrûbeyên kolonyalîzm û dijkolonyalîzmê mumkun e?

***

Ev çend hefte ne ku hewl didim li ser têgeha edebiyata cîhanê hûr bibim û ji perspektîfa teoriyên postkolonyal hin diskûrên kolonyalîst analîz û rexne bikim ku bi têgeha edebiyatê cîhanê re peywendîdar in. Analîzên min xwe bi Goethe û Marx dest pê kiribû ku her du jî ji perspektîfên cuda mizgîniya pêkhatina dinyaya nû didin ku xwe ji bendên sînorên neteweyan, birc û kelehên arîstokratan rizgar kiribûn.

Goethe û Marx di destpêkê de di meseleya rakirina sînoran da rola pêşengiyê dabûn bûrjûwaziyê. Lê ji ber ku bûrjûwazîyê di nav gelan û netewan de bi qasî ku sînor rakirin, sînorên nû jî danîbûn, hêvî û daxwazên her duyan jî pêk nehatin [1]. Pirsa ku ez li pey ketibûm ev bû ka ‘dinya û edebiyata ku ji sînoran azad e çima pêk nehat? Çima bûrjûwazî û proleteryayê ku du pêşengên guherînên sedsala 19emîn bûn, nekaribûn biratiya gel û edebiyatan pêk bînin?

Bersiveke xurt ji “parzemînên tarî” hat, ku ew “parzemînên tarî” li derveyî sînorên dinya û dîrokê hatibûn hiştin. Teorî û rexneyên postkolonyal hewl dan ku bersiva wan pirsan bidin û pirsên din jî bipirsin. Helbet, wan dengên dijkolonyal hem rê li ber dîroknûsiya nû ya dinyayê vekir hem jî bûn parezvanên humanîzma nû ku gel û neteweyan himbêz bike ku li derveyî hûmanîzma ewropa-navendî mabûn [2].

Xebatên postkolonyal bi her du berhemên Edward Said, Oryantalîzm û Çand û Emperyalîzm, karaktereke akademîk bi dest xist. Berhemên edebî û di avakirina îmâjên kolonyal de rolên wan di navenda xebatên Said de cih digirtin. Teoriyên postkolonyal di warê rexnegiriya edebiyatê de perspektîfên nû pêşkêş kirin ku bi teoriyên ewropa-navedî re ketin şer û pevçûn û rikberiyê.

Piştî rûxîna Yekitiya Sovyetê û rêvebiriyên sosyalîst ên li Ewropayê, hêvî û nîqaşên li ser avakirina dinyayeke yekpare du sed sal piştî Goethe careke din geş bûn. Wê demê, di destpêka salên 2000î de mijara edebiyata cîhanê jî şewqa xwe da derûdorên akademiyê. Çend berhemên sereke li ser wate û taybetmendiyên edebiyata cîhanê hatin nivîsîn. Di warê pêkhatina edebiyata modern de teorîyên postkolonyal û yên li ser edebiyata cîhanê bi eşkere yan jî veşartî ketine gengeşiyeke fikrî û entelektûelî.

Xebata Pascale Casanova ya Komara Edebiyata Cîhanê yek ji wan berheman e ku min ji bo rexne û analîzên xwe wekî referans nîşan dabû. [3] Hatice Kılıç, derbarê navendîbûna xebata Casanovayê ya di analîzên min de çend pirsên giring pirsîbûn. Pirs û şiroveyên bi vî rengî hem îmkanan dane min ku careke din li ser vê meseleyê bifikirim, hin xal û fikran zelal bikim û bikemilînim. Herwiha, rexne û şiroveyên ku rasterast bi metn û nîviskar re peywendiyê datînin di serî de bala nivîskarî, bala herkesî li ser pirs û mijarên berbiçav dikişîne û îmkan dide wan ku fikrên xwe li ser wan xalên şênber îfade bikin. Ez jî hewl bidim bersivên wan pirsan bidim.

Pirsa ewil ya Hatice Kılıçê ev bû:

Beriya Casanova teorîsyenên ewil ên neteweyî wekî Benedict Anderson, Eric Hobsbawm û Ernest Gellner li ser neteweperweriyê û avakirina ziman û edebiyatên neteweyî nivîsandibûn. Gelo Casanona bi vê literaturê re çawa têkîldar bûye û çi li ser wan zêde kirine? 

Ew teorîsyenan hate radeyekî bi bûyina ewropa-navendî hatibûn rexne kirin. Gelo Casanova li ser rêça wan diçe û li rexneyan çavên xwe kor guhên xwe kerr dike yan rêyek nû dide ber xwe?

Pirsa din jî ew bû:

Dibe ku “destpêkirina” ji Casanovayê ji ber wergerandina wê ya bo tirkî û bagera wê ya di qada tirkî de be? Yanê dibe ku em ji bo rexneyên dijkolonyal -bêyî ku bixwazin-girêdayiyê “kanona” weşangerî û rexnegeriya tirkî ne?

Ez bi pirsa ewil dest pê bikim. Berhema Casanovayê ku orîjînala wê fransî bû û teza wê ya doktorayê bû ku di bin serperiştiya Pierre Bourdieu de hatibû amadekirin, gava bi îngilîzî çap bû, di nav derûdorên edebiyatê de deng veda. Hin rexnegiran xebata Casanova ji bo rexneya edebiyata cîhanê wek stûnekê pênase kirin [4] lê hinekên din jî heman berhem ji ber ewropa-navendîbûnê bi awayekî tund rexne kirin [5]. Pesn û rexneyên bi vî rengî baş nîşan didin ku berhema Casanova di din siya nîqaşên teorî û rexneyên derbarê kolonyalîzmê de hatibû xwendin.

Gelo berhema Casanovayê ku îdîa dikir dîrok û teoriya edebiyata cîhanê binivîse çiqas cih dabû edebiyatên dervayê Ewropayê?  

Helwesta Casanovayê derbarê edebiyatên ku ji bilî zimanên Ewropî hatine afirandin çi bû? A herî giring, wê neteweyan ku piştî ji bendên kolonyalîzmê azad bûn hê bidil yan neçarî‚ zimanên edebiyatên mezin bikaranîn çawa şîrove dikir?

Casanova avakirina neteweyan û edebiyatên neteweyî tenê bi dîroka ewropayê ve sînordar dike. Bi ser de, digel ku ew dewletên nû ku netewe jî ava dikirin, di heman demê de hêzên kolonyalîst bûn, lê ew peywenda kolonyal nabîne. Benedict Anderson jî îdîa dikir zimanên Ewropî ne di sedsala 16an de lê di sedsala 18an û 19an de gava hin netewedewletan wekî împeratorî xwe ji nû ve saz kirin û zimanên xwe li ser gelên kolonîzekirî ferz kirin, êdî zimanên neteweyî di heman demê de zimanên emperyal jî bûn [6]. Her çiqas Antonio de Nebrija di sala 1492yan de yekemîn pirtûka gramera Ewropayê bi zimanî Kastilla nivîsî û berhema xwe îthafî keybanûya spanyayê kiribû jî [7] Anderson jî wekî Casanova rola zimanê spanyolê di tunekirina zimanên gelên Amerîkaya Latîn de daxilî analîzên xwe nekiribû. Berovajî vê, tekiliyeke wisa înkar dike û wiha dinivîse: “Peşêngên spanyolî yên sedsala 16emîn li gor pragmatîzma rojane tevdigeriyan û ji xwe tişta dikirin jî di rastiyê de ne spanyolkirin bû; kafir û wehşî dikirin xiristiyan“ [8] Digel ku di sedsala 16emîn de bi hezaran kitêb û kodeksên bi zimanên gelên Amerikaya Latîn hatin şewitandin û kitêbên spanyolî bi gramera kitêba de Nebrija hatin nivîsîn û li mektebên spanyolan didan xwendin, Anderson vê împeryalîzma lînguîstîk nabîne. 

Rexnegir Alexander Beecroft di seranserê pirtûka xwe ya bi navê Ekolojiya Edebiyata Cîhanî: Ji Serdema Yekem Heta Îroyîn de angaştên ku Casanova derxistine pêş rexne dike. Li gor Beecroft, pirsgirêka herî mezin a pirtûka Casanova pênasekirina dinyayê ye. Di dirêjayiya çar-pênc sedsalan de, di pêkhatina qada edebiyatê ya navneteweyî û cîhanî de yên ku li derve yan jî li qeraxa dinyayê hatine hiştin, çîroka wan a “derengmayîn”ê yan jî “qelsbûna sermiyana edebiyatê” ne ji devê wan hatiye nivîsîn. Hemû pîvan û pênasayên edebiyatê ji aliyê Casanova ve hatine tayînkirin bêyî ku referans bide gelên li derveyî ewropayê [9]. Li gor pîvanên ku wê bi xwe tayîn kirine, edebiyatên neteweyan wekî “edebiyatên mezin” û “edebiyatên piçûk” tesnîf dike. Bêyî arşîvên kolonyalîzmê veke hiyerarşiyên nû di nav edebiyatên netewî de înşa dike.    

Giringiya xebata Casanova jî li vir e. Heta radeyekê resmeke gelemper a dinyayê radixe ber çavan. Nivîskar, rexnegir û teorîsyenên wekî James Joyce, Ngugi wa Thiong’o, Kateb Yacine, Edward Said, Octavio Paz, Alejo Carpenter, Emil Cioran, Milan Kundera di kitêbê de cih digirin. Lê ya herî muhim ew e ku Casanova wan navan û cihên wan di nav edebiyata cîhanê de çawa şirove û pênase dike. Rexneyên min tam li dor vê pirsê çerx dibin. Di serî de em kurd, neteweyên cuda di nexşeya komara edebiyata cîhanê ya Casanova da li ku cih digrin? Ev e pirsa sereke ya ku ez hewl bidim bala xwendevanan bikişînim.

Helbet di warê edebiyata cîhanê de berhemên din jî hene ku min navê wan di nivîsên berê de gotibû ez ê bi berhema Casanovayê re bidim berhev. Belkî bi wî awayî em bêhtir bibînin gelo di serdema postkolonyal de pênasekirin û avakirina dinyayê tenê ji perspektîfên ewropa-navendî û bi lidervehiştina tecrûbeyên kolonyalîzm û dijkolonyalîzmê mumkun e?

Pirsa duyem pir giring e. Her diçe hejmara nivîskar û rewşenbîrên kurdan zêdetir dibin û ew dikarin berheman bi zimanên orîjînal bixwînin. Ew kes bi vî awayî asoya rewşenbîriya me jî berfirehtir dikin. Lê mixabin piraniya berhemên teorîk hêj bi tirkî ne. Haya me ji berhemên bi zimanên din hatine nivîsîn hebe jî, ji bo ku em nîqaşên hevpar bikin, bivê nevê em referans didin berhemên bi zimanê tirkî. Her diçe nivîsarên kurdî derbarê meseleyên teorîk û rexnegirî de zêde dibin û literaturek ava dibe lê mixabin di warê kitêban de reyeke dûr û dirêj li ber me heye. Lê hêvîdar im di wextê nêz de berhemên teorîk û rexneyî jî her biçe zêde bibe û ji bo nîqaşên me çarçoveyeke referansê ava bike.

Çavkanî:

[1] Serdar Şengül, “Keştiya Ferit Edgü, Girava Hekarîyê û Edebiyata li ser Sînorên Dinyayê” https://botantimes.com/kestiya-ferit-edgu-girava-hekkariye-u-edebiyata-li-ser-sinoren-dinyaye/

[2] Serdar Şengül, “Gîrîzgahek ji bo rexne û teoriyên postkolonyal” https://botantimes.com/girizgahek-ji-bo-rexne-u-teoriyen-postkolonyal/

[3] Serdar Şengül, “Di berbanga kolonyalîzmê de sirûda neteweyî”, https://botantimes.com/di-berbanga-kolonyalizm-de-de-siruda-neteweyi/

[4] Sapiro, Gisele& Ungureanu, Delia, “Pascal Casanova’s World of Letters and Its Legacies”, Journal of World Literature, Volume 5, Issue 2, May 2020, rr. 159-168

[5] Ganguly, Debjani, “Reading Pascale Casanova’s The World Republic of Letters in the Post-Cold War Era”, Ashcroft, Bill&Ranjini, Mendis&McGonegal, Julie & Mukherjee, Arun, Literature for Our Times: Postcolonial Studies in the Twenty-First Century, 2012, r. 15-35.

[6] Benedict Anderson, Hayali Cemaatler: Milliyetçiliğin Kökeni ve Yayılması, Metis, 1995, bi taybetî beşa “Resmi Milliyetçilik ve Emperyalizm, rr. 99-128.

[7] Serdar Şengül, “Di berbanga…”, https://botantimes.com/di-berbanga-kolonyalizm-de-de-siruda-neteweyi/

[8] Anderson, hbr., rr. 108-109; Serdar Şengül, “Gramer û Agir: Du Hevrêyên Împeratoriyên Mêtînger, Zarema, Hejmar 16, 2022.

[9] Alexander Beecroft, Dünya Edebiyatının Ekolojisi: İlkçağlardan Günümüze, Koç Üniversitesi Yayınları, 2020, r. 26-29, 45, 218-220.

Her meh 21 hezar kes Botan Timesê dixwînin. Tu jî yek ji wan î. Heger tu mehane bi 1 Dolarî piştgirîya Botan Timesê bikî, em ê bikarin bi hev re ji aliyê ekonomîk ve jî rojnamegerîya serbixwe bilind bikin. Botan Times her meh bi telîf herî kêm 60 nivîsan û 25 Podcastan diweşîne. 7 xebatkarên Botan Timesê hene, tekane dahata wê fonên navneteweyî ne. Bo piştgirîyê lînka li jêr bitikîne û bibe patron. Tu çi wext bixwazî dikarî piştgirîya xwe ya mehane bisekinînî.
Become a patron at Patreon!