Demîrtaş bi sê zimanan û sê rengan sersalê pîroz dike

31/12/2022

Hevserokê berê yê Partiya Demoktik ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji hesabê xwe yê Twitterê post-karteke sersalê weşand.

Di post-kartê de bi sê zimanan, Tirkî, Kurmancî û Zazakî sersal hatiye pîrozkirin.

”Sala we ya nû pîroz bibe, bila bibe sala azadîyê” li ser post-karta bi îmzaya S. Demîrtaş hatiye nivîsîn.

Post-kart bi balonan hatiye xemilandin û li hêleke wê jî rengên kesk-sor-zer xuya dikin.

Hin çavkanî dibêjin ku kesk, sor û zer rengên milî yên Kurdan in û dîyar dikin ku zer rojê, sor, xwîna şehîdan û kesk jî çiya û tebîetê temsîl dikin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Mala Şenyaşar jî dikeve sala nû

Weşana paşê

Şivan Perwer: Sala çû nedin dû, sala tê bi xêr bê