Komeleya Hevgirîya Jinan (DAKAHDER) tecrûbe, rapor û pêşnîyarên xwe yên Semsûrê pêşkeş kir.
DAKAHDERê piştî erdhejê ji bo jinan konek li Narlikuyuya Semsûrê vekiribû.
Berivan Matyar û parêzer Şirvan Yakut 5 mehan li wî konî man û alîkarîya jinan kirin.

Berivan Matyarê behs kir ka ew çiqasî li Semsûrê ma ne, li wê derê çi kirine û bi jinan ra demên çawa derbas kirine. Parêzer Şirvan Yakutê jî qala perwerde û şêwirmendîya hûqûqî kir ku wan di konên Narkilikuyuyê da dane.

Berivan Matyarê dîyar kir ku wan di nav 5 mehan da çalakî/atolyeyên curbicur pêk anîne. Wan bi jinan ra şevên çîrokgotinê li dar xistine, tûtin bi wan ra top kirine û cejna xwe jî bi wan ra pîroz kirine. Ew tenê li cihê konê xwe nemane û di heman demê da seredana gelek gundên derdorê jî kirine.
Herwiha Matyarê got cihê ku wan konê xwe lê vedane jinên erebên surîyeyê, kurd û tirk jî lê hebûne, lê hemû ji hev cuda bûne û bi hev ra jî tiştek nekirine. Wê dîyar kir ku piştî ew çûne, bi çalakî û perwerdeyên xwe jin anîne cem hev.

Parezêr Şirvan Yakutê jî behsa perwerdeyên hûqûqî kir yên ku wan li wê derê dane. Wê got ku wan bi jinan ra hevdîtinên yeko yeko kirine, ji jinan re behsa mafên mîrasî, jihevcûdabûnê, malbatî, penaberîyê û hwd. kirine. Yakut dîbêje ku ji xeynê perwerdeyan, ew bi jinan ra dicivîyan. Ew civîn jî ji bo başkirina rewşa derûnî ya jinan bûye. Parêzer Yakut dibêje ew civîn pirî caran êvaran çêdibûn ji ber ku kar û barên jinan ên wekî xwedikina zarokan û çêkirina xwarinê wê demê hin siviktir dibûn.

Di dawîya raporê da Berivan Matyarê got ku tevî ku ew êdî li cihê konan nebin jî hema hema her roj bi wan jînan re diaxivin û hewil didin ji alîyê derûnî ve alîkarîya wan bikin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.