Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Dadgehê li Îmamoglu ceza Birî, Stenbolî li Saraçxaneyê kom dibin

14/12/2022

Dadgeha Anadolu ya Kartal ya Stenbolê li şaredarê bajêr Ekrem Îmamoglu 2 sal, 7 meh û 15 roj cezayê zindanê birî.

Îmamoglu jiber heqareta li endamên lijneya hilbijartinê ceza sitand.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu di sala 2019an de ser Îmamoglu gotibû ku ehmeqek çûye Ewrupayê û Tirkîyê gilî dike.

Li ser vê şora Soylu, Îmamoglu gotibû ku kesên hilbijartinên 31ê Adarê betal dikin ehmeq in, bila li ser vê mijarê bisekinin.

Îmamoglu berî biryara dadgehê bang li Stenbolîyan kir ku li Saraçxaneyê kom bibin û li ser vê bangê alîgirên wî li wir top bûn.

Ji opozîsyona Tirkîyê, Seroka Îyî Partî Meral Akşener ser banga Îmamoglu ji Twitterê got ku ez ji Enqerê bi rê ketim, emê hevdu li Saraçxaneyê bibînin. Akşener li Saraçxaneyê ligel Îmamoglu axifî.

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gel (HDP) Pervîn Buldan got ku biryara ser Îmamoglu ne hiqûqî ye, lê sîyasî ye.

Buldan dîyar kir ku ewê berpirsên vê biryarê li hember îradeya gel têk biçin. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan