Dadgeha Destûra Bingehîn, xala Qanûna Sivîl a Tirkan a ku destûrê nade piştî zewacê jî paşnavê xwe yê berê bikar bînin, betal kiriye.
Biryar di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Dadgeha Malbattan a 8an a Stenbolê serî la Dadgeha Destûrê daye û daxwaz kiriye ku biryara navborî betal bibe. Dadgehê di daxwaznameya xwe da gotiye ku bila xala dibêje, “Jin bi zewacê re paşnavê hevjînê xwe bikar tîne; lê bi nivîskî serî li karmendê zewicandinê an jî paşê serî li rêvebiriya serjimarê bide, dikare beriya paşnavê hevjîne xwe paşnavê xwe yê berê bikar bîne. Jina ku berê du paşnav bikar dianî, vî mafî tene dikare ji bo paşnavekî bikar bîne.”
Dadgeha Destûrê her weha biryar daye ku piştî biryar di Rojnameya Fermî da biweşe bi heşt mehan wê bikeve meriyetê. Li gorî vê rewşê, wê biryar di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2024an da bikeve meriyetê.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.