Cihûyên li Tirkîyeyê di nav tirsê de dijîn: Êrîş li du sînagogan hatiye kirin

10/10/2024

Li Îzmîrê êrîşeka antisemîtîk li ser du sînagogan (kenîşte) pêk hatiye.

Koordinatorê Projeya Mîrateya Çanda Cihûyan a Îzmîrê, Nesim Bencoya dibêje ku Cihûyên li Tirkîyeyê di rewşeka zehmet de ne.

Rojnamevan, Tuğçe Yılmazê ji bo malpera bianetê bi Nesim Bencoya re axiviye û agahîyên li ser êrîşê berhev kiriye.

Êrîş çawa pêk hat?

Li Îzmîrê, di Bazara Dîrokî ya Kemeraltiyê de, di 7ê Çirîya Pêşînê de êrîşeka antisemîtîk li ser du sînagogan pêk hatiye. Li ser derîyên sînagogên La Sinyora û Algazi, nîşanên “destê xwînî” hatine xêzkirin. Herwiha li ser derîyê Sînagoga La Sinyorayê “5.60” jî hatiye nivîsîn.

Dîtinên Nesim Bencoya

Nesim Bencoya, Koordinatorê Projeya Mîrateya Çanda Cihûyan a Îzmîrê, li ser vê bûyerê wiha axiviye:

“Bi rêya wêneyekê haya me ji bûyerê çêbû. Kesek hatiye û li ser her du derîyan bi boyaxa sor nîşanên destê xwînî xêz kirine û hejmara ‘5.60’ jî nivîsîye. Ez nizanim ev tê çi wateyê, dibe ku kodek be. Kesekî ji min re got ku dibe ku beşeka ayeteka Quranê be, lê min lêkolîn nekiriye.”

Bencoya herwiha got:

“Bûyer di salvegera 7ê Çirîya Pêşînê de pêk hat. Helbet tiştên ku divê bêne protestokirin hene û mafê protestokirinê yê her kesî heye. Lê belê Cihûyên Tirkîyeyê ji ber siyasetên Netanyahu berpirsiyar girtin an jî wan rastî van kiryarên nefretê anîn gelek şaş e û dikare encamên xerab bide.”

Mîrateya hevpar hatiye hedefgirtin

Bencoya bal kişand ser girîngîya parastina mîrateya çandî:

“Bi rastî wan çi kirin? Du derîyên 200 salî xera kirin. Ne tenê mîrateya Cihûyan, an Îzmîrê ye, lê mîrateya hevpar a çandî ya Tirkiyeyê hedef girtin. Ev gelek girîng e. Ne tenê ji bo parastina Cihûyan, lê ji bo parastina mîrateya hevpar jî divê mirov li hember van êrîşan helwestekê nîşan bidin.”

Rewşa Cihûyan li Tirkîyeyê

Bencoya rewşa Cihûyan li Tirkîyeyê wiha rave kir:

“Dema ku em li hemû van bûyeran dinêrin, em dikarin bibêjin ku Cihûyên li Tirkîyeyê di nav tirsê de dijîn. Ew her dem hişyar in û neçar in ku xwe biparêzin. Ew nizanin dê sibê çi bibe. Ev hesta endîşeyê gelek xerab e. Çima mirov wiha bijî? Divê tu kes wiha nejî.”


Çavkanî: bianet, Botan Times


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

rear view of a silhouette man in window

“Mafê hêvîyê” çi ye û gelo dikare ji bo Abdullah Öcalan were bikaranîn?

Piştî axaftina Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya di civîna Koma Partîya xwe

Di doza Şenyaşaran de hemû girtî hatine berdan

Di doza êrîşa li ser malbata Şenyaşaran de Dadgeha Meletîyê biryara azadkirina

Nûnerê RSFê, ji ber edîtorîya Ozgur Gundemê cara 22yê tê mehkemekirin

Erol Onderoglu, nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê, dê careka dî li