OpenAIyê ragihand: Bernameya Hişê Çêkirî malperek Hack kiriye - DW
Şirketa OpenAIyê ragihand ku modela wan ya Hişê Çêkirî di ceribandineka li qadeka ewle de ji kontrolê derketiye. Modela nû
Chalak Events dê navbera 5ê tebaxê û 14ê cotmehê li Wanê 14 fîlmên cuda yên Kurdî bînin pêşberî sînemahezan.
Fîlm dê li salona ŞanoWanê bên nîşandan û ji 14 fîlmên ku bê nîşandan 9 jê filmên metrajdirêj in, 5 jê jî kurtefilm in.
Bernameya nîşandayîna fîlman bi beşdarîya hin derhênerên fîlman, dê rûbirû û weke online pêk bên.
Di bernameya ku dê bi derhênerên fîlman ra gotûbêj jî bê kirin diyarî Dayîkên Şemîyê hatiye kirin.
Nîşandana fîlman bi piştgirîya Yekîtiya Ewropayê, Culture Civicê û bi hevkarîya Kovara Temaşeyê tê lidarxistin.
Chalak Events sala 2017an wekî platformeka xwendekarên Kurd hatiye avakirin.
Ew ji bo hunerhezan li bajarên Stenbol, Wan û Amedê bernamayên li ser ziman, çand û hunerê yên bi Kurdî li dar dixin.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...