Artêşa Îsraîlê derbasî herêma piştî Çemê Lîtanîyê bûye - NYT
Hêzên bejayî yên Îsraîlê li başûrê Libnanê pêşveçûna xwe domandin û derbasî piştî Çemê Lîtanîyê bûn. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Li gorî agahîyên ku ji Weşanxaneya Avestayê hatine şandin, çapa çarem a pirtûka "Cızira Botanlı Bedirhaniler" derketiye. Pirtûka ku Malmîsanij nivîsiye, dîroka malbata Bedirxanîyan û bandora wan a li ser tevgera neteweyî ya Kurdan vedikole.
Emir Bedirxan di sala 1835ê de bûye Hakimê Kurdistanê. Wî li Cizîrê fabrîkayên barûtê ava kirine û xwendekar şandine Ewropayê. Li ser Gola Wanê dest bi çêkirina gemîyan kiriye û li ser navê xwe pere dane çapkirin.
Malbata Bedirxanîyan di gelek waran de pêşengî kiriye. Mikdad Midhat rojnameya kurdî ya yekem derxistiye. Leyla Bedirxan wek balerîn nav daye. Celadet Alî Bedirxan kovara "Hawar"ê weşandiye ku di warê zimanê kurdî de xwedî cihekî girîng e.
Pirtûk 384 rûpel e û tê de belgeyên Komeleya Malbata Bedirxanîyan jî hene. Her wiha di dawîya pirtûkê de albûmeka wêneyan heye ku jiyana malbatê nîşan dide. Pirtûk ji alîyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye weşandin.
Çavkanî:
Botan Times
Weşanxaneya Avesta
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...