Bûyerên dawîyê yên di pevçûna Îran û Îsraîlê de – The NY Times

04/10/2024

Edîtorên xwentecribe yên The New York Timesê bûyerên herî nû yên di pevçûna Îran û Îsraîlê de berhev kirine. BT ji berhevkariya wan berhevkariyeka zelal û kurt kiriye.

Hişyariya rêberê Îranê

Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di gotara xwe ya îniyê de hişyarî da Îsraîlê ku dibe êrîşên din jî pêk werin. Wî piştgiriya xwe ji bo Filistîniyan û Hizbullahê anî ziman.

Êrîşên Îsraîlê

Îsraîlê êrîşên xwe li Lubnan û Kenara Rojavayê berdewam kir. Şevê borî, balafirên şerî ên Îsraîlê êrîşî derdora Beyrûtê kirin ku tê de rayedarên payebilind ên Hizbullahê hebûn. Îsraîlê îdia kir ku Haşim Safiyeddîn, merivê Hesen Nesrullah û cîgirê wî yê texmînkirî, armanc kiribû.

Helwesta Îranê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê gihîşt Beyrûtê. Xameneyî di gotara xwe de pesnê Nesrullahî da û got ku Îran û Lubnan dijminê hevpar hene, mexseda wî Îsraîl bû. Wî êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Îsraîlê wek “qanûnî û rewa” pênase kir.

Bûyerên din

  • Li Xezeyê, êrîşên Îsraîlê herî kêm 99 kes kuştin
  • Bi êrîşeke hewayî ya Îsraîlê li Tulkarimê herî kêm 18 kes kuştin
  • Îsraîlê ragihand ku sê rayedarên payebilind ên Hemasê berî sê mehan kuştine
  • Artêşa Îsraîlê îdia kir ku jineke êzidî ya 21 salî ji Xezeyê rizgar kiriye

Bandora navneteweyî

Serokê Amerîkayê Joe Bidenî got ku ew li ser îhtîmala êrîşeke Îsraîlê li ser tesîsên petrolê yên Îranê gotûbêj dikin. Ev daxuyanî bû sedema zêdebûna bihayê petrolê.

—-

Çavkanî: New York Times
Nivîskar: Victoria Kim û Farnaz Fassihi

Wêne: SS, Botan Times, Channel 4, Xeza, 2024


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Li Sûriyê dem û dewraneka nû dest pê kiriye – Reuters

Çekdaran paytext girtiye û Esed reviyaye Rûsyayê. Li Şamê jîyanê dest bi

Îsraîlê êrîşî pergalên çekên stratejîk ên Sûriyê kiriye

Îsraîlê ragihand ku wê êrîşî pergalên çekên stratejîk ên li Sûriyê kiriye

Putin bi xwe ji bo penaberîya Esedî biryar îmze kiriye

Berdevkê Kremlînê Dmitrî Peskov îro ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi