Hatîce Kamerê nivîsîye:

Rêwîtiya di navbera bajaran de li Yewnanîstanê ne pir rehet e, bilêtên balafiran hem biha ne û hem jî gelek vebijarkên we tune ne, vebijarka kirîna bilêtê ji nişka ve  û çûyîna bi vî şiklî pirr luks e.

Seferên otobusê pirr berbelav in, ger mirov bilêtên çûn û hatinê bikire ya duyemîn bilêta diyarkirî ye, divê hûn roja ku hûn biçin piştrast bikin, Nabe ku hûn bêjin wele min ji fîrmaya “Öz Atinayê” bilêta nedît ka ez li fîrmaya  “Yeni Atinayê” binêrim. Vebijêrkeka wisa tune ye ezbenî, tenê vebijarkek heye, ew jî fîrmaya Öz Devletê ye. (Xwe newestînin li ser înternetê li van navan negerin, ev nav min ji ber xwe ve avêtin 🙂)

Hemû otobus aîdê dewletê ne, heqdestê şofêran ji aliyê dewletê ve tê dayîn, wek memûran  in. Şîreta hevalan li we bikim; bêyî teqezkirina bilêta xwe hereket nekin, pereyê we tune be, hûn dê asê bimînîn.

Buhaya du qehweyan pênc euro, xwarineka li gorî standardan di navbera 8 û 20 euroyan de ye. Heke hûn dixwazin li otêleka paqij bimînin, bihayên otêlên nêzîkî meydanên girîng ên bajêr ji 80 euro dest pê dikin. Bê guman, pêkan e ku meriv bi 5 euroyan hostelên bi şêwaza hostelê jî bibîne, lê di rojên koronayê de, ev bijare dikare tenduristiya we bixe tengasiyê.

Di vê serdanê de, ku mirov dikare weke gera çandî bihesibîne, ez du rojan li Atînayê mam û bi gelekî têr û tije derbas bû.

Carinan mirov derzîyekê biavêje qadên qelebalix ên wekî Akropolîs, Syntagma û Omonia nakeve ‘erdê jî lê 28ê Cotmehê ji bo Yewnanîstanê rojeka girîng e, ev roja ku berxwedana li dijî faşîzma Mussolînî ye di atmosfera roja rizgariyê de weka cejnekê tê pîroz kirin. Dema ku gelek kesên li bajêr dijîn hem ji ber oxî hem jî ji ber Halloweenê di betlaneyê de ne  û vegerîyane bajarê xwe, qad ji me turîstan re maye. Qelebalixa ku min dîtî di heman demê de ji demên normal ên Atînayê jî pirr kêmtir bû.

Wêne: Hatice Kamer

Herhal ez ê ne çirçirînim ger ku bêjim ji her alemê mirov hene li Atînayê, gelek mirovên ji Dewletên Ewropayê jî ji bo dawîya hefteyê li vir derbas bikin zar û zêç tên. Bi dîrok û çanda xwe ya dewlemend, Yewnanîstan ji bo Ewrûpayê welatekî girîng e, ji ber vê yekê ji bo betlaneyeka du rojan pirr guncav e. Li gorî Italya û Spanyayê, ku vebijarka tav, derya û tarîxê pêşkêş dikin, ev cîh yek qirtikek erzantir e. Ew bi giravên xwe yên xweşik, nemaze di mehên havînê de, ji bo gelek Ewropiyan vebijarkeka pirr xweş e. Ger TL ew qas kêm nebûya û vîzeya Şengenê bi hêsanî bihata standin, bi baweriya min di nav cihên ku ji bo welatiyên Tirkiyeyê tên tercîhkirin de dê di serê lîsteyê de bibûya.

Wekî din jî, ji bo vîzeyê gelek kar û barên kaxez û ewraqê hene, herçiqas çûna bi vexwendinnameyekê karê mirov hêsan bike jî heger hûn dê vîzeya turîstîk bistînin, her çiqas bi navbeynîya şîrketeka turan be jî, serîlêdan bi awayekî şexsî têne kirin. 

Ji ber ku ez rojnamevan im dayîna vîzeyê red nekiribûn lê her çend ez rojnamevan bim û bi vexwendnameyeke saxlem min serîlêdan kiribe jî, mixabin wan tenê vîzeya 20 rojî û mafê têketinekê tenê dane. Ji ber ku di van salên dawî de gelek weq’ayên îltîcayê pêk hatine êdî heta vîzeyekî didine mirov bi mirov 40 teqleyan didin avêtin. 

Rojên dawî yên meha cotmehê ne, lê hewa bi tav e, ev jî dihêle em bi peyatî biçin gelek deveran. Rêwîtî û gera li Atînayê bi mûze û cîyên xwe yên dîrokî dibe weka rêwîtîya di navbera deman de.

Tişta herî baş a rojnamegeriyê li vir ew e ku hûn dikarin bi qerta xwe ya çapameniyê, belaş serdana muzeyan bikin ku her yek ji wan heqê wan di navbera 30-40 euroyan de ne. Her wiha ferq nake qert zer, şîn, herêmî yan navdewletî be, gava ku hûn qerta xwe ya rojnamevaniyê nîşan bidin, deriyên hemû muzexaneyan ji 9ê sibehê heta 6ê êvarê li ber we vekirî ne.

Gelek meydanên Atînayê bi meydana Akropolîsê ve tên girêdan, hûn nizanibin hûn li ku ne jî mirov vî girê dîrokî yê 150 metreyî ji bajêr bilind dibîne.

Wêne: Hatice Kamer

Ev qad her tim qelebalix e, wisa dibêjin, û me firsend dît ku em li performanseka biçûk a dansa penaberên ji welatên Afrîkayê temaşe bikin.

Di kolana ku berî 25 salan ji bo çêkirina metroyê hatibû dest pê kirin de gelek avahî, berhemên dîrokî û qenalên avê derketine holê projeya metroyê betal bûye û guherîye, lê bi saya vê yekê meydana ku gelek tebeqeyên dîrokî lê hene jêrzemîneka dewlemend re bûye yek. Pergala av û kanalîzasyonê ya pêşketî ya Bîzans û Romayiyan ji aliyê arkeologan ve pirr tê pesinandin û bermayîyên dîrokî yên ku di dema kolandinê de li meydanê derketine holê û bi şepalan hatine girtin, delîla herî berbiçav a vê pesnê ne.

Wêne: Hatice Kamer

Mizgefteka ji sedsala 16an serdestî meydanê ye, navê wê Mizgefta Paşa ye, ku ji desthilatdariya 300 salî ya Împaratoriya Osmanî ve maye. Mîmariya mizgefta ku ber bi rêya Akroplîsê ve hatiye çêkirin, mîmariya mizgefta osmanî ya klasîk e û vêga muzexane ye.

Stûnên dîrokî li kêleka mizgeftê bilind dibin, çavkanî dinivîsin ku kevirên mizgeftê ji van bermahiyên dîrokî ne. Dema gerokê navdar Evliya Çelebî hatiye Atînayê, behsa vê mizgeftê jî kiriye.

Wêne Hatice Kamer

Rêya berpal ya akropolê bi qasî  kîlometreyekê dimeşe.

Heta mimkin be, bi çenteyên giran ên ku dê we di dawiya rê de biwestînin neçin, guh bidin şîreta min, ku ev şîreteka bi tecrûbeyê hat,ye teqezkirin, çi qas sivik be hewqasî zûtir e.

Kolanên teng û xaniyên kevirîn ên rengîn ên li binê akropolê ji temaşekirinê re kêfek cûda ye, ger wextê we hebe û nêrîneka we ya kamerayî hebe aha ji were we wêneyên wek kartpostalan kêşan!!

Wêne Hatice Kamer

Pêşî em hildikişin çiyayekî ku li bajêr dinêre, hemû Atîna li hember we ye! Ji ber ku girekî zinarî ye, dema hûn dimeşin hay ji xwe hebin, weke sabûnê li hemû keviran hatiye  bi çûn û hatina hezar salan, herweha pêlavên naşemitin biêxin lingên xwe..

Quretîyan nekin û nebêjin ka ez selfîyekî bikêşim, baz bidim an ez ê xwe çeng bikim û wêneyan bikişînim, heger xwedayên Yûnanîyan şeqamekê li bin guhê we bixin dibe ku hûn bibine mijara qeşmerîyên xelkê yan jî mijara nûçeyen bultenê, wê fatîhayekê jî li dû we bixwînin êdî.

(Di her gava ku min diavêt de ew zilamê ku li keleha Rihayê ji bo wêneyekî xwe çeng kiribû û di sûran de ketibû xwarê dihate bîra min…)

Heger hûn nikaribin  ji xwe re efendî efendî rûnin, li Ewropîyên li dora xwe temaşe bikin, ew çi dikin hûn jî weka wan bikin.

Ji ber ku ew rêya berpal mirov diwestîne di dawîya rêyê de hewece dibe mirov rûne û b3ina xwe derêxe, heger we wêne li kameraya xwe dîmen jî li mêjîyê xwe tomar kiribin êdî tam dema bêhnvedanê ye. Êdî hûn di moda ‘’eyy Atîna em ê îro ji palekî bilin temaşeyî te bikin’’ de ne. 

Di beşa şêwirmendan de, rêberek extiyar bi navê Elenî kurte dîroka Akropolê ji me re vedibêje. Cixare di dest de, nexşeyê vedike û dest pê dike yek bi yek ji me re vedibêje.

Wêne Hatice Kamer

Parthenon a li ser Akroplîsê di sala 480 a berî zayînê de piştî rûxandina perestgeha kevn a Athena hatiy çêkirin. Ev dêr di sedsala 6an de ji bo Meryema Bakir hatiye gotin. Piştî fetha Împaratoriya Osmanî minareyek li kêleka wê  zêde kirine û ji sala 1456an vir ve bûye mizgeft. Nêzîkî 200 sal şûnda, di sala 1687an de, osmanîyan ev dêr wekî embara barûtê wekî cephanelixê bi kar anîne û wê demê avahî ji hêla Venedîkê ve bi topan hatiye bombebaran kirin. Avahiya ku xisareke mezin dîtibû, dema ji aliyê Venedikan ve hatî bidestxistin  hatiye tamîrkirin û minareya wê hatiye hilweşandin û li şûna wê birca zengilê hatiy çêkirin, dîsa bûye dêr. Di Serhildana Yewnanan de ku di navbera 1821-29 de li dijî Osmaniyan dest pê kir, ev der bû baregeha parastina Yewnanan. Bi kurtasî, kesên ku Akropol bi dest dixistin dêr jî bi dest dixistin. 

Perestgeha Erehteon a ku ji bo xwedawenda sereke û parêzvana bajarê Atînayê Athena û ji xwedayê derya û erdhejan Poseidon re hatiye çêkirin li gor perestgehên din hema hema saxlemtir maye. Di serdema Bîzansiyan de dêr, beriya Osmaniyan jî weka qesrekê hatiye bikaranîn. Peykerên li aliyê rastê yên avahiya ku di dema dewleta Osmaniyan de rûniştina fermandarên tirk bû, heta roja me ya îro mane.

Wêne: Hatice Kamer

Mimkun e ku meriv şopên wêrankirina li avahîyên li Akropolîsê hatine kirin bibîne, ku li wir ji bilî her du perestgehan avahîyên li ser pîya mayî tune ne.  Di dema Osmanîyan de ji bermayîyên avahîyên wêranbûyî sûrên kelhê hatine çêkirin.

Restorasyona avahiyan hê jî berdewam e, derî û stûnên şikestî wek ên orîjînal hatine restorekirin.

Ev der bi mîtolojiya xwe ya kevnar, felsefe, dîrok û şûnwarên Osmaniyan ve xwedî dewlemendiyeke dîrokî ye. Mîmariya xirbeyan dişibe gelek bajarên kevnar ên Herêma Egeyê ya Tirkiyeyê.

Û helbet Girê Likavittos jî heye ku jê re ‘Girê Guran’ jî tê gotin ku 300 metre bilind e û dihêle hûn bajêr bi panoramîk bibînin. Mixabin, wextê min tune ku ez biçim vî girê ku bi şev mîna Akroplîsê tê ronî kirin, lê tevî van hemû wêrankirinan, Akroplîs bi berhemên xwe yên kevnar û bajarê Atînayê bi muzexaneyên xwe re dihêle hûn hest bikin ku hûn di tûnêleka demê re derbas dibin. 

Wêne Hatice Kamer

2) Jiyanên ku li xwaringeha Fehmî rastî hev tên

Kolanên pişt yên Omoniayê  niha ji bo gelek penaberan bûye benderek. Ev cadeyên ku di saetên êvarî de dibe cihê tiryakîyan, fuhûş û her cure bûyerên sûcî, bûye cihê gelek kesên bêmal, ku lê dimînin.

Şopên giran ên krîza aborî ya 2008an li her derê tên dîtin.

Bajar pir kevn û îhmalkirî xuya dikin, mirovên ku bi pirsgirêkên aborî re têdikoşinguh nadin  xaniyên luks, otomobîlên modela herî nû û filanan.

Piranîya ciwanan ji bo xebatê koçî welatên ku dikarin heqdestên bilind werbigirin dikin, wek Almanya.

Heqdestekî ku pê karibin kirêya mala xwe xwe bidin û debara malbata xwe pê bikin xema hevpar a gelekan e.

Em diçin cem aşpêjekî bi navê Fehmî, ku ji sala 79an vir ve li kuçeyeke kêlekê nêzî Omonyayê xwaringeheke navdar a bi navê ‘Restorana Makedonî’ bi rê ve dibe.. Fehmî yek ji wan kesên pêşî bûye ku birayê min li Atînaya sê salan lê xebitî nas kiriye. Dema ku bi pêşmala xwe yî aşpêjan, me li pişt dezgehî dibîne, şaş dimîne û tê birayê min hembêz dike.

Li vê dikanoka ku tenê çend mase û kurdîyên darîn hene çend heb jî mişterîyên wî hene ku tev jî extîyar in. Kesê ku xwe karta vaksînê nebe, nikare bikeve mekanê.

Wêne: Hatice Kamer

Vaksînlêdan li Atînayê jî xirab e, ji sedî 70 ê nifûsê nehatine derzîkirin, û dewlet karmendan mecbûr dike ku heftê du caran testa Rapid, ango testa PSR ya bilez bikin. Derzîlêdanê ne mecbûrî ye, lê yên ku naxwazin bi vî awayî derzî bibin. Testa PSR, ku berê belaş bû, niha 15 Euro ye, ev yek jî nebûye pêximker. Li devê derîyê dermanxaneyan rêzên dirêj ên ji bo testan tên dîtin. Ji ber vê yekê maske li hundir mecbûrî ye. Karta vakslêdanê an jî testa PSR di dema rêwîtiyê de divê neyînî be.

Fehmiyê Pomakê ji Îskeçeyê 58 salî ye, lê  68 salî xuya dike. Tirkiya wî bi aksan e, pirr xemgîn e Fehmî.

“Niha germ e, ez kesên bêvaksîn nagirim hundur, lê piraniya mişteriyên min bêvaksîn in, ez nizanim ku hewa sar bibe emê çi bikin hoste!”

Demek şûnda garsonê 55 salî qehweyên me tîne.

Ji hêla din ve xwaringeha wî di wê qalîteyê de ye ku em dikarin li bajarokên dûr û biçûk bibînin. Ger Nûrî Bîlge li ser xwedîyê lokantayekî  fîlmekî çêbikira, dê hem cîh û hem jî Fehmî namzetên pir guncav bûna ji bo wî fîlmî. Bê guman 🙂

Krîza aborî bandora xwe li wî jî kiriye, lê mişteriyên herêmê ji beşên wek penaber û fahîşeyan pêk tê û bi vî awayî heta îro kariye dikanê vekirî bihêle bi awayekî.

Di dema sohbetê de, ez fêr dibim ku ew berê pirr qelewtir bûye, birayê min ecêbmayî dimîne ku ew qas li xwe şikandiye û kîlo dane.

“Qet nepirse, ez bi nexweşîya pençeşêra kolonê ketim, ez serê 15 rojan carekê kemoterapiyê distînim, herî zêde ew derman min dixin, tenduristî pir girîng e mamoste, ger baş bibim ez ê herime gundê xwe lê zarokên min hene, ez ne dewlemend im ku ez dikanê bigirim û vegerim gundê xwe.”

Keça wî, ku mamostetîya dibistana navîn a Yewnanî dixwîne, xwendina xwe bi 8 dersan dirêj kiriye ji ber vê yekê neçar maye ku xewna xwe ya vegerê bi kêmanî du salên din paş bixe. Kurê wî jî dê bibe laborant, dersên wî baş bûne.

Dema ku me xatir dixwest û me nîyet bû em biçûna, zilamekî esmer û qelew û teqrîben 50 salî kete xwaringehê.

Eşkere bû ku zilamê silav da Fehmî û li ser kursîyekî nêzî devê derî rûnişt jî xerîbê van deran bû.

Fehmî dibêje: “Ev jî Kurd e, ji cihê we ye, te tê vir xwarinê dixwe.

Em silavê lê dikin, ji ser kursiyê xwe yî nêzî derî radibe, dema em bi tirkî diaxivin,  ew jî bi serê xwe tenê bersiva silavê dide. Dema birayê min derbasî kurdî dibe hema reng xwe dide rûyê mêrik. Navê wî Xelîl e, lê wisa dixuye ku ew pirr naxwaze biaxive, dema di dest de tîzbîyên wî yî 30 lip diaxive pêşîya cilên xwe jî dide hev û digre. Tevgerên wî hêdî ne, tirsonek in, nêrînên xwe direvîne. Bi xerîbîyekî li derdora xwe dinêre û mesadeyekê diêxe navbera xwe me jî. Ji Îdirê ye û ev salek e li vir e, kî dizane ji kîjan çîrokê reviya û xwe li vir girt… Em serkeftinê jê dixwazin û ji restorantê derdikevin.

Di van salên dawî de bi hatina penaberan re rûyê bajêr gelek guherîye û min ji gelek kesan bihîst ku ji nîvê Atînayê zêdetir penaber in.

Dema ku em ji xwaringeha pênc deqeyan peya ji Omoniayê dûr e derketin ku yek ji meydanên sereke yên bajêr e, van çavan dan û standina giyayê bêhişker jî dît, ku bi silav dayînê dan û standin hate kirin. Dişibîyan mirovên Efxanî yan Pakîstanî. Ji bo ku fêhm nekin me ew dîtine min berê xwe guherand, tu nebê ev yek gelekî berbelav û ji rêzê bûye li van deran.

Li quncikeka ku du avahî digihêjin hev, jineke 45 salî ya ku di destê wê de çixare û qehweya wê, bi goreya xwe ya dişibe tora masîyan, etekê wê yî li ser çokan û montê xwe yî pembeyî li mirovên diçin û tên temaşe dike bala min dikişîne. Tu nebê li benda mişterîyên xwe bûye. 

Hinekî wêdetir em dibînin ku cotek ciwan bi zarokên xwe re li ser peyarêyê radizên, birayê min dibêje ‘Roman in’.

Wêne: Hatice Kamer

Em hinekî li dikanên antîkayan digerin, dikanên ku heta ser dev tije porselen û çi bixwazî heye.

Qutiyek wêneyên kevn ên li ser dezgehekî li bala min dikişîne. Di yek ji wan wêneyên reş û spî de ku di salên 1950an de hatiye kişandin, jineka ciwan ji lensê re dibişire dema ku qedeha di destê xwe de li ya zilamekî dixe, ku xuyaye ev zilam leşkerekî bi rûtbe ye. 

Wêne: Hatice Kamer

Piştî ku em li gelek wêneyên bi kenên bi zorê yên di salên şer de bi leşkeran re hatine kişandin dinêrin, em di ber dêreka dîrokî re derbas dibin, ciwanek reşik bi gîtara di destê xwe de stranan dibêje. Deriyê dêrê vekirî ye, ayîna yekşemê heye, ciwan li ber wê selfî digirin. Parsekek li erdê li ber çopê li ber yek ji firotgehên navdar ên Amerîkî razayî ye, ne diyar e ku ew di xew de ye an hişê wî li serê wî ye, destê wî yê çepê ber bi çopê dirêjkirî ye, haya wî jê tune ye ku dibe dîmena pişt a tûrîstên ku li dora dêrê selfîyan dikişînin, şûşeyek di destê wî de ye, parsekîyê dike, ez li hundurê şûşê dinêrim pere tune ye, birayê min çend pereyên di bêrîka xwe de davêje şûşeya destê wî. Em dewam dikin, parsekekî din yê ku milê wî yê jêkirî vekirî ye derbas dibe û pere dixwaze.

Em diçin ciwanekî berî ku bê Yewnanîstanê li bajarên herêmê rojnamegerî kiriye bibînin.

Dema min dît ku ew ji Atînayê  parvekirinan dike, min zanî ku ew ji Tirkiyê reviyaye. Dema ku em di heman demê de li heman bajarî bûn me go em hev bibînin. 

Dema ku cezayê wî yê 12 salan teqez bûye, neçar maye bi lez û bez bireve, Yewnanîstanê 4 caran ew der kiriye, lêgerîna tazî lê hatiye kirin û lêxistin xwariye, lê dev jê bernedaye. Bi saya parêzvanên mafên mirovan karibûye serpêhatiyên xwe bide bihîstin.

Ew jî vî welatî wek pireka derbasbûnê dibîne. Xwe amade dike ku biçe Swîsreyê,  dema ku 7-8 hezar Euroyî bîne ber hev.

dibêj; “Ez berê jî di girtîgehê de mame, lê mayîna 12 salên din pir zehmet e, neçar mabûm, wekî din ji nû ve destpêkirina jiyanek pir û pir dijwar e.”

Li hosteleka heftane 50 euroyî dimîne û piraniya rojê ji bo peydakirina kanalên rast derbas dikir ku wî bigihîne welatên din ên Ewropayê.

Piraniya penaberan Yewnanîstanê weke Ewropayê nabînin, weke xaçerêyeka ku dê wan bigihîne Ewropayê û weke rawestgeha ku kes naxwaze lê bimîne, dibînin.

Ez dixwazim cihê ku ew lê dimîne bibînim, lê ew naxwaze em cîyê lê dijî bibînin û dibêje ‘’ewqasî xirab e ku…’’

Li cîyê lê dimîne zêdeyî 20 penaberên kurd hebûnûne, ku gelek ji wan endamên HDPê ên berê bûne.

Dibêje, “Zarok jî hene, jinên ducanî jî henee. Herî dawî Rojnameger Ferhat Çelîk hat, niha li kampa penaberan e.”

Li vir wî çend çîrokên pirr dramatîk bihîstine, ya ku herî zêde bandor li wî kiriye bi me re parve dike:

“Zilamek heye ji Batmanê ye ew jî di nava HDP’ê de xebitiye, gelek caran hatiye girtin, lê piştî ku 8 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn,  revîyaye. 6 zarokên wî hene, jina wî berî sê hefteyan koça dawî kir. Dê niha bi qaçaxî şûnde vegere, dizane dê were girtin jî lê wê vegere û, ji ber ku zarokên wî li rastan mane.”

Ger bikaribe biçe Swîsreyê dê hînî ziman bibe û dê biçe zanîngehê.

Ma kî wê naxwaze…

Bavê wî jî di girtîgehê de ye, ger kesekî duyemîn jî bektina girtîgehê dê ev yek pirr giran be ji ber vê yekê li ser daxwaza dayîka xwe ji Tirkîyeyê revîyaye.

“Malbata me bedelên giran dane, me gelek xizmên xwe winda kirine, di dema xendeqan de jî kesên mirin hebûn, xanî û baxçeyên me yên çar qatî hatin şewitandin û wêrankirin, me gelek tişt winda kirin…”

Vexwarina qehweyê li Yewnanîstanê adetek pir berbelav e, ya herî bijarte û berbelav jî Fredo espresso, fredo cappuccino û frappe ne. Hewa hênik e, em li qehwexaneyekê rûdinin, divê em qerta derzîlêdanê nîşan bidin da ku li hundur rûnin. Her ku roj diçe ava, hewa sar dibe, em li ser maseya ku li kêleka wê sobe heye rûdinin û qehweyek sar ji xwe re dixwazin.

Ew plan dike ku bi keştiyekê di ser Îtalyayê re biçe Swîsreyê.

Niha rojev bi nûçeyên li ser trajediya penaberên ku dixwazin di ser Belarûsê re derbasî Ewropayê bibin mijûl e.

Dibêje: “Bi hezaran malbatên Kurd li wir in, piraniya wan ji başûr û ji Rojava ne.

Dijminê herî xirab ê penaberan serma ye, xembar xuya dike, berî ku berf bibare û seqem dest pê bike dê hewl bide derbas bibe. 

Dibêje: “Îro xortekî 25 salî ku ji Kurdistana Iraqê reviyabû, ji ber seqemê canê xwe ji dest daye, termê wî dîtine.”

Garsonekî Afrîkî qehweyên me tîne. Demek şûnda zilamekî 30 salî bi rihên xwe yên dirêj li kolanê tevî sê zarokên xwe parsekiyê li ber me derbas dike. Jina wî zilamê ku sê zarokên wî, ku zaroka herî biçûk 2 salî xuya dike, pê re ne li derdorê xuya nake. Wêneyê malbata nîvco, divê ev wêne encama çîrokeka trajîk be. Sê singêr li ser milê mêrik in, xuyaye ku kîsikên wan ên xewê jî tune ne. Di destê keça wî ya biçûk de ereboka bazarê, di ber maseyên li qehwexaneyê de derbas dibin û kefên xwe yên biçûk ji parsekîyê re vedikin.

Dibêje; “Ew bi piranî gazinan ji yên Efxanî dikin.” 

Bi vê gotina wî, ez pê dihesim ku ew hê jî xwe wek penaber qebûl nake.

Bav û zarokên xwe, di navbera maseyan de parsekiyê dikin, bi palên vekirî ber bi dawiya kolanê ve dimeşin, mîna ku ew mirovên nedîtî bin, kes li paş xwe jî nanêre û wan nabîne.

Demek şûnde çîngeneyek li dora maseyan digere, gulan difiroşe, kes wê jî nabîne.

Bayekî hênik tê, em qehweya sar vedixwin, nizanim ji dîmenê ye yan ji qehweyê ye, ez dilerizîm.

Piştî bêdengiyeka dirêj, berî ku qehweyên me biqedin em radibin û em bi kêmanî leqayî deh kesên bêmal dibin heta ku em digihîjin Meydana Omoniayê.

Wêne: Hatice Kamer

Bi xemgînî û bi çavên guman me li van mirovên ku li ser erdê qulkirî bûn dinihêrî û em di ber wan re derbas dibûn. Meydan îro jî pir qelebalix bû, bi dehan penaberên ji Rojhilata Dûr, Asya û Afrîqayê, li ber derketina metroyê li bendê ne, çenteyên wan li pişta wan e her tim, mîna ku li benda kesekî bin, li xelkê diçe û tê temaşe dikin. 

Ne surprîz bû ku em di derketina metroyê de rastî wê jina xwedî çakêt pembe, çav şîn, por reş, cil û bergên wê yî ku hemû xêzên laşê wê yê spehî nîşan dide, pêlavên simik bilind bi telefonê re diaxive hatin. Dîsa bi telefonê re gelekî mijûl bû wek her cara ku me duh sibeh, nîvro û êvarê li heman nuqteyê dîtî. Xuyabû ew bayîya li devê derîyê derketina metroyê cîyê wê yî hevdîtinê bi mîşterîyên xwe re bû.

Bayîya Lotoyê ya ku ew li pêş sekinîbû jî weka meydanê tijî penaber bû, ez texmîn dikim ku her kes dixwaze bextê xwe biceribîne ka dê çi bikeve.

Xortekî porê tarî yê spehî û çenteyekî werzîşê li milê wî, ji aliyê din ve, bi lez û bez berê xwe dide ber me û bi zimanekî ku ne yûnanî ye diqêre û di ber me re derbas dibe, ji ber çi nizanim em li alîyê ew jê tê dinêrin, lê ne xema kesî ye.

Em ji bayîya rojnameyan a  li meydanê cixareyan dikirin, jinek ji Rojhilata Dûr bi çenteyekî di destê wê de derbas dibe, ji awirên wê yên şaş û tirsonek ku li derdora xwe dinêre diyar dibe ku ew nû hatiye bajarê ku jê nenas e.

Xwedawend Athena li seranserê derveyî avahiyabi navê Hondos Centerê ya ku navenda dan û standinê ye ku li meydanê dinêre xêz kirine. Xwedawenda delal ku di şerê Tîtanan de bajar parastiye, mîna ku ji hatina penaberan ecêbmayî bimîne li meydanê temaşe dike.

Em digihîjin ber otêla xwe, li vir her tişt Athen e, navê otêlê jî wisa ye.

Dibêje “Pirr kêfa min hat û pirr xweş bû ku min merivên  ji welêt dîtin,” ew ciwan.

Em xatiran ji hev dixwazin, ji bilî gotina “li xwe miqate be” tu feydeyeka me nagihe wî.

Ber bi bakurê meydanê ve dimeşe, bê armanc li dora xwe dinêre, nizane çi pêşeroj li benda wî ye, di nav qelebalixê de winda dibe.

Werger: Vahdet Uçar