Belgefîlma ‘Wergerandina Ulysses’ê li fîlmefestîvala Navdewletî ya UBAyê hate xelatkirin.
Belgefîlma ku ji aliyê Aylin Kuryel û Fırat Yücel ve hatiye derhênan, li 1emîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya UBAyê, li Buenos Airesa paytexta Arjantînê, bi ‘Mansiyona Taybet’ hate xelatkirin.
Derhênerê belgefîlmê Fırat Yücel li ser hesaba xwe ya Twitterê da zanîn ku belgefîlma Ulyssesê li festîvalê bi kurdîya xwe olan daye û ji ber eleqeya zêde, belgefîlm careka din hatiye nîşandan.
Belgefîlma ‘Wergerandina Ulysses’ê behsa jiyana şair û wergêrê kurd Kawa Nemir û serhatiya wî ya wergerandin berhema James Joyce Ulyssesê bo kurdiyê dike.
Şair û wergêr Kawa Nemir xelatkirina belgefîlmê li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kir û got:
Ez î jî bi zimanê şevê û xewnê yê ‘Finnegans Wake’ê ketime… Dahatûyê dirêjepêdana xwe heye.
Kawa Nemir
Belgefîlma ‘Wergerandina Ulysses’ê heta niha li çendîn festîvalên navdewletî hatiye nîşandan û xelatkirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.