Başûrê Sudanê ber bi şerê navxweyî ve diçe – The Guardian

02/04/2025

Girtina cîgirê serokkomarî welat ber bi krîzê ve dibe

Edîtoryala The Guardianê | 01/04/2025


Welatê herî nû yê cîhanê Başûrê Sudanê welê xuya dike ku ber bi şerê duyemîn ve diçe. Girtina Riek Machar, cîgirê serokkomarî, dawî li lihevkirina 2018an anîye.

NY hişyarîyê dide ku aştîya nazik dikare hilweşe. Ev yek dê gefê li ser milyonan mirovan çêke.

Metirsîya etnîkî

Tirs heye ku şer dê bibe sedema şerê desthilatê yê etnîkî. Pevçûn dibe ku di navbera komên etnîkî yên Dinka û Nuer de çêbe.

Di şerê berê de 400.000 kes hatin kuştin û sêyeka nifûsa 11 milyonî koçber kir. Du-sêyeka gelî yanî yn mayîn di xizanîya mezin de dijîn.

Rewşa aborî

Alîkarîya DYAyê hatîye birrîn. Pêla germê rewşê girantir kirîye.

Şerê li Sudanê bûye sedema kêmbûna dahata petrolê.

Hevrikîya di navbera serokkomar û cîgirê wî de berdewam e. Hilbijartinên neteweyî heta sala 2026an hatine paşxistin.

Kiirê serokkomar du cîgirên xwe ji kar dûr xistine. Benjamin Bol Mel niho wek cîgirê hatî tercîhkirin tê dîtin.

Pevçûnan dest pê kirine

Milîsa Nuer a Artêşa Spî li dijî artêşa welêt êrîş kirîye. Hikûmetê bersiv daye. Hevalbendên Machar jî hatine girtin.

Uganda leşker şandine. Kenya hewl dide navbeynkarîyê bike.

Pêdivîyên çareserîyê

Divê Machar bê berdan. Şer divê bê sekinandin. Lihevkirina 2018an divê bê nûkirin.

Yekîtîya Afrîkayê navbeynkar şandine. Ev yek dê alîkarîya dawîlêanîna krîzê bike.


Çavkanî:

  • The Guardian
  • Botan Times

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Îsraîl operasyona li Gazayê firehtir dike – NYT

Weşana paşê

Bacên gumrukê yên Amerîkayê: Şerê bazirganiyê û bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn