Babacan bi Kurdî Nivîsî: Şerm E, Guneh E, Heyf E

13/12/2022

Serokê Partîya Dad û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li Twitterê hevokeke bi Kurdî tevî wergera wê belav kir.

Babacan ser bernameyeke kanala ATV, ku bi axaftinên Kurdî re deng birîbû, da zanîn ku ew helwest şerm e.

‘’Ev nêrîna ku rencîde dike, em red dikin. Şerm e, guneh e, heyf e.’’ Babacan nivîsî.

Dayika bi navê Besîme, di bernameyeke ATV de, dema keça xwe Gulay Toma dît, girîya û bi Kurdî axifî.

ATVyê bi axaftina bi Kurdî re deng birî û ew bûyer ket rojeva Twitterê.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Doktor û Dermansaz Dibêjin Derman Nemane, Wezîr Dibêje Nexweş Zêde Ne

Weşana paşê

Arjantîn Bû Fînalîsta Kupaya Cîhanê

Te hay ji vê heye?