Ayfer Duzdaşê strana xwe ya nû weşandîye

25/03/2023

Ayfer Duzdaşê strana xwe ya nû ya bi navê ‘’Li Min” weşand.

Duzdaşê ev kilam di albûma xwe ya bi navê ‘’Kilomên Arxawûnê’’ da cih daye. ‘’Li Min” ê di albûme da sîngila wê ya duyem e.

Stranbêj Duzdaşê dê 11 kilamên din yên ‘’Kilomên Arxawûnê’’ jî sîngilî biweşîne. Van stranên ku Ayfer Duzdaşê berhev kirine di nav miletê hêla Meletîyê de bi navê ”Kilomên Arxawûnê” û ”Qaydeyê Arxawûnê” jî tên zanîn.

Duzdaşê ji Instagramê da zanîn ku ew bo wan kilamên Arxawûnê berhev bike 10 salan xebitîye. Wê bo tevkarîyê spasîya çend kesan kir ku di nav wan de kesên wek Zana Farqînî, Mazlum Dogan, Ozkan Çelen û Servet Kocakaya hene.

Ayfer Duzdaş, ku li Sêwasê hatiye dinê, berî vê albuma xwe di sala 2017an de bi berhevkarîyê ‘’Ji Xoresanê Heta Çorimê Newayên Kurdên Elewî’’ derxistibû.

Kesé Çavkanî: Sırrı Kıroğlan ,Gotin û Muzîk: Folklorîk, Berhevkar: Ayfer Düzdaş, Dever: Atme Jor / Yâzixân / Meletî.

Malmata baxlemayan: Caner Yılmaz, Gîtara klasîk-akustîk: Emre Ay,Perküsyon: Kerem Can Aslan, Keman: Onur Gügercinoğlu, Gîtara bas: Serkan Çabuk, Arajman/Arrangement: Caner Yılmaz, Mix Mastering: Özgür Özkan Mete, Studyo Ada, Berhemhênan/Production: Ayfer Düzdaş 2022, Klip: Aram Dildar


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Dewlemendiyên me yên wenda

Weşana paşê

LaWjeyê ji nû ve deng da berhema ‘Ho dilo’

Te hay ji vê heye?

Li Şemrexê dê Festîvala Çand û Hunerî ya Jinan bê lidarxistin

Şaredarîya Şemrexê (Mêrdîn), Festîvala Çand û

Mesud Gever klîba xwe ya nû weşand

Klîba nû ya Mesud Gever ya

Hunermend Beytocan koça dawî kir

Hunermend û stranbêj Beytocan koça dawî

10 stranên 1ê Gulanê yên Kurdî

1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî li