Dehydration ku wekî kêmbûna avê ya ji laşî tê pênasekirin; sedemeke gelemperî ya serêşê ye. Têkiliya serêşê û bêaviyê gelekî xwirt e. Gelek caran serêş, alarma avê ye. Av rêyê li ber serêşê digire û serên diêşin baş dike. Pêşniyaz ew e ku berî hewara xwe biavêjin hebên serêşê; çend qedehên avê vexwin.
Heke du tişt ji jiyanê qût bibin mirin yekser pêk tê. Yek oksîjen e; ya din av e. Jiyana hemî zindiyên li ser rûkê dinyayê dîsa bi avê ve girêdayî ye. Qismekî beden û gewdeyên mirovan, heywanan û nebatan av e. Ji bo mirovekî mezin ev rêje di navbera %70-%50yan de ye. Helbet ev li gorî temen, giranî û bejnê (qam) diguhere. Teqrîbên ji % 60ê mêran, ji %50yê jinan û ji %65-75ê zarokan av e. Her ku mirov mezin dibe, ava laşî kêm dibe û li gorî wê kêmbûnê rêjeya rûnî zêde dibe. Vêca li ser têkiliya pîrbûna laşî û avê hesab li cem we ye! Di laşê mirovan de şaneyên masûlkeyan ji şanêyên rûnî bêtir avê dihewîne. Ji sisêyan du, paya ava laşê me di hundirê şaneyan de ye. Ava mayî jî di nav damar, raçînk, pergala mehandinê û valahiyên nava laşî de ye. Av bi rêya xwarin û vexwarinê derbasî laşî dibe û piştî ku di pergala mehandinê de tê mêjtin, bi xwînê re tevdigere. Piraniya ava ku bi riya gera xwînê digehije gurçikan wekî mîzê ji laş derdikeve. Beşek jê ji aliyê çerm, nefes û pergala mehandinê ve tê bikaranîn û ya mayî jî ji laş tê derxistin.
Vexwarina avê ya rojane
Mirovekî mezin di rojekê de lazim e 2-2,5 lt avê vexwe. Lêbelê ev mîqdar tenê ji bo avê ye û vexwerinên wekî çay, qehwe û ava fêkiyan ne lê ye. Ligel vê yekê hindek vexwarinên avî yên wekî çay, qehwe û ava fêkiyan dibin sedema derêxistina avê ya ji laşê ku bi vî awayî av ji laşî kêm dibe. Di laşî de girtin û derxistina avê di nav hevsengiyekê de ye. Di bingeha wê de, ew di bedenê de hecma herikîna normal e û ava ku rojane tê vexwarin divê hecma şilavê ya di laşî de biparêze. Ji bo ku hecma şilavê di laşî de were domandin, vexwarina rojane divê bi windabûna şilava rojane re wekhev be. Ger ev balansa bingehîn ya avê xera bibe, hin nexweşî çêdibin. Bi aveke qenc û têr piraniya mîneralên pêwîst, digehijin laşê me. Bi vê yekê çerm xweşiktir dibe û pergala parastinê xwirttir dibe. Ev ji bo hemî zindiyên din jî wisa ye.
Heke aveke ‘baş’ têr jî were vexwarin nexweşiyên ji ber sermayê, nexweşiyên ji ber enfeksîyonê, nexweşîya kevirên gurçikan û pençeşêra mizdankê kêm dibe.
Dehydration ku wekî kêmbûna avê ya ji laşî tê pênasekirin; sedemeke gelemperî ya serêşê ye. Têkiliya serêşê û bêaviyê gelekî xwirt e. Gelek caran serêş, alarma avê ye. Av rêyê li ber serêşê digire û serên diêşin baş dike. Pêşniyaz ew e ku berî hewara xwe bavêjin hebên serêşê; çend qedehên avê vexwin.
Av destebirayê mehandinê ye. Xwarinên bilîf û mirov têr avê vexwe pergala mehandinê birêkûpêk dibe. Kêmvexwarina avê, dike ku pergala mehandinê û hezimkirinê kêm bixebite û dibe sedema qebizbûnê. Ji bo pêşîlêgirtina qebizbûn û ji bo ku pergala mehandinê -hezimkirinê birêkûpêk bixebite av ferz e.
Dehydration (kêmbûna avê, jêçûna avê ya ji laşî) rasterast bandorê li tenduristiya mejî dike. Mejî ku navenda kontrolê ya laşî ye; ji bo ku birêkûpêk bixebite, mîna organên din hewceyê avê ye. Dehydration a demdirêj dibe sedema jibîrkirin, bêbaldarî, xew, kêm têgihîştin û hêrsbûnê. Mirov têr avê vexwe bo mejîyî jî gelek giring e.
Vexwarina avê ji bo tenduristiya çermî jî pir giring e. Av têr bê vexwarin; nêma çermî diparêze, pirsgrêkên pirzikan kêm dike û ji bo dermankirina nexweşiyên wekî sedef û egzemayê jî şert û mercên guncav ava dike.
Çavkanî
J R Soc Med. 2019 Dec;112(12):516-518.doi: 10.1177/0141076819892912.
Nutr Hosp. 2020 Oct 21;37(5):1072-1086. doi: 10.20960/nh.03160.
Am J Physiol Regul Integr Comp Physiol. 2002 Nov;283(5):R993-1004. doi: 10.1152/ajpregu.00365.2002.