Aram Dildar dê li Wanê Stand-Upa xwe bike

18/11/2024

Derhêner, senarîst û lîstikvan Aram Dildar dê li Wanê Stand-Upa xwe “Ne Wisa Ne jî Wilo” pêşkêşî bînerên xwe bike.

Aram Dildarê ku van salên dawî bi kurtefilmên xwe yên kurdî (Navnîşan & Hazirîyek Bo Derengmayînê) bi dehan xelat wergirtibûn, berê xwe dîsa daye Stand-Upê.

Dildar di Stand-Upa xwe da balê dikêşe ser têkilîyên navbera du nifş û du serdeman, wekî çavdêrekî civakê, hinek li ser derdor û heyata xwe ya şexsî hinek jî li ser civakê bi zimanekî hurgilîbêj û henekî performansa xwe pêşkêş dike.

Dildar li Wanê, 23yê Mijdarê li ŞanoWanê, saet 19:30an dê li pêşberî hezkirîyên xwe be.

Derhêner Aram Dildarî li ser hesabên xwe yên sosyal medyayê dabû zanîn ku ew dê dîsa dest pê Stand-Upê bike. Wî di peyama xwe da anîye ziman ku cesareta xwe ji geşbûna şanoya kurdî û mîzaha kurdî wergirtîye ku ew li Stand-Upê vegere. Senarîst Dildarî herî dawî sala 2008an Stand-Upek kiribû û ew 4 caran deketibû pêşberî bîneran.

Ji bo peydakirina bilêtan bitikîne.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Şair Berken Bereh dê li Urfayê gotûbêjekê bike

Weşana paşê

Karahan dê li ser berhemên xwe sohbetê bike

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di