Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Antolojîyên Mirovnas û Hunernenas

26/10/2024

“Tu îşaretên hanê wekî Herêma Şeşemîn dest nîşan nakin,

lê belê em dizanin bê em aîdê ku derê ne”

Tatamakhulu Afrika/

Meyleke wisa ku dixwazin kesên bi nav û deng li şecereya xwe zêde bikin da ku nav û dengê wêjeya xwe bilind bikin bo nimûne Yaşar Kemal; herwekî din li ber dikevin ku çavkanîya mirovî ya zimanê wan, diçe hêza xwe ya hunerî bo zimanekî din xerc dike û alaya wî zimanî bilindtir dike û dixwazin van kesan jî bi awakî ceza bikin; bo nimûne ji bilî Yaşar Kemal her qelemê kurd ku bi tirkî dinivîse

***

Wekî giştîkarîya Jameson, bi awakî têra xwe spekûlatîf, gelo mirov dikare bibêje “hemû antolojîyên helbest(van)ên cîhana sêyemîn antropolojîk in”. Di vir de jixwe antolojî û antropolojî ne tiştên gelekî dûrî hev in. Axirî antolojî li ser şairan e û şair jî mirov in. Lê ji antropolojîyê qesta min antropolojîya dagirkerî ya Rojava ye ku bi awakî dokumenterî an jî bi awakî objekar kataloga mirovên Rojhilatê çêdike. Ka çawa ku dîmen, ajal û xwezaya wê bûbe mijara katalogên geştîyarî û pergalên dîtir ên dagirkerîyê, eynî wisa.

Di dawîya berga kitêba Ilyas Tunç de ya bi navê Çağdaş Güney Afrika Şiiri Antolojisi (Antolojîya Helbesta Nûjen a Afrîqaya Başûr) hevokên pêşî yên danasînê, şayesa reelpolîtîk û aborî-civakî ya Afrîqaya Başûr dike. Dûre dibêje “di vê antolojîyê de hûn rastî van kesên balkêş dibin: di despêkê de Roy Campellê 1901î ku ji hêla sîyasî, îdeolojîkî û dînî ve teriqî ye; Dennis Brutusê ku li Girava Robbenê rojên xwe tevî Nelson Mandela bi şikandina keviran derbas dikir; İngrid Jonkera afrîqans ku bi evînên xwe nav daye, di temeneke ciwan de xwe kuştîye; Mazisi Kuneneyê ku lûtkeya helbesta Zuluyî ye; Breyten Breytenbachê ku ji ber binpêkirina zagonên zewaca nijadperest hatîye mehkumkirin; Lesego Rampolokengê nûnerekî girîng ê helbesta performans û rapê ye.” Heya vê derê ji bilî nûnerî û lûtkeya helbestê ya du şairan, derbarê helbestê de zêde agahî û cezbên hunerî nînin. Hevokên dawî jî, xwe bi çand û rengê cuda û aştîya cîhanê ve girê dide. Ji antolojîya helbestan zêdetir kataloga şairan e  helbest jî xeml û xêzên wê ne.

Li gorî pêşekîya amadekar û wergêr, ji bilî çend helbestên Zuluyî û Afrîqansî tev ji îngîlîzî hatine wergerandin ku îngîlîzî wekî zimanê çavkanî jî wesf kirîye. Wekî xuya ye û di nivîsa danasînî ya “Helbesta Nûjen a Afrîqaya Başûr” de Tunç dîyar dike ku ji xwe piranîya wan nivîskaran helbestên xwe ne bi zimanê dayikê lêbelê bi zimanê îngîlîzî dinivîsin. Li gorî amadekar sedema vê yekê jî ew e ku di mijara nijadperestîyê de peydakirina hisgirîya raya giştî ya alemê cîhanê ye. Wekî ku ji berga dawî, pêşekî û nivîsa danasînê ya helbesta nûjen a Afrîqaya Başûr dîyar dibe ku ji hunerê bêtir jîyana wan kesan dibe handayê meraqa xwîneran. Jixwe ev tişt bi giştî bona gelek antolojîyan wereng e. Lê wekî ku ferqa huner û mirovan, li gorî Rojava û Rojhilat, ber bi huner (Rojava) û mirovan (Rojhilat) zêdetir be. Li Rojava ji ber ku girîngî bi jînenîgerîya kesan zêdetir tê dayîn, pêdivîyeke bi vî rengî tune ku antolojîya wan ji bo wan bibe cihê danasînê. Ji bo wêjeya cîhana derveyî Komara Edebîyatê pêdivîyeke wisa heye (?). Gelo ev pêdivî pêdivîyeke rasteqîne û navxweyî ya wêjeya niştecih e an bo meraqa egzotîkî ya bîyanîyên serdestan e. A girîng ev e. Ev jî xwe di xebatan de dide der. Gelo bi rastî jî nêta nivîsandina bi îngîlzî çêkirina raya giştî ya “dozê” ye an ya şexsan e? Ango berxwedan an jî xwe-dan e? Pirî caran ev sînorên hanê wekî meşeke patolojîk bi ser hev du ve gav diavêjin.

Ferqa di navbera Rojava û Rojhilatê de ango yek ji delîlên Rojavavendîbûnê jî ew e ku di van metnan de piranî behsa wan nivîskaran dibe ku bandor li van ên niştecih kiribe. Bo nimûne Jeremy Cronin di wextên xwe yên hepsî de Nazim Hikmet nas dike, ev ji bo raya giştî ya tirkan girîng e û bo şairekî tirkî girîngîyek e. Lê wekî din gelek caran nexşeyeke wisa heye ku bandora Rojavayîyan li ser dîkeyên xwe ne. Di kitêba behskirî de ji bo Herbert Isaac Ernest Dholomo dibêje “hemû berhemên Shakespeare xwendine” (22). Gelo ev agahî çiqasî girîng e? Tiştekî li mirov zêde dike an na, heke mirov ne kesekî kolonîze be. Ingrid Jonker Sylvia Platha Afrîqaya Başûr e. Ev tişt tiştekî derveyî vê mînakdayînê ye lewra di gelek cihan de tiştekî wereng heye. Bi nimûne di berga dawî ya Perika Selîm Berekat de dibêje “Yaşar Kemalê ereban”. Lê bi taybetmendî mînakên mîna Keorapetse Kgositsile bandor ji nivîskarên mîna “Charles Dickens, D.H. Lawrence, Langstone Hughes û Richard Wright” (117) wisa dike mirov rengê sereke yê xebatê wekî hewleke antropolojîkî/oryantalîst fahm bike.

Li gorî jîngeha wêjeyî (ekolojîya edebî) ya Alexandre Beecroft antolojî yek ji hêmanên wêjeya pankorîk e. Ango bona her miletî hewcehî pê bûye di qonaxeke wêjeya ber bi neteweyî ve û jê wêdetir jî. Herweha ji bo xwepeydakirina (bo nimûne deqên şibolet), kûrahîdayîna kronolojîya xwe ya wêjeya neteweyî jî cihekî girîngê antolojîyan heye. Bo nimûne di wêjeya kurdî de antolojîyên cihêreng hene. Zêdetir wekî îspatkirina nasnameyî, danîna nerîtê û derxistina şecereyê kar kirine. Nîqaşê li ser nivîsandina Îlhamî Sîdar ji Necmîye Alpay re delîlê vê yekê ye. Wekî ku min nivîsên wê demê, zêdetirê yên li ser nenivîsandina kurdî xwendiye dudilî û dubendîyek heye. Meyleke wisa ku dixwazin kesên bi nav û deng li şecereya xwe zêde bikin da ku nav û dengê wêjeya xwe bilind bikin bo nimûne Yaşar Kemal; herwekî din li ber dikevin ku çavkanîya mirovî ya zimanê wan, diçe hêza xwe ya hunerî bo zimanekî din xerc dike û alaya wî zimanî bilindtir dike û dixwazin van kesan jî bi awakî ceza bikin; bo nimûne ji bilî Yaşar Kemal her qelemê kurd ku bi tirkî dinivîse. Arjen Arî jî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd Çima C. Sitki, Z. Gokalp Naxin Antolojîyên Xwe” de tam behsa vê dubendîyê dike. Li gorî Arjen Arî heke cihê Ahmed Arif di antolojîya şa’rên kurd de hebe çima cihê Cahit Sitki û Cemal Sureya tune? (125). Tiştê xuya dike kêfî û berjewendî ye, ne ilmî û hunerî. Herwekî din em ji mijara nasnameyî derbasî biwara hunerî bibin, em dê bibînin ku ji antolojîyên helbestan zêdetir in, yên çîrokan hene, yên meşhûran hene û gelek babetên din.

Helbet mijara me ne antolojîyên kurdî ne, lê kêm zêde wekî rengê xwe yê xweser jî mirov dibîne ku li gorî perçebûna Kurdistanê teşe girtine, herwekî din li gorî perçebûna zaraveyan. Li Afriqaya Başûr jî cudahîya wan ne metnên wan belam rengê laşê wan e.

Tiştê ku di antolojîyên antropolojîk (an jî mirovnenas) ên bi vî rengî de dertê meydanê him wesfên kesan yên mirovî kêm dide him jî alîyên hunerî ve çarçoveyeke têrnekir dide ber mirovan. Ev nakokî ye belkî. Çimkî min rexne li nedayîna baska hunerî û dayîna zêde ya baskê jînenîgarîyê digirt. Lê belê ew dayîna jînenîgarîyê jî wekî ku xuyaye katalogî ye. Helbet mirov nikare cihekî teng yê di nav antolojîyê de karekî zêde bona jînenîgarîyê bibîne lê belê qesta min katalogîbûna wê ye. Wextê min li fîlma Black Butterflies (2011) temaşe kir hêmayeke têra xwe derbarê Ingrid Jonker de peyda bû. Antolojî bi xwe wekî tiştekî ku nikare ji bin rabe dide ser milê xwe. Lewma heke arezûyeke antropolojîk nînbe, qey ji çîroka mirovan zêdetir helbestên wan çiqasî zêdetir bin, ango li gorî terza “bijareyên” (ku yek ji mahneya antolojîyê di di xwe de dihewîne) babetî bin ew ê zêdetir bala hunerhez û hunerxwazan bibe ser xwe.

Çavkanî

Afrika, Tatamakhulu. “Hiçbir Şey Değişmedi”. Amadekar û Wergêr Ilyas Tunç. Çağdaş Güney Afrika Şiiri Antolojisi. Bence Kitap, 2013, 48-9.

Tunç, Ilyas. Çağdaş Güney Afrika Şiiri Antolojisi. Bence Kitap, 2013.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan di sala 1986an de ji dayik bû. Ji gundê Barincê ya bi ser Bişêriyê ve ye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, dibistana navîn û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendine. Di sala 2010an Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabilîtasyonê qedandiye. Li Zaningeha Istanbul Bilgiyê di beşa Wêjeya Berawirdî (Comparative Literature) de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar" (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Li Zankoya Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de teza doktorayê (PhD) li ser biwara romanûsîya kurdî, bi navê Kürtçenin Kurmancî Lehçesinde Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (Di Kurmancî de Avabûna Romannivîsînê Weke Biwareke Xweser) sala 2023an parast. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Sala 2008an çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû lidarxistin xelata yekemîniyê wergirt. Sala 2009an berhema wî ya ewil dîwana Otopsiya Berbejnekê çap bû. Wergerên wî 2015an Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, 2018an Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, sala 2021an LGBTÎ+ên Penaber 2 hatin çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexneyê de weşiyan.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê