Amedspor: 1 Şanliurfaspor:0

29/01/2023

Amedsporê her çiqas li hemberî reqîba xwe ya dijwar Şanliurfasporê têkoşiya jî 1-0 bi ser ket û bi 3 pûanan ji qadê derket.


Amedsporê di deqîqeya 45emîn de bi gola Mehmet Alaeddînoglû ya ku dem bi dem tengezar bû, nîva ewil bi vê skorê bi dawî bû.

Di nîva duyemîn de lêgerîna Amedsporê ya ji bo golê encam negirt, maç bi gola ku di nîva ewil de hat avêtin 1-0 bi dawî bû.

Di deqeya 79’an de Amesporê goleke din jî avêt lê bi sedema ofsaytê ev gol nehat qebûlkirin. 

Di maçê de tu golên din nehatin avêtin û maç bi 1-0 serkeftina Amedsporê bi dawî bû. 

Bi vê serkeftinê re puanên Amedsporê bûn 40 û di lîgê de bû rêza duyemîn.

https://twitter.com/freee2121/status/1619677386710319105



sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Em ê li hember cihêkariyê wekheviyê biparêzin”

Weşana paşê

Cotkarê Qoserî: Di bîrên me de jî av nemaye!