Akademîsyena emerîkî, ya li Zanîngeha Georgetownê ya Washingtonê, Amy Austin Holmesê kitêbek li ser Rojavayê Kurdistanê nivîsî û danasîna wê li Emerîkayê kir.
Danasîna kitêba “Statelet of Survivors – The Making of a Semi-Autonomous Region in Northeast Syria” (Dewletên Biçûk yên li ser Lingan Mane – Çêkirina Herêmeka Nîvxweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyêyê) li Wilson Centerê li Washingtonê hat kirin.
Di kitêbê da lêkolîn li ser HSD, Rêveberîya Xweser, YPG û YPJyê hatîye kirin.
Amy Austin Holmes derbarê kitêba xwe da bo Rûdawê axivîye.
Holmesê li ser lêkolîna xwe û pêvajoya amadekirina berhema xwe ji Rûdawê re gotîye:
“Sala 2015an, min dest bi lêkolîna ji bo vê pirtûkê kir, ango 10 salan berî niha, dema cara yekem ez çûm Rojava ango Bakurrojhilatê Sûrîyeyê.
Min li wir dest bi rapirsîyekê kir, li ser YPG û YPJyê. Ev berî ku Hêzên Sûrîya Demokratîk bêne avakirin payîza 2015an bû.
Ji wê demê ve, heta sala derbasbûyî, ez çend caran çûme Sûrîyeyê da ku ez rapirsîyekê di nava HSDyê da pêk bînîm û hevpeyvînan bi serkirdeyên HSDyê û karmendên rêveberîya sivîl a Bakurrojhilatê Sûrîyeyê re bikim.
Cihê kêfxweşîyê bû ku îsal berî çend mehan, pirtûkan min hat belavkirin. Ev jî berhema karê çend salan bû.
Ji bo agahîyên berfirehtir bitikîne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.