“25 sal e parêzer im min hêj nedîtiye ku polîsek ceza girtiye”

“25 sal e parêzer im min hêj nedîtiye ku polîsek ceza girtiye”
“25 sal e parêzer im min hêj nedîtiye ku polîsek ceza girtiye”
Beril Caymaz Gülistan Korban
  • 17 Ocak 2023 17:52

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Kemal Kûrkût, xwendekarê zanîngehê di Newroza 2017an de li Amedê hatibû kuştin. Di doza kuştina Kûrkûtî de Polîsê ku bi tohmeta “bi qestî kuştiye” dihat dadkirin, beraet kir.

Parezerê malbata Kurkut Serdar Çelebî biryarê dadgehê ji Botan Timesê re nirxand.

“Wêneyên bûyerê hebûn lê dadgehê beriya 5 mehan gotûbû delîl nîn e”

Çelebî dibêjê, “Raporan mûfetîşan hebû, dîmen hebûn, wêneyên bûyerê hebûn li gel vê jî dadgehê beriya 5 mehan gotûbû delil nîn e. Piştî wê me serî li Dadgeha Îstînafê da. Dadgeha Îstînafê jî got, “Erê delîl heye lê li gel vê jî ceza neda.”

Li gor Çelebî piştî biryara beratê dadgehê wê betir rê li ber bûyerên bi vî rengî vebike.

“Dadgeh dibêje çek bikaranîna polîsan di cîh de ye”

Dadgeh di biryara xwe de dibêje erê polîs çek bikaranî ye lê ew di cîh de ye.

Parêzer Serdar Çelebî

Ez 25 sal e parêzer im min hêj nedîtiye ku polîseke di dosyayên wiha de ceza girtiye. Her bê ceza tê hiştîn an dosya tê girtin.”

Parêzer Serdar Çelebî

Rojnameger Abdurrahman Gokê ku weneyê kêliya kuştina Kemal Kurkutê girtibu beriya niha bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Dadgeha Îstinafê jî wê cezayê li Gok hatibû birîn pesend kiribû.

Bixwîne : https://botantimes.com/ci-hatibe-sere-min-pisti-girtina-wan-weneyan-hat-sere-min/

Çi bibû?

Kemal Kurkut ê 23 salî xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.

Di 21ê Adarê 2017an de ji bo tevlî Newroza Amedê bibe hatibû bajar û li nêzîkî Parka Newrozê di xala kontrolê ya polîsanan de rastî gulebarana polîsan hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” ji ber wê polisan çek bikaraniye.

Lê weneyên Rojanameger Abdurahman Gok girtibû van gotinan berovajî kiribû.