Zû rabûn û dereng rabûn: Kîjan çêtir e? – The Economist

25/10/2024
close up photography of woman sleeping
Wêne: Pixabay, arşîv

Îro di nav rêveberên şirketên mezin de zû rabûn wek nîşaneya serkeftinê tê dîtin. Tim Cook ê “Apple”yê û Bob Iger ê “Disney”ê di navbera saet 4 û 5ê sibehê de radibin.

Lêkolînek nîşan dide ku ji sedî şêst û pêncê rêveberên Amerîkî berîya saet 6ê radibin.

Feydeyên zû rabûnê

Demên bêdeng ên sibehê çend feydeyan didin mirovan:

  • Bersivdana e-nameyan hêsantir e
  • Mirov dikare bê qelebalixî bifikire
  • Ji bo karûbarên rojê mirov xwe amade hîs dike

Lêkolînan diyar kiriye ku kesên zû radibin (kesên seyfî) xwe bextewartir û saxlemtir dibînin. Li gorî lêkolîneka Fînlandayê, mêrên ku zû radibin ji yên derengrab %4 zêdetir pereyan qezenc dikin.

Astengîyên zû rabûnê

Lê belê zû rabûn ne hertim baş e:

  • Rêveber dikarin bar û berpirsiyarîyên zêdetir bidin kesên ku zû radibin
  • Dema mirov zû e-nameyan bişîne, bersivên zêdetir tên
  • Jiyana civakî dikare lawaz bibe
  • Mirov nikare beşdarî çalakîyên êvarê bibe

Ritma laşî ya xwezayî

Zanyar dibêjin ku ritma laşê mirovan bi piranî bi genên wan ve girêdayî ye. Hewldana guhertina vê ritmê bi zorê ne baş e. Yên ku hewl didin bibin ‘dîkilê sibehê’ pir caran mecbûr dimînin qehweya zêde vexwin. Ji alîyê din, beşdarên ‘şevbuhêrk’an jî di civînên sibehê de têra xwe çalak nabin.

Rêya navîn

Piranîya mirovan ne ‘dîkilê sibehê’ ne û ne jî ‘kesên şevbuhêrkan’ in. Ew di navbera herduyan de ne. Ji ber vê yekê ye ku piranîya nivîsîgehan di navbera saet 9 û 5ê de dixebitin.

Her mirov xwedî ritmeka xwezayî ya laşî ye. Li şûna ku em xwe bi zorê biguherin divê em vê ritma xwe nas bikin û li gorî wê bijîn.

—-

Çavkanî: The Economist, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Öcalan û qada hiqûqî û siyasî: Mercên pêwîst çi ne?

rear view of a silhouette man in window
Weşana paşê

“Mafê hêvîyê” çi ye û gelo dikare ji bo Abdullah Öcalan were bikaranîn?