Hîşkesalî di nav 31 karesatên xwezayî yên cuda de weke karesata herî krîtîk tê pênasekirin.
Di sala 2023an de ji cîhanê re bûye xetereyek.
Tirkiye jî ji vê guherîna ekosîstemê para xwe digre.
Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiya Tirkiyeyê di Kanuna 2022an de li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat barîna baranan ji sedî 80 kêm bûye. Her wiha tê gotîn ku 27 sal e rewşeke wiha çênebûye.
Em ji bav û kalê xwe vê karê dikin. Ez 45 salî me min di emrê xwe de zuhabûneke wiha nedît. Li Qoserê ji xwe pir av nîn e. Ger wiha berdewam bike û baran nebare em ê perîşan bibin.”
Cotkar Mîkaîl Erbeyî
Xwediyê van gotinan Mîkaîl Erbeyî tenê ji wan cotkaran yeke ku ji ber zuhabûnên cend salên dawî yên li herêmê bi zor û zehmet çandiniyê dike.
Hişkesaliya li herêmê ji çandiniyê bigire heta xwedîkirina sewalan tesîrek çawa li ser jiyana me dike û dê bike?
Aktîvîsta Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Derya Akyol û Serokê Çotkaran ya Bajarê Qoserê Mîkaîl Erbeyî li ser mijarê pirsên me dibersîvînin.
“Niha li koserê mîlyonek donim erdê candiyê heye ji sedî 80 jî ji wan avîye. Ji ber baran nabarin cotkaran bi îmkanên xwe bîran kolandine û erdên xwe av didin. Lê êdî ava bîran jî kêm dibe ger baran nebara em nezanin ka em ê çawa bikin.”
Cotkar Mîkaîl Erbeyî
Li Qosera Mêrdînê wekî bajarên herême çavkaniya debarê ya xelkê çandinî û sewalkarî ye.
Li Merdînê du tişt tê candin. Ji wan yek genim ya din jî garis e.
Her du berhem jî zêde av dixwaze.
Cotkar dibêje ew di mehên Mijdar û Qanunê de di genim diçînin. Lê ger wîha berdewan bike û baran nebara wê hemû toximên wan dibin erdê de xera bibin.
“Rojên xirab hêj nehatine”
Aktîvîsta Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Derya Akyol jî bal dikişîne ser guherîna keş û hewayê û dibêje, dinya niha di nava qeyraneke av û hewayê de ye.
Li gor Akyol rojên xirab hêj nehatine û eger pêşî lê neyê girtin qeyraneke mezin li pêş mirovahiyê ye.
“ Bajarên kurdan jî yek ji wan herêmên di bin metirsiya ziwabûnê de ye. Bendavên hatine çêkirin, xebatên madenê û polîtîkayên birîna daristanan bandoreke kûr li herêmê dike. Her wiha ji ber bikaranîna çewt a xebatên çandiniyê, çavkaniyên avê jî kêm dibin.”
Aktîvîst Derya Akyol
Aykol dîbêje divê bi lez ê bez polîtkayên li gor vê rewşê bê avakirin got,” Ya lezgîn ew e ku rêyên ji nû ve avakirina civakî yên li ser bingeha jiyana komunalwerin nîqaşkirin û bi cih bînin.”
Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) beriya niha li ser guherîna avhewayê raporek tirsnak eşkere kirîbû.
Li gor wê raporê ger emîsyonên karbonê di astên bilind de bimînin, dibe ku li hin herêman du caran ji pençeşêrê betir mirovan bikuje.