ZINDÎ- Roja 17emîn ya erdhêjê

22/02/2023

Hejmara kesên di erdhejên bi navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dan derket 42 hezar û 310an.

Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Awarte (AFAD) li ser rewşa heyî daxuyaniyek belavkir.

AFAD ragihand ku li Mereş, Antep, Riha, Amed, Edene, Osmaniye,Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê bi tevahî 448 hezar û 18 kes hatin tehliyekirin.

Ji kar derxistina karkeran hate qedexe kirin

Bi biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li 10 parêzgehên ji kar derxistina karkeran hate qedexe kirin.

Wezîr Soylu: Dê ji bo wan mirovên li herêma erdhêjê alîkarî bên kirin

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu dîyar kir ku ketina malên ku ji erdhejê zirareke mezin dîtine qedexe ye.

Soylu got, “hem AFAD û hem jî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî dê eşyayan bidin wan malbatan.”

Ji muxalefetê li dij gotinên Erdogan bertek

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, ji bo kesên kêmbûna alîkariyan rexne dike peyvên, “bêexlaq, bêrûmet,” bi kar anî bû.

Li hemberî gotinên Erdogan muxalefetê jî got, “Xeberan nede, îstifa bike.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

“Gelek kesên di bin kavilan de mabûn tirsiyan ku bêjin ‘Hawar’ “

Weşana paşê

Li Amedê bi pileya 4.5an erdhêjek pêk hat

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di