Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ya li Mereşê bi hezaran kes li herêmên karesatê bi xetereya nexweşiyê re rû bi rû man.
Hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji 30 hezarî bihûrî.
Tedawiya bi deh hezaran welatî jî li nexweşxaneyan berdewam dike.
Pîştî 198 seatan li du bajaran 3 kes ji bin kavilan hatin rizgarkiri.
Li bajarê Semsurê ciwanek, li Mereşê jî du jin ji bin kavilan hatin derxistin.
Bi deh hezaran kesên ku hê şîna xwe negirtine bo ewlehiya canê xwe ji bajarên xwe koç dikin.
Li herêmên erdhejê bi milyonan mirov bi pirsgirêkên bêavî û hîjyenê ku dibin sedemê xetereya şewbê re rûbirû mane.
Berdevkê Saziya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) James Elder li Cenevreyê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got:
Li 10 bajarên li Tirkiyeyê erdhêj lê çêbûyî zerer li 4,6 milyon zarokan bûye. Li Sûriyeyê zerer li 2,5 milyon zarokan bûye.
15:00
Dozgerîya Diyarbekirê ji bo lêpirsîna herifîna avahîyan 31 kes desteser kiribûn. GazeteDuvarê ragihand ku ew kesên desteserkirî hatine berdan.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji Civîna Hikûmetê ya Cîhanê ku li Îmarata Yekbûyî yên Ereban tê lidarxistin re vîdeoyek şand.
Erdogan li ser rewşa mexdurên erdhêjê agahiyan da û dîyar kir ku,
“Me ji 81 hezar welatiyên xwe yên ku ji erdhejê bi birîndarî hatin rizgarkirin beşeke girîng derman kir.
Ji aliyê ekîbên lêgerîn û xilaskirinê zêdeyî 8 hezarî welatiyên me ji xirbeyan bi saxî hatin derxistin.
14:39
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûye Intabê. Vê gavê li navenda hewargihandinê ya AFADê ye.
12:40
HDP: We li ber çavan sûc kir, êdî hûn nikarin sûcên xwe bi gotina ‘qeder’ veşêrin
Navenda Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji Twitterê gotinên Parlementer Garo Paylan yê sala 2020an belavkir.
Paylan di axaftina xwe de li dijî efûya herêman a sala 2020an derdikeve û dibêje, “Eger Xwedê nehêle erdhejek çêbibe, eger welatiyên me di binê avahiyê de bin, wê kî heqê wê bide?”
12:16
Televizyona France24 ya Fransayê diyar kir ku balafireka barê wê tiştên ji bo mexdûrên erhêjê ne dadaye Balafirxaneya Şamê.
Ev demek bû alîkarîyên mirovî ji bo Tirkiyeyê dihatin lê Sûriye hatibû piştguhkirin.
12:00
Li gor BBCyê Neteweyên Yekbûyî diyar kiriye ku ji bo alîkarîyan du derîyên sînorî yên Sûriyeyê dê bêne vekirin. Beşar Esadî jî ev daxwaza NYyê qebûl kiriye.
11:30
Pispora Telekomûnîkasyonê Füsun Sarp Nebilê ji BBCyê re eşkere kiriye ku li wan bajaran bi tenê binesaziya teknîkî ya TurkTelekomê heye. Xetên dî yên wek Vodafone û Turkcellê operatorên xwe bi wê xetê ve girê dane. Xetên telefon û înternetê di tekela yek şirketê de ye. Dema ew têk çû hemî xet têk çûne.
11:00
Ajansa Anadolûyê da zanîn ku parlamenterên Koreya Başûr dê ji sedî 3yê mehaneya xwe ji bo mexdûrên erdhêjê bişînin.
Pere dê ji bo parastina xwendekar û geştiyarên Koreyî û ji bo xelaskirina mexdûrên erdhêjê bê herckirin.
Komeleya Medya û Hiqûqê (MLSA) diyar kir:
Li bajarên erdhêj heyîn herî kêm 4 rojnameger hatine desteserkirin, 9 rojnameger hatine astegkirin û êrîş li 8 rojnamegeran hatiye kirin.
“Nexweşiyên şewbê dê belav bibin“
Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) hişyarî dabû heke pêşîlêgirtin ango tedbîr neyê girtin dê li herêmên erdhejê nexweşiyên şewbê jî belav bibin.
TTB dîbêje “li herêma erdhejê di warê nexweşiyên infeksiyonê de em di “serdema herî bi xeter” de ne.
Divê di zûtirîn dem de tedbîr bên girtin.”
Bahçelî pîştî 7 rojan axivî
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî pişti 7 rojan derket peşberi kamerayan.
Bahçelî bo rexneyên di derbarê wî de got, “Ji bo ku ez mudaxeleyî xebatên rizgarkirinê yên bi hûrgilî û hesas nekim, geşedanên ji Enqereyê dişopandim.”
“Ez ê li Osmaniye, Kahramanmaraş, Hatay, Adiyaman, Amed, Şanliurfa, Gazîentab, Kilîs, Edene û Meletiyê bi gelê xwe re bibim yek deng û bi dorê serdana wan bikim.”
‘Ay lê gulê’: Stranên li ser ‘Gul’ê23/04/202414:40 Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 9: Xwedaynameg23/04/202412:12 Belçîka – Polîsan bi ser Stêrk TV û Medya Haberê da girt23/04/202411:05 7 rojnameger hatin desteserkirin23/04/202410:48 Role Mihemed: Rojava – Em aniha dibînin bi hezaran rojnamevanên me yên ciwan hene22/04/202417:39