ZINDÎ- Roja 24emîn ya erdhêjê

Nıvîskar:
2 years berê

Erdhêja di 6ê Sibatê de pêk hat bandor li 10 bajaran kir.

Di roja 24emîn ya erdhêjê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bilind dibe.

AFADê ragihand ku hejmara kesên di erdhêjê de mir derketiye 45 hezar û 89an.

Li gor daneyan mîlyon û 971 hezar kesan jî ji bajarên xwe koçî bajareke din kirine.

Prof. Dr Ercan serbest hat berdan

 Endezyarê jeofîzîkê û pisporê erdhejê Prof. Dr. Ahmet Ercan hat li Meletiyê hatibû desteserkirin, hat berdan.

Ercan, ji ber çend parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî bi hinceta “xelkê tahrîkê dijminahî û nefretê” dike hatibû desteserkirin.

Bahçelî sivakayî li mexdurên erdhêjê kir

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di serdana xwe ya Elbîstanê de sivakayî li mexdurên erdhêjê kir.
Devlet Bahçelî ji sloganên mexduran aciz bû û got;

“Hûn nekarin bernameya serokomar sabote bikin. Bêdeng bin! de haydê belav bin”


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Li Îranê di du rojan de 11 girtî hatine îdamkirin – Jimara Kurdên îdamkirî bûye 100

Li gorî rêxistineka mafên mirovan, li Îranê di du rojên dawî de

Xelata Nobelî ya Kîmyayê ya 2024ê ji bo lêkolînên li ser proteînan hatiye dayîn

Akademîya Zanistê ya Swêdê biryar daye ku Xelata Nobelî ya Kîmyayê ya

Xelata Nobelî ya Fîzîkê ji bo “hînbûna makîneyî” hatiye dayîn

John Hopfield û Geoffrey Hinton Xelata Nobelî ya Fîzîkê ya sala 2023yê