Erdhêja 6ê Sibatê 18 rojan li du xwe hîşt.
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da jî rojane bilind dibe.
6 pisîkên ku li Galerîayê asê mabûn bi xebata ekîba AFADê hatin xilaskirin
2 bloka Sîteya Galerîayê di erdhêja 6ê Sibatê de hilweşiya. Ji bo blokên mayî jî biryara hilweşandina bikontrol hat dayîn. 6 pisîkên ku li qata 9emîn asê mabûn bi xebata ekîba AFADê hatin xilaskirin.
Walîtiya Meletiyeyê: Hejmara avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyan 3 hezar û 437 e
Li gorî daneyên li ser hesabê Twîtterê yê Walîtiya Meletiyeyê hatin parvekirin. Li parêzgehê heta îro 3 hezar û 437 avahî hatine hilweşandin. 19 hezar û 822 avahî xisareke mezin dîtine. 2 hezar û 79 avahî jî xera bûne. Hejmara avahiyên ku bi lezgînî bên hilweşandin bû 527.
Jimara mirîyan derket 43 hezar û 556 kesan
Wezîrê Karên Navxweyî ya Tirkîyeyê Suleyman Soylu ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 43 hezar û 556an.