ZINDÎ- Roja 16emîn ya erdhêjê

21/02/2023

Di ser erdhejên bi navenda Mereşê çêbû bû sedema mirina zêdeyî 40 hezar kesî.

Li gel bi ser erdhêjê 16 roj derbas bûn û vê carê jî li Hatayê du erdhejên din ên dijwar hejand.

Êvara duşemê ewil di saet 20.04an de navenda erdhejê li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 6.4 bû. Piştre saet 20.07’an li navçeya Samandag a Hatayê bi hêza 5,8 erdhej pêk hat.

Heta niha 20 hezar Sûriyeyî vegeriyane

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got : “Hemwelatiyên Sûriyeyî hene ku ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê va vedigerin cih û warên xwe. Em li pey vê reqemê ne ku heta niha 20 hezar kesan derbas bûye.”

15.3

Serokomarê Almanyaya Frank-Walter-Steinmeier bo cara yekem bi zimanê Kurdî peyamek derbarê erdhejên li Mereşê de belav kir.

Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steînmeîer spasiya tîmên ku di erdhejê de alîkariya mirovan dikin kir û got: “Mirovatiya ku hûn di vê dema tarî de nîşan didin, hêvî û baweriyê dide mirovan.”

Steinmeier di dawiya peyama xwe de bi Tirkî, Erebî û Kurdî ev wiha nivîsî:

“Biz her zaman yanınızdayız.
Nabqa bi-janibikum.
Emê li cem we bin.”

14.38

3 kes mir, 213 birîndar e

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku di erdheja Hatayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 294 kes jî birîndar bûne.

Şaredarên her du navçeyan banga pêwîstiya lezgîn ji bo konan ji bo herêmê kirin.

Her du Wezîrên Almanyayê îro bên herêma erdhejê

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock û Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser dê îro (Sêşemê) ji bo serdana herêma erdhejê bên Tirkiyeyê.

Di vê serdanê de Berdevkê Wezareta Derve got ku her du wezîr dê ji nêzik ve rewş û xebatên alikariyê yên li heremê erdhêjê bişopînin.

ESCD “Herêma erdhêjê de dibe ku nexweşiyên infeksiyonê derkevin.”

Navenda Pêşîlêgirtin û Koltrolkirina Nexweşan a Ewropoyê (ECDC) hişyarî da ku piştî erdhêjên ku li Tirkiye û Sûriyeyê zirarên mezin gihandine herême erdhêjê, dibe ku nexweşiyên infeksiyonê derkevin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Beril Caymaz

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Weşana berê

Erdhêj û penaberî

Weşana paşê

Nacî Gorur : Divê em bala xwe bidin ser Edeneyê

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû