UNIFIL (United Nations Interim Force in Lebanon), anku Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Libnanê, ragihandiye ku aştîparêzekê dî jî li başûrê Libnanê birîndar bûye. Di du rojan de aştîparêzê 5ê ye ku birîndar bûye..
Bûyerên dawîn
- Ji çavkanîyeka nediyar fîşek li aştîparêzekî hatiye reşandin.
- Îsraîlê ji UNIFILê xwestiye ku cihên xwe yên nêzî şerê bi Hizbullahê re biterikîne. UNIFILê ev daxwaz red kiriye.
- Êrîşên Îsraîlê li ser du gundên Libnanê didome, wê 9 kes kuştine. Yek ji van gundan li bakurê Beyrûdê ye, yê din li başûrê paytextî ye.
- Artêşa Îsraîlê ferman daye ku niştecihên 23 gundên başûrê Libnanê derkevin. Ew ê biçin deverên bakurê Çemê Ewalîyê.
- Îsraîlê roja Yom Kippurê di nav rexneyên navneteweyî de pîroz kiriye.
- Hizbullahê ragihandiye ku wê êrîşeka dronî li ser bingeheka leşkerî ya Îsraîlê li Heyfayê pêk aniye. Çend saet berê jî êrîşeka din li başûrê bajêr pêk anibû.
- Li Xezeyê, ji 7ê Çirîya pêşîn a 2023an ve, 42,175 Filistînî hatine kuştin. Hejmara birîndaran gihîştiye 98,336 kesan. Ev hejmar ji aliyê wezareta tenduristiyê ya Xezeyê ve hatine ragihandin.
Çavkanî: FRANCE 24, Botan Times