Li gor UNRWAyê, li Xezeyê herî kêm 400 hezar kes di bin dorpêça êrîşa dawîyê ya Îsraîlê de ne . Birêveberê Unrwayê Philippe Lazzarini dibêje ku êrîş bûye sedema birçîbûnê.
Rewş bi taybetî li kampên penaberan ên wek Cebaliyayê aloz e.
Dorpêç û koçberîya mecbûrî
Lazzariniyî ragihandiye ku fermana valakirinê ya ji alîyê rayedarên Îsraîlê ve hatiye dayîn, xelkê neçar dike ku careka dî koç bikin. Lê belê, gelek kes qebûl nakin ku koç bikin ji ber ku dizanin li tu derê Xezeyê ewlehî nîne.
Bandora li ser xizmetên tenduristîyê
- Hin stargehên Unrwayê xizmet hatine sekinandin.
- Kampanyaya vaksîna polîoyê ya ji bo zarokan di bin xeterîyê de ye.
- Birçîbûn li bakurê Xezeyê belav dibe.
Êrîşên berdewam
Artêşa Îsraîlê dibêje ku êrîşa mezin a niho di roja xwe ya pêncan de ye û armanca wê ew e ku pêşî li êrîşên Hemasê bigire.
Di êrîşên dawîyê de:
- Herî kêm 18 kes hatine kuştin, di nav de 5 zarok û 2 jin hene.
- Li kampên penaberan ên Nuseyrat û Bureyc, êrîş li ser konên koçberan pêk hatine.
- Li kampên penaberan ên Cebaliyayê, êrîşek li ser maleka malbatê pêk hatiye û herî kêm 9 kes hatine kuştin.
Li gor Wezareta Tenduristîyê ya Xezeyê, hejmara Filistînîyên ku ji Cotmeha 2023an û vir ve di encama operasyonên Îsraîlê de li Xezeyê hatine kuştin gihîştiye 42,010 kesan û 97,720 kes jî birîndar bûne.
Çavkanî: The Guardian, Al Jazeera, Botan Times – 14:54
Îsraîlê êrîşên xwe li ser Xezeyê û Libnanê zêde kiriye. Li Xezeyê nexweşxane hatine valakirin û sivîl di bin xeterîyê de ne. Li Libnanê, Netanyahu gef xwariye û êrîş li ser Hizbullah û Hemasê pêk anîne. Li Sûrîyê, êrîşa Îsraîlê bûye sedema mirina kesekê. Li Îsraîlê, êrîşeka kêrê 6 kes birîndar kirine. Îran jî hewl dide ku bi rêya dîplomatîk têkilîyê bi Erebistana Siûdî re deyne.
Piştî saleka şerî, rewşa li Rojhilata Navîn her ku diçe aloztir dibe. Li gor nûçeyên ku gihîştine me, êrîşên Îsraîlê li ser Xezeyê û Libnanê berdewam in.
Xezeya Bakur di bin êrîşan de ye
Li Xezeya Bakur, leşkerên Îsraîlê êrîşên xwe berfireh kirine. Li gor çavkanîyan, Nexweşxaneya Kemal Adwan hatiye valakirin û kesên ku li rojavayê Cebaliyayê tevdigerin, rastî gulebaranê tên.
Gefên li ser Libnanê
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gef li Libnanê xwariye. Wî gotiye ku eger êrîş berdewam bikin, Libnan dê rastî wêranî û mirinê bê, mîna Xezeyê. Di 24 saetên dawîyê de, balafirên Îsraîlê 185 cih û warên Hizbullahê û 45 yên Hemasê bombebaran kirine.
Êrîşa li ser Sûrîyê
Li alîyê dî, Sûrîyê ragihandiye ku di encama êrîşeka Îsraîlê de li Quneytirayê, endamekê hêzên ewlehîyê yê navxweyî miriye û yekê dî jî birîndar bûye.
Bûyerên dî yên girîng
Êrîşa bi kêrê – Îsraîl
Li bajarê Haderayê yê Îsraîlê, di êrîşeka bi kêrê de 6 kes birîndar bûne. Ji wan, halê 2 kesan xedar e.
Serdana dîplomatîk a Îranê ji bo Erebistana Siûdî
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araghchi dê di demeka nêzîk de biçe Erebistana Siûdî. Armanca serdanê ew e ku li ser “jenosîd û êrîşên rejîma Îsraîlê” li Xeze û Libnanê gotûbêj bên kirin.
Çavkanî: Al Jazeera, Botan Times, The Guardian, AFP, Reuters