Zimanê Bêîdyom Wek Nanê Bêxwê ye

Îdyom alîkarî dikin ku meseleyekî dirêj gelek bi kurtî, bi cumleyekê îfade bibe. Di eynî demê de îdyom xemil û nexşê zimên in; dewlemendî, bedewî û xweşikîya zimên nîşan didin.

***

Di xeberdanê de jî di nivîsînê de jî fesîh û zelal, bi awayê ku rast fêm bibe telafuzkirin û nivîsîna peyvan û li gorî qeydeyên zimên sazkirina cumleyan gelek muhîm e. Çimkî fikir û hîs bi wasitaya ziman îfade dibin û tên fêmkirin. Eger peyv xelet bêne gotin û nivîsîn, cumle rast saz nebin, îfade jî rast çênabe; wê demê, tiştê ku tê gotin yan baş fêm nabe yan xelet fêm dibe. Lê ev temam bin jî, dîsa dibe ku ziman ji hin alîyan ve kêm bimîne, mesela, dibe ku tehm di îfadeyê de tune be. Çimkî di vegotinê de nebûna îdyoman, yanî tunebûna mecazan zimanî hişk û tehmsarkî dike; zimanê bêîdyom wek nanê bêxwê ye. Ji alîyê din ve, di xeberdan yan jî nivîsînê de bikaranîna îdyoman nîşana fikirîna bi wî zimanî ye jî. Bi îfadeyeka din, kesê ku di nav xeberdan yan jî nivîsîna xwe de îdyoman bi kar tîne, meriv dikare bibêje ku ew kes bi wî zimanî difikire; dereceya bikaranîna îdyoman dereceya fikirîna bi wî zimanî nîşan dide.

Nîsbet bi zimanên miletên din di Kurdîya me de manaya mecazî ya peyvan kêm e, lê îdyom bi têra xwe hene. Neslên berîya me îdyom bi kar dianîn. Di jenerasyona me de bikaranîna îdyoman kêm bûye. Lê di jenerasyonên piştî me de bikaranîna îdyoman êdî tune ye. Eger yên ji neslê me di hîn nivîsan de yek-du îdyoman bi kar bînin jî jixweber nînin, wek pîne dixuyin. Hinek îdyom jî çêkirî ne, yan jî ji zimanê Tirkî hatine wergerandin. Lêbelê divê îdyom eslî bin, yanî bi temamî malê ziman bi xwe bin û wek peyvan jixweber bêne bikaranîn ku di nav îfadeyê de bihelin, qulat nemînin.

Îdyom çi ne? Di zimanekî de gotin yan jî koma gotinên cazib û balkêş ku bi awayek qalib girtine, wek tehbîr bi mana yan jî manayên mecazî meşhûr bûne û ji alîyê piranîya miletê ku wî zimanî xeber dide tên zanîn re “îdyom” tê gotin. Ji bo ku di Kurdî de navekî xisûsî yê vê kategorîyê tune ye, lewma ev peyv ji Îngilîzî hatiye girtin.

Îdyom alîkarîyê dikin ku îfade hêsantir çêbibe, çimkî îdyom îfadekirina fikir û hîsan, îzehkirin û teswîrkirina tiştan şayîk dikin, alîkarî dikin ku meseleyekî dirêj gelek bi kurtî, bi cumleyekê îfade bibe. Lê di eynî demê de îdyom xemil û nexşê zimên in; bedewî û xweşikîyê didin zimên.

Îdyom wek cumle kêmtir ji du peyvan pêk tên û qalibekî xisûsî digirin. Awayên gotina îdyomekê diguhere lê peyvên wê naguherin. Îdyomên sade di ferhengê de bi şeklê mesderê têne nivîsîn. Mesela, agir barîn îdyom e, di hemî diyalektên Kurdî de heye. Manayên wê jî wisa ne: 1) hewa gelek germ bûyin, 2) tişt gelek buha bûyin, 3) micadele û şerê giran bûyin. Çawa ku dixuye, mana mecazî ne. Yanî bi rastî agir nabare, ji bo ku germa zêde ya hewayê îfade bibe, yan buhabûna tiştan îfade bibe, yan jî di navbera du alîyan de şîdeta zêde ya micadele û pevçûnê îfade bibe tê gotin. Li gorî konteksê meriv dikare bi gelek awayan bi kar bîne, lê divê peyvên “agir” û “barîn”ê li gorî sentaksa ku qalib girtiye neguherin. Di îdyoman de ne ku tenê peyv, eger lêker jî ji zimanekî din bin, dîsa divê neyên guhertin. Mesela, îdyoma Qiz qereçî xatûn olmez divê eynî wekî xwe were gotin.      

Îdyom, teşbîh nînin. Eger em bibêjin Bavo ji me re wek çiyayek bû ev nabe îdyom. Ji ber ku me bavê xwe şibandiye çiyê, lewre ev gotin dibe teşbîh, çimkî têde mecaz yanî tehbîrkirin tune ye. Îdyom, gotinên pêşîyan jî nînin. Ferqa îdyoman û gotinên pêşîyan ev e ku di gotinên pêşîyan de şîret û hîkmet hene, îqaz û hişyarkirin hene. Yanî gotinên pêşîyan şîretê li me dikin, derheqê hinek tiştan de me îqaz dikin, yan jî hîkmetek nîşanî me didin. Lê di îdyoman de şîret û hîkmet tune ne, tenê bi mana yan jî manayên xwe yên mecazî rewşekê îfade dikin. Ferqa di navbera îdyoman û gotinên pêşîyan de diyar e, lê dîsa jî hinek gotinên pêşîyan hene ku dikarin wekî îdyom bêne bikaranîn. Ev jî wisa dibe, em bibêjin, gotina Giyayê hewşê tehl e, eger ji bo îfadekirina rewşekê di manaya mecazî de were bikaranîn, îdyom e. Lêbelê eger di manaya şîret yan ji bo hîkmetekê yan jî wekî îqaz were bikaranîn, hingê dibe gotina pêşîyan. Yanî fonksîyona wê çi be, di wê bikaranînê de dikeve wê kategorîyê. Ev awa gotin zêde nînin. Jixwe di her zimanî de nîsbet bi îdyoman gotinên pêşîyan hindik in. Gotinên pêşîyan wek zêrên zer di wextên ku îcab dike de têne gotin. Lê îdyom eynî wekî peyvan her kes dikare di her xeberdanekê de serf bike.

Îdyom jî, gotinên pêşîyan jî, berî her tiştî divê bi eslê xwe ji wî zimanî bin, neteweyî bin; yanî di kultura wî miletî de eynî wekî peyvan anonîm û jixweber bin. Gotinên ku ji alîyê kesekî ve hatine gotin, yan jî em bibêjin kalik û pîrikên me yên xwedantecrube gotine nabin îdyom yan jî gotinên pêşîyan, ew dibin “aforîzma”. Gotinên bi hîkmet ku şair, mutefekir, nivîskar û alim dibêjin jî nabin gotinên pêşîyan yan îdyom, ew dibin “gotinên navdaran” yan jî “şîretên aliman”.

Cûreyên îdyoman gelek in. Mesela, hinek hene, hem çîroka wan heye, hem jî wekî misrayên şiîrê bi qafîye qalib girtine û divê mîna gotinên pêşîyan bi şeklê ku qalib girtine werin gotin û nivîsîn. Mesela, îdyoma Ewê dizane jixwe dizane, ewê nizane dibêje baqê nîskan e! Manaya wê jî ev e: Ewê ku xebera wî ji eslê meseleyê nebe, teferuat û kûrahîya meseleyê nizanibe, yan meseleyê bêeleqe dizane, yan jî xelet dizane.

Çîroka vê îdyomê jî ev e. Li gundek yekî bêexlaq hebûye. Rojekê fiêlekî pîs dike, gundî dixwazin wî biqefêlin û ceza bikin. Lê bêexlaq direve, gundî didin dû. Bêexlaq di nav zevîyên nîskan re derbas dibe. Nîsk êdî bûne firîk, baqek nîsk diçine û hem direve hem firîkê nîskan dixwe. Li çolê camêrek bala xwe dide ku gundîyan dane dû yekî. Mêrik dibêje “Te xêr e? Tu ji ber çi direvî?” Bêexlaq dibêje “Min ji zevîyê gundîyan ev baqê nîskan çinî, dane dû min!” Bêexlaq wisa dibêje û direve diçe. Gundî tên digihên wir. Merivê ku xebera wî ji eslê meseleyê nîne, xwe dide pêşîya gundîyan, dibêje “Eyb e! Hûn fedî nakin? Ji bo baqekî nîskan ketine pey wî rebenî…” Gundî fêm dikin ku bêexlaqî eslê meseleyê negotiye, lê ji bo ku navê gundê xwe bi xirabî dernexin, ew jî behsa sûcê bêexlaqî nakin. Dibêjin Ewê dizane jixwe dizane, ewê nizane dibêje baqê nîskan e!

Çi heyf ku piranîya îdyomên me di wextê xwe de û bi awayekî rast, yanî li gorî krîterên berhevkarîya zargotinê nehatin berhevkirin. Ewên ku li van salên dawîn di ferhengan de hatine weşandin jî tijî problem in; gelek ji wan yan hatine çêkirin yan jî ji Tirkî hatine wergerandin. Mesela, em yekî neqil bikin: Bizinên (yekî) dîsa çûne çolê! (r. 162) Manaya wê jî wisa hatiye danîn: Mêzîna xwe winda kirin. Hêrs bûn. Dîn bûn. Wa ye dîsa bizinên Sefqan çûne çolê.’ Bala xwe bidinê, di cumleya nimûne de sentaks guherîye, zerfa “dîsa” ne li cihê berê ye û ev “dîsa” çima heye? Îcar, bizinên kurdan jixwe diçin çol û çiyê. Eger bizinên yekî herin çolê, çima dê mêzîna wî xira bibe, çima hêrs bibe û çima dîn bibe?

Îdyom wisa bêmentiq nabin! Rastîya meseleyê ev e ku îdyoma tirkan keçileri kaçırmak wergerandiye, lê xelet wergerandiye. Carekê yekî dosyaya gotinên pêşîyan ku berhev kiribûn ji min re şand ku ez kontrol bikim. Min bala xwe dayê, ji kovara Özgür Halk hinek gotinên aforîzmatîk ji Tirkî wergerandine ser Kurmancî. Min jê re nivîsî ku ew nabin gotinên pêşîyan. Lê camêrî wisa cewab da: Zatê ku ev gotin gotine pêncî sal paşê bibe yek ji pêşîyên me, dê gotinên wî jî bibin gotinên pêşîyên me. A ferhengên me yên îdyoman û gotinên pêşîyan wisa ne! Lewre divê em gelek bi îhtîyat li wan binihêrin. Lê ev nayê wê manayê ku em ê zimanekî bêîdyom bi kar bînin.

Li gorî ferhengên ku van salên dawîn çêbûne, tenê di Kurmancîya me de bi deh hezaran îdyom û gotinên pêşîyan hene. Lê ev hejmar mubalexe ye. Min bi xwe ji bîst salî zêdetir di Zazakîya me de îdyom û gotinên pêşîyan berhev kirin. Ferhenga îdyomên Zazakî du car hate çapkirin, di çapa dawîn de hejmara îdyoman bi zor giha 4.503 hebî. Gotinên pêşîyan jî li derdora pênc sedî bûn.

Hasilî kelam, divê em îdyomên xwe nas bikin, eynî wekî peyvan di hafizaya xwe de bicih bikin û di xeberdan yan nivîsînê de li cihê cih bi kar bînin. Gotinên pêşîyan jî her wisa. Bi vî awayî em ê zimanê xwe baştir, şayiktir, xweşiktir û dewlemendtir bi kar bînin.

Nivîskar/rojnameger

Roşan Lezgîn
Roşan Lezgîn di sala 1964an da li gundekî Licê hat dinyayê. Tenê çar sal li dibistanê xwend, lê paşî tehsîla xwe ji derve heta lîsansê dewam kir û ji beşa ziman û edebîyatê mezûn bû. Ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Heta niha 19 kitêbên ku wî nivîsîne û 19 jî kitêbên ku wî wergerandine hatine weşandin. Di sala 2009an da li Diyarbekirê malpera înternetî www.zazaki.net ava kir. Di sala 2011an da kovara Şewçila ku safî bi Zazakî diweşe, derxist ku heta hejmara bîstan derketiye. Dîsa, bi alîkarîya çend hevalên xwe yekemîn rojnameya Zazakî Newepel derxist û heta 100 hejmarî dewam kir. Herwisa di sala 2012an da Weşanxaneya Roşna ava kir. Heta niha ji vê weşanxaneyê 77 kitêb hatine weşandin.