Ziman, amûrê pêwendîgirtinê an desthilatdarîya kultûrî

Nıvîskar:
2 weeks berê

Em ê çawa bikarin zimanê xwe ewqas bihêz bikin ku bi rêya wê kultûra xwe jî belav bikin û bê desthilata kultûrî nemînin an tune nebin? Gelo eger feylesofên mezin ên kurd berhevên xwe yên fikrî bi kurdî binivîsandina niha rewşa me cîyawaztir bû? Gelo zimanê me kêmas e an em nikarin ji gotarê wêdetir biçin ku kesên wekî Suhrewerdî berhevên xwe yên fikrî bi zimanên din nivîsîne? Û bi min bersiva van pirsan dê rêyeke nû ji bo me veke.

***

Ji ber ku di vê serdema me da wêjmana zimanî gelekî ketîye rojevê û gelek gotinên cihêreng û cîyawaz li ser hatine û dihên gotin, ji bo beşek ji xelkê bûye klîşe û behskirina ji zimanî bala gelek kesan nakişîne û mandîbûnê dihîne. Ji alîyekî din piranîya gotin û nivîsarên li ser vê mijarê bi tenê behsa girîngîya kurdîaxêvîyê dikin û zimanî bi tenê di formeke wî de şirove dikin. Dema ku em behsa axaftinê dikin û bi tenê axaftina bi kurdî dikin slogan, em forma parole a zimanî berçav digirin. Têgehên parole û langue ji alîyê Ferdinand de Saussure ve ji bo nîşandana cîyawazîya navbera ziman û axaftinê hatine bikaranîn. Çawa be ev kar dibe sebeb ku xelk ji van gotinan vedireve. Elbet mirov nikare di vî biwarî da biryarderane biaxive û dibe ku hin sebebên din jî hebin. Dibe ku yek ji sebebên bêzarbûna beşek ji civakê ji vê wêjmanê, kolonyalîzm û mejîyê kolonîkirî be. Mejîyekî kolonîkirî berevajî mejîyê kolonyalîst xwedîyê fikrekê ye ku ne tenê digel fikra bîyanî nakeve nîqaşê an şer, belkî bîyanîbawer e û her tiştê ji zimanê bîyanî hêsantir dipejirîne û hin caran jî xwe di çarçoveya dijminî da pênase dike. Ji ber ku tawanbarkirina qurbanîyê asîmîlasyonê beşek e ji proseya stemê û ev yek jî ne mijara vê nivîsarê ye û di hewseleya me û xwînerî da nagunce, em ê jê veqetin û vegerin ser mijara xwe. Tevî van gotinên me yên li jor, divê em ji berçavkên ciyawaz li zimanî binêrin û nivîsara min a destpêkê ji bo Botan Timesê bû mahneyek ku ez hinekî li vê behsê kûr û hûr bibim.

Di vê serdemê da pênasekirina zimanî wekî amûrê pêwendîgirtinê nêrîneke serpilkî anku zahirî ye. Ji ber ku eger di vê şiroveyê da em zimanî wekî berhev an komek ji sembolên gotarî an nivîsarî bibînin, bêyî wan jî pêwendî di navbera mirovan da hedibe. Wate ev yeka ku ziman amûrê pêwendîyê ye dirist e lê li derveyî çarçoveya zimanî jî pêwendî dihête girtin. Ev pênase kêmas e ji ber ku niha ji bo her kesî eşkere ye ku ziman amûrê fikirînê ye jî. Eger çi em dikarin bêyî zimanî pêwendîyê bigirin lê em bêyî wî qet nikarin bifikirin. Ev pênaseya nû ya “ziman wekî amûrê fikirînê” me dibe qadeke din. Ji ber ku li gor pênaseya berbelav, zimannasî û watenasî erkdarê nirxpêdana bi forma zahirî ya zimanî ne (axaftin û gotinên takên civakê) lê hizrên hermenotîk heta derveyî analîzên zimannasî yên deqê diçin.

Herwisa yek ji berçavtirîn taybetmendîyên miletan ziman e û di serdema nîqaşa kultûran da ziman e ya ku dikare miletekî ji xesarên kultûrî biparêze. Em nikarin bandora mezin û ecêb a zimanî di weşîna kultûr û hunerê da berçav negirin. Ziman, berê îndîkatora miletan û li gor wê jî îndîkatora kultûran bûye. Herwisa di destpêka serdema dewlet-neteweyan da ji bo pênasekirina wî xelkî dihate bikaranîn ku di sînorên welatekî da dijîyan. Îroroj ew nêrîn hinekî guherîye û di çarçoveya welatan da zimanên cîyawaz, bi awayê serbixwe hebûna xwe didomînin. Di behsa kultûr û hunera miletan da ji ber ku “yek ji hunerên herî girîng helbest e”[1] û hebûna helbestê jî girêdayî zimanî ye, rola zimanî di weşîna hunerê da zêdetir dixuye. Di vir da, wate di nîqaşa kultûrî da ku bi bandora girîng a zimanî çêdibe, em digihîjin kêşeyekê; gelek caran û ji bo gelek miletan ziman dibe amûrê sepandina kultûrekê li ser miletekî din û hin kes bi qest dixwazin ku kultûra xwe bi vê rêyê bidin sepandin. Helbet ev kar bi giştî nahête redkirin; ji bilî ku mafê her kultûrê ye bi rêya zimanî xwe biweşîne û berbelav bibe da ku zindî bimîne, hêj jî baştirîn rêya nîşandana fikran ziman e; lê ev yek hin caran pêşî li pêwendîya petî ya kultûrî û hunerî digire û him jî dibe sebeb ku em wekî miletekî kolonîkirî bifikirin ka di van nîqaşan da em li ku derê ne û rola me çi ye?

Li vir em ê vegerin ser destpêka suhbeta xwe ku dema em behsa zimanî dikin mebesta me ne bi tenê kurdîaxêvî ye. Ji ber ku li gorî hermenotîka kesên wekî Hans-Georg Gadamer  û Ferdinand de Saussure, zimanê gotarê yê ku jê ra parole dihête gotin digel zimanê langue cîyawaz e. Saussure di destpêka pirtûka Dersên Zimannasîya Giştî (Course in General Linguistics) da, ji bo pênaseya zimanê langue dibêje, “Nabe ku em zimanî digel hêza axaftinê yek bizanin. Zimanê langue bi tenê beşeke berçav û herwisa beşa bingehîn a hêza axaftinê ye.” Helbet nêrîna Saussure û Gadamer li ser van ramanan cîyawaz e. Saussure li gorî du taybetmendîyan langue û parole ji hev cuda dike. Yek: Langue tiştekî civakî ye û parole takî ye. Ya duyê: Langue tiştekî zatî ye lê parole tiştekî tesadifî ye. Li gor wî di pêkhateya zimanî da ku langue e, şaşî çênabe û eger şaşî hebe di axaftinê anku paroleê da ye. Lê di nêrîna Gadamer da mirov nikare parole û langue cuda bike.[2] Tiştê girîng ev e ku nabe em zimanî wekî hêza axaftinê bibînin. Ziman beşeke berçav a şîyana axaftinê ye lê beşa langue ya ziman e ku di navbera takên civakekê da hevpar e. Dema ku em gotar anku axaftinê ji beşa girîng a zimanî (ku bi raya van zanayan, langue e) cuda dikin, di heman demê da em tiştê takî anku ferdî ji yê civakî cuda dikin. Zimanê parole beşa îradî ya her kesî ye lê zimanê langue di beşa bêhemd a mejîyê me da cih digire. Zimanê langue evqas digel paroleê cîyawaz e ku kesekî lal jî dikare zimanî bi nasîna hin sembolên wî, bi kar bihîne.

Eger em baştir li vê mijarê binêrin, amûrê fikirînê digel zimanê me yê axaftinê hinekî cîyawaz e û eger kesek bi awayê xwexwastî jî bi kurdî biaxive em nizanin ku hêz û şîyana wî ya zimanê langue di çi astê da ye. Ev yeka ku zimanê kurdî di mejîyê me da ne langue be û em kurdîyê bi tenê wekî amûrê axaftinê bibînin (ku digel amûrê pêwendîyê cîyawaz e) dibe sebeb ku em nekarin berhevên fikrî yên mezin bi zimanê xwe biafirînin û eger em zimanî wekî deryayeke mezin bibînin, em tenê ji rûyê wê satilek av radikin û ti carî nikarin bigihîjin kûrahîya wê. Eger miletek bi zimanê xwe di asta paroleê da bimîne nikare berhevên fikrî û felsefî jî biafirîne.

Çend pirsên serekî ku di dawîyê da çêdibin ev in: Em ê çawa bikarin zimanê xwe ewqas bihêz bikin ku bi rêya wê kultûra xwe jî belav bikin û bê desthilata kultûrî nemînin an tune nebin? Gelo eger feylesofên mezin ên kurd berhevên xwe yên fikrî bi kurdî binivîsandina niha rewşa me cîyawaztir bû? Gelo zimanê me kêmas e an em nikarin ji gotarê wêdetir biçin ku kesên wekî Suhrewerdî berhemên xwe yên fikrî bi zimanên din nivîsîne? Û bi min bersiva van pirsan dê rêyeke nû ji bo me veke.


[1] Tahirî, Erdewan, Nivîsarên Rojnameya Sazendigî

[2] Farzad Baloo, Contemplation on Analytical – Critical in the Saussure and Gadamer linguistics views


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Armîn Temerzade

Di 1999an da li gundê Balekan ê Selmasê hatiye dinyayê. Di Zanîngeha Ferhengiyan a Ûrmiyê de Beşa Zanistên Perwerdeyê xwendiye. Kitêba wî ya helbestan bi navê "Pirtûka Baranê" (2023, Pall) çap bûye. Romana Seyid Qadir Hîdayetî ya bi navê "Gabor" (2024, Pall) ji soranî kiriye kurmancî.

Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û