Zextên li ser rojnamegeran di meha Çileyê de zêde bûn – DFG

03/02/2025

Li Tirkiyeyê di meha Çileyê de 18 rojnameger hatine desteser kirin û 9 ji wan hatine girtin. Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), derbarê 42 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Girtina rojnamegeran zêde bû

Polîsan di 17ê Çileyê de bi ser şîrketên produksiyonê yên Guncel û Martiyê de girt û di çarçoveya heman lêpirsînê de li bajarên Wan, Mêrsîn û Stenbolê jî operasyon pêk anî. Di encama operasyonê de rojnameger Reyhan Hacioglû, Rahîme Kavrar, Velat Ekîn, Necla Demîr Arvas, Vedat Oruç, Ahmet Guneş û Eylem Babayîgît hatin girtin.

102 rojnameger hatin darizandin

Di 43 dosyayan de 102 rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin darizandin. Di encama van darizandinan de ji 12 rojnamegeran re 31 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. Midûra Nûçeyan a Jinnewsê ya Berê Sofya Alagaş ji ber dozên têkildarî serdema rojnamegeriyê 6 sal û 3 meh ceza girt.

Qanûna nû ya sansurê hat pêşkêşkirin

Parlamenterên AKPê Atay Ûslû û Alî Ozkaya û 133 parlamenter di 10ê Çileyê de teklîfa Qanûna Ewlehiyê ya Sîber a nû pêşkêşî Meclisê kir. Teklîf di 15ê Çileyê de li Komîsyona Parastinê ya Meclisê hate qebûlkirin. Qanûn ji kesên nûçeya “parvekirina daneyan” çêdike re ji 2 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê dide.

Hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

Di meha Çileyê de hesaba Ajansa Mezopotamyayê (@MAturkce), hesaba JINNEWSê (@jinnewsturkce) û hesaba rojnameya Yenî Yaşamê (@yeniyasamgazete) di nav de 31 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin. Her wiha xwegihandina 10 malperên înternetê û 361 nûçeyan hate astengkirin.

Çavkanî:

  • Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê
  • Rapora Binpêkirinên Mafan a Meha Çileyê

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Meyan Hesen Nadirî – Kurdên li Qazakistanê û derên dî belav bûyîn li hev digerin

Weşana paşê

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman